CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bêhna hêka xerabûyî ji Ûranusê tê
Zanyaran bi saya teleskopa Hawai Gemini Northê tespît kirin ku li gerstêrka Ûranusê gaza 'hîdrojen sulfur' heye ku bê reng e û bêhna hêka xerabûyî jê tê. -
Çalakiyên li Nîkagarûayê zêde dibin: Şeş rojan 27 kes mirin
Li Nîkaragûayê, çalakiyên protestoyî yên li dijî desthilatdariya Serokkomar Daniel Ortega ku gerîlayekî berê ye, zêde dibe. Di nava şeş rojan de 27 kes mirin. -
Partiya Karker di namzetiya Lûla de bi israr e
Partiya Karker wê dest ji namzetiya Lûla da Sîlva bernede. Da Sîlva ku ji bo hilbijartina meha Cotmehê ya li Brezîlyayê favorî bû, bi sûcdariya karên ne li rê hatibû girtin. -
Li Hindistanê piranî jin 37 gerîlayên Maoîst jiyana xwe ji dest da
Li Hindistanê di navbera hêzên dewletê û gerîlayên Maoîst de şerê dijwar qewimîn. Li gorî çavkaniyên fermî 37 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Nîjeryayê êrîşa Boko Haram: 21 kes hetin kuştin
Di êrîşa Boko Haram a li Bakûrê Rojhilatê Nîjeryayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Îranê ajokarên qemyonan ketin grêvê
Li Îranê van rojên dawî li dijî polîtîkayên hikûmetê gelek sektoran ketine grêvê û çalakiyan dikin. Herî dawî li eyaletên Kûzîstan û Îsfahan ajokarên qemyonan dest bi grevê kirin. -
Rûhanî: DYA li ser qewlê xwe nemîne encam wê giran bin
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser gefa Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ku gotî ew ê peymana nükleere li erde bihêle, got, wê encamên biryareke wiha ‘giran’ bin. -
Li Meksîkayê di nava 3 mehan de 7.667 kes hatin kuştin
Li Meksîkayê di çaryeka destpêkê ya salê de 7 hezar û 667 kes hatin kuştin. Ev hejmar li gorî par bi rêjeya 20 ji sedî zêde bûye. -
Li Torontoyê êrîşa bi mînîbusê: 9 mirî, 16 birîndar
Li bajarê Toronto yê Kanadayê mînîbusekê da nava mirovên û komkujî kir. Herî kêm 9 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn. -
Li Yemenê serokê siyasî yê Hûsiyan hate kuştin
Li Yemenê Salih Alî El Sammad ku serokê rêveberiya ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avakirin bû, di êrîşa hewayî ya Erebîstana Siûdî de hate kuştin. -
Li Ermenîstanê Sarkîsyan neçar ma îstifa bike
Li Ermenîstanê gel ev 11 roj in çalakiyên protestoyê li dar dixin, Serj Sarkîsyan ku 10 sal e desthilatdar e neçar ma ku îstîfa bike. -
YE ew ê projeya paqijiya etnîk a li Efrînê fînanse neke
Hate diyarkirin ku Tirkiyeyê li Efrînê ya ku dagir kiriye ji bo karibe penaberan li wê derê bi cih bike, ji Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriya malî xwestiye lê Yekîtiya Ewrûpayê ev daxwaz red kiriye -
Li Yemenê ji ber êrîşeke hewayî 13 kes mirin
Li Yemenê ji ber êrîşa hewayî ya koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî serkêşê wê ye, herî kêm 13 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber êrîşeke çekdarî li DYA'yê 4 kes mirin
Li eyaleta Tennessee ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li restorantekê êrîşeke çekdarî rû da. Ji ber êrîşê 4 kes mirin. -
Li peravên Lîbyayê cesedê 11 koçberan hatin dîtin
Li peravên bi 5 mîlan dûrî bajarê Sabrata ye, danê vê sibehê cesedê 11 koçberan hatin dîtin. -
Li Îranê çalakiya karkeran berbelav dibin
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên kolber û kesibkaran ev 8 roj in didomin, her wiha li gelek bajarên Îranê jî karker li ser piyan in. -
Krîza li Ermenîstanê giran dibe
Li Ermenîstanê çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya wekîlê partiya muxalîf Nîkol Paşîniyan didomin, polîsan êrîş bire ser çalakiyên li Êrîvanê û bi zorê Paşîniyan revandin. -
Bîlançoya êrîşa li Kabûlê giran bû: 31 mirî, 54 birîndar
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, ji ber êrîşeke xwekujî ya li navenda qeyda hilbijartinê herî kêm 31 kes mirin. -
Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 7 kes mirin
Li paytexta Afganîstan Kabûlê ji ber êrîşeke xwekujî 7 kes mirin. -
Li nexweşxaneyeke li Şîlî ji ber teqînê 3 kes mirin
Li nexweşxaneyeke li bajarê Concepcionê teqînek bû. Ji ber teqînê 3 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. -
Bi deh hezaran kes li Macarîstanê li dijî Orban meşiyan
Li dijî Serokwezîr Vîktor Orban ku ji ber rêbaza xwe ya rêveberiya otorîter dibe sedema nerazîbûnan, bi deh hezaran kes meşiyan. -
Li Erebîstana Siûdî drona ku nêzî Qesrê bû rê li ber alarmê vekir
Li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê, droneke ku nayê zanîn bê ji ku ve hatiye şandin, rê li ber rageşiyê vekir. -
Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan li Parîsê hatin bîranîn
Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan li paytexta Fransa Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Hollanda: Propagandaya Erdogan ji bo pergala civakî gef e
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rurtte, pitşî ku hate ragihandin 24’ê Hezîranê li Tirkiyê wê hilbijartin bibin got ew ê nehêlin Erdogan û AKP’yî li Hollandayê kampanyaya hilibijartinê bikin. -
Ji Şamê û hevalbendên wê mikurhatina DAÎŞ-El Nûsra
Hate gotin artêşa Sûriyê ji bo derxistina hin komên çeteyan ku di nav de DAÎŞ û El Nûsra jî hene,ya ji herêmên başûrê Şamê li hev kirine.