CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji Koreya Bakur biryara ‘aboriya modern û sosyalîst’
Rêveberiya Koreya Bakur bi biryareke surprîz ragihand ku ji roja Şemiyê û wir ve ew ê dawî li ceribandinên moşekên balistik bînin û tesîsa ceribandinê ya nukleerê girtine. -
Rapora DYA’yê ya li ser Tirkiyeyê: Êşkence, mirin, girtin, astengkirin
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê di rapora xwe ya salane ya ku li ser rewşa mafên mirovan a cîhanê disekine, rexneyên cîddî li Tirkiyeyê kir. Di raporê de bal hate kişandin ser êşkence, qetilkirina di destgîriyê de, astengkirina azadiyê û girtinên ji kêfî. -
4 Fîlîstînî hatin qetilkirin
Leşkerên Îsraîlê êrîş bire ser 'Meşa Vegerê ya Mezin' a Filistîniyan û 4 Filistînî kuştin. -
Tûnûs amadekariya hilbijartinan dike
Li Tûnûsê wê di 6’ê Gulanê de hilbijartinên xwecihî pêk werin û cara destpêkê ye ku di lîsteyan de wekheviya namzetiyê ya jin-zilam nêz dibe, temenê namzetên di lîsteyan de zêdetirî dibin 35 salî re ye. -
Koreya Bakur ceribandina moşekan dide sekinandin
Koreya Bakur ku beriya niha ceribandina moşekan yên di navbera parzemînan de kirîbû û bernameya nukleerê bûbû sedama aloziyê bi welatên rojavayî re, hate ragihandin ku wê herêmên ceribandina moşekan bigre. -
Li Hindîstanê wê cezayê darvekirinê bidin îstîsmara zarokan
Li Hindistanê ku ji ber îstîsmara li dijî zarokan û kuştinê çalakiyên xwepêşandanê didomin hate gotin ku wê cezayê darvekirine were. -
Li Amerîkayê komkujiyên li dibistanan zêde bûne
Li gorî lêkolîneke li DYA’yê hatî kirin van 18 salên dawî di komkujiyan de, yên ku li dibistanan pêk hatin, ji tevahiya mirinên sedsala 20’an zêdetir bûne. -
Trûmp nerazîbûn nîşanî bilindkirina nirxê petrolê da
Serokê DYA Donald Trûmp nerazîbûn nîşanî biryara zêdekirina nirxê petrolê ya dewletên endamê OPEP’ê da û wiha got; “Ev bilindkirina sûnî nayê qebûlkirin.” -
Xaça Sor: Rojane ji Tirkiyeyê nêzî 100 mirov derbasî Yewnanîstanê dibin
Tevgera Hevya Sor û Xaça Sor ya navnetewî ragihand ku di demên dawî de ji Tirkiyeyê derbasbûna koçberan ji bo Yewnanîstanê gelek zêde bûye. -
ICAN: Polîtîkaya nukleere ya DYA û Rûsyayê taloke ye
Koalîsyona Civaka Sivîl a Global Kampanyaya ji bo bi temamî Ji Holê Rakirina Çekên Nukleerê (ÎCAN) diyar kir guherînên siyasî yên li DYA û Rûsyayê yên vê dema dawî ya li ser çekên nukllerê gef e. -
Awûstûrya wê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
Hikumeta Awûstûryayê, piştî biryara hilbijartina ferzkirî ya rejîma Erdogan da xuyakirin ku eger siyasetmedarên Tirk ji bo kampanya hilbijartinê bên Awûstûryayê wê li pêşiya wan bibin asteng. -
Yekparebûna axa Sûriyeyê ji bo Rûsyayê êdî mijara nîqaşê ye
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov got, ji ber bûyerên diqewimin em nizanin bê yekparebûna axa Sûriyeyê dikare were parastin an na. -
Xwendekarên zanîngehê yên Fransayê rabûne ser piyan
Çalakiyên xwendekarên zanîngehê yên Fransayê li dijî polîtîkayên hikûmetê ev bi heftiyane didomin. Polîsan bi ser zanîngeha Tolbîacê de girtin ku bûbû sembol. Zanîngeheke dî hate dagirkirin. -
ETA'yê ji ber êşên ku ew bû sedem lêborîn ji malbatan xwest
ETA ku li herêma Baskê ya Spanyayê bi salan têkoşiya, piştî ku ragihand ew ê xwe fesh bike, ji malbatên ku dema têkoşînê ziyan gihaye wan lêborîn xwest. -
Li Erebîstana Siûdî 4 polîs hatin kuştin
Li dijî bendeke kontrolê ya polîsan a nêzî sînorê Yemenê êrîşek hate kirin. Di encamê de 4 polîsên Siûdî mirin. -
Grev û çalakiyên li Fransayê zêde dibin
Grev û çalakiyên li Fransayê ku li dijî paketên nû yên reformê tên kirin zêde dibin. Li gelemperiya Fransayê bi pêşengiya sendîkayan çalakî hatin lidarxistin. -
Ji bo hilbijartina Amerîka 90 namzet Misilman in
Ji bo hilbijartina nava kongreya ku wê Mijdara 2018’an li DYA’yê bê lidarxistin, nêzî 90 namzetên Misilman navê xwe nivîsîn. -
Pisporên NY ji bo Ramîn Huseyîn Penahî bang kirin
Sê pisporên Neteweyên Yekbûyî ji bo betalkirina cezayê îdamê yê Ramîn Huseyîn Penahî bang kirin û xwestin cezayê îdamê were sekinandin. -
Li Îranê erd hejiya
Li bajarê Kakî yê ser bi eyaleta Bûşehr a Îranê, di dijwariya 5,9 pileyî erdhejekê rû da. -
Amerîkî rojane 150 hezar ton madeyên xwarinê diavêjin
Li gorî lêkolînekê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate kirin, Amerîkî rojane 150 hezar ton madeyên xwarinê diavêjin. Ev jî tê wê wateyê ku her şexsek 400 gramî diavêje. -
Serokdewletê nû yê Kubayê îro tê eşkerekirin
Kuba, ku ji sala 1959'an dema şoreşê û vir ve ji aliyê Fîdel Castro û birayê wî Raûl ve hate birêvebirin, wê yekemcar serokdewletekî ku di şoreşê de cih negirt, hilbijêre. -
Şanoya bi navê 'Mein Kampf' wê li Elmanyayê neyê qedexekirin
Li Elmanyayê, ku nîqaşên li ser antî-semîtîzmê dewam dike, dadgehekê qebûl nekir ku lîstika şano ya bi navê "Mein Kampf" (Şerê min) ya ji teoriya nîjadperest a Hîtler bê qedexekirin. -
ETA wê destpêka meha Gulanê xwe fesx bike
Rêxistina ETA, ku ji bo azadiya welatê Baskê bi dehan bi rengekî çekdarî têkoşiya, wê xwe fesx bike. -
Daxwaza berdana Lula da Silva dîsa nehat qebûlkirin
Ji bo berdana Lula da Silva ku favoriyê hilbijartina serokdewletiya Brezîlyayê bû lê hate girtin, serlêdan hate kirin. Lê ev daxwaz dîsa nehat qebûlkirin. -
7 milyon kes ji ber hewa gemarî di nava salekê de mirin
Health Effects Institute (HEI) ku yek ji enstîtuyên tenduristiyê yên Amerîkayê ye raporek weşand û diyar kir ku ji ber gemariya hewayê herî kêm 7 milyon kes di nava salekê de mirine.