Li Torontoyê êrîşa bi mînîbusê: 9 mirî, 16 birîndar

Li bajarê Toronto yê Kanadayê mînîbusekê da nava mirovên û komkujî kir. Herî kêm 9 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li kolana Yok a Torontoyê mînîbuseke spî da nava mirovên li kêleka rê dimeşiyan. Polîsan diyar kirin ku mînîbusê pê li gelek mirovan kiriye û ajokarê wê hatiye girtin.

Şahidek ji qenala televîzyonê ya CTV News re axivî û diyar kir ku kesê mînîbus diajot çek pê re hebû. Û anî ziman ku polîsan jî berê tivingê dane êrîşkar, êrîşkar jî li ser vê yekê çeka xwe daniye û hatiye girtin.

Polîsê Torontoyê da xuyakirin ku bûyer li gorî dema herêmê saet 13:27'an rû daye, lê eşkere ne kir ku bi zanebûn hatiye kirin ya jî qeza ye.