CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Yemenê tirsa ji pêla 3’yan a kolerayê
Li Yemenê ku yek ji krîza giran a cîhanê lê heye, bi hatina serdema baranê re hişyarî hate dayin ku pêla kolerayê wê dîsa giran bibe. -
Fonên YE'yê wê girêdayî rêgezên dewleta hiqûqê bin
Tê nîqaşkirin ku alîkariya darayî ya ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bînin ser şertê dewleta hiqûqê û azadiya çapemeniyê. -
Eger cîhan weke Fransayê bijî pêdivî bi 2,9 dinyayên din heye
Li gorî daxuyaniya Weqfa Parastina Sirûşta Cîhanê (WWF) , ‘’heke hemû cîhan weke Fransayê bimezêxe’’ kanên sirûştî wê têrê nekin û pêdivî bi 2,9 caran li kanên sirûştî yê niha çêdibe. -
Di navbera DYA û Çînê de aloziya Derya Çînê ya Başûr
DYA hişyarî da ku zêdekirina leşkerên Komara Gel a Çînê li Derya Çînê ya Başûr wê "bê bersiv nemîne". -
NYT: DYA li dijî Hûsiyan yekîneyên taybet şand
Hate îdîakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li dijî milîsên Şîa Hûsî yên li Yemenê, yekîneyên taybet şandiye Erebîstana Siûdî. -
Feshkirina ETA’yê bi fermî hate ragihandin
ETA ya ku ji bo azadiya welatê baskê têkoşîna xwe ya bi çek sala 2011’an bi dawî kir, bi fermî feshkirina xwe ragihand. -
Yekîtiya Ereban li hemberî Îranê piştgirî dan Fasê
Yekîtiya Ereban piştî ku Keyîtiya Fasê têkiliya xwe ya dîplomatîk bi Îranê re qut kir, daxuyaniya piştgiriyê da. -
Hejmara mirovên ji ber ecacoka li Hîndîstanê mirin bû 98 kes
Bîlançoya ecacoka li bakurê Hîndîstanê rû da giran dibe. Rayedaran gotin, herî kêm 98 kes mirine. -
Konseya Ewropayê: Têkoşîna dijî gendeliyê kêm bûye
Organa têkoşîna dijî gendeliyê ya Konseya Ewropayê Grecoyê diyar kir ku têkoşîna dijî gendeliyê kêm bûye û bi taybetî Romanya, Polonya û Yewnanîstan nîşan da. -
Li Hîndîstanê ji ber ecacokê herî kêm 77 kes mirin
Li bakurê Hîndîstanê ji ber ecacokê herî kêm 77 kes mirin, 143 kes jî birîndar bûn. -
Li Londonê ji ber teqînekê 30 kes birîndar bûn
Li herêma Stamford Hîll a li bakurê Londonê teqînekê rû da. Ji ber teqînê 30 kes birîndar bûn. -
Li Yemenê êrîşa bombeyî
Li bajarê El-Hudeyde yê Yemenê êrîşeke bombeyî çêbû. 6 leşker hatin kuştin. -
Yekîtiya Ewropa wê li dijî çopên plastîk tedbîrên tund bigire
Yekîtiya Ewropa amadekariyan dike ku ji bo kêmkirina çopên plastîk tedbîrên tund bigire. -
Li rêyên hewayî yên Fransayê dîsa grevê dest pê kir
Pîlotên şîrketa rêyên hewayî yên Fransayê Air France îro dîsa ketin grevê. Tê gotin ku herî kêm yek ji pênc parên seferan betal bûne. -
Krîza li Ermenîstanê li ber çareseriyê ye
Ji bo qedandina xwepêşandanên protestoyî yên li Ermenîstanê ku çend hefte ne dewam dikin, lîderê mûxalefetê bang kir. -
Qanûna herî dijwar a kurtajê li DYA hate qebûlkirin
Qanûna kurtajê ya ku li eyaleta Lowa ya DYA hate qebûlkirin, weke yek ji qanûnên herî dijwar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tê dîtin. -
Li DYA balafireke din a leşkerî kete xwarê
Li DYA balafireke din a leşkerî kete xwarê. Tê gotin ku herî kêm 5 kes ji ber qezayê mirine. -
ETA’yê têkildarî feshkirina xwe nameyek şand
ETA ya ku ji bo rizgariya welatê Baskê bi dehan salan têkoşiya, ragihand ku wê hemû avadaniya xwe fesh kiriye. -
Li Lîbyayê êrîşî komîsyona hilbijartinê hate kirin, 11 kes mirin
Di êrîşa li paytexta Lîbya Trablûsê ya li dijî komîsyona hilbijartinê de herî kêm 11 kes mirin. -
Li Îranê di salekê de bi kêmanî 813 karker mirin
Li gorî raporeke li Îranê weşiyayî, van 12 mehên dawî bi kêmanî 813 karker ji ber şertên ewlehiyê yên kar nîn in, bi qezayên ser kar mirin. -
Fasê bi Îranê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîn
Kraltiya Fasê, Îran sûcdar kir ku piştgiriyê dide Tevgera Serbixwexwaz a Sehraya Rojava ku bikaribe çekan peyda bike û diyar kir, ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re birîne. -
Hemû rêyên li Erîvanê hatine girtin
Bi deh hezaran kes li Erîvanê daketin qadan û rêya ber bi balafirgehê jî di nav de hemû rêyên li bajêr girtine. -
Li Parîsê di 1'ê Gulanê de 283 kes hatin destgîrkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, komên anarşîst û polîs di dema pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de bi hev ketin. 283 kes hatin destgîrkirin. -
Li cîhanê mesrefa li berevaniyê zêdetir dibe
Li gorî rapora Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî) 2017’an li welatên cîhanê li gorî 2016’an rêjeya mesrefan li bervaniyê 1,1 ji 100’î zêdetir bûye. -
Li Nîjeryayê êrîş anîn ser mizgeftê: Bi dehan kes mirin
Diyar bû ku li rojhilatê Nîjeryayê êrîşek bi ser mizeftê de hatiye, di encamê de 42 kes hatine kuştin, 68 kes jî birîndar bûne.