CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Bexdayê 8 kes mirin
Li Bexdayê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş anîn. Di encamê de 2 jê polîs 8 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn. -
Bi germa global re nexweşî û vîrûs belav dibin
Tê gotin, bi germahiya global re pêşûyên li Asya û Afrîkayê diçin welatên rojava û nexweşiyên şewbê lê belav dikin. -
Pîlotên dilxwaz wê li Derya Spî koçberan rizgar bikin
Bi hatina biharê re tê payin ku hejmara drama koçberan a li Derya Spî zêde bibe. Du pîlotên Fransayî ragihandin ku bi tecrûbeya xwe ya bi salan wê bi balafireke biçûk a keşfê hewl bidin koçberan rizgar bikin. -
Krîza li Ermenîstanê wê dom bike: Paşîniyan nehate hilbijartin
Ji bo ji kirîza ku ev bi hefteyane li Ermenîstanê rû dide bê derbaskirin, çareya herî dawî ku ji bo Serokwezîrtiya Nîkol Paşniyan, ji parlementoyê desteka pêwîst derneket. -
Li cîhanê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
Li cîhanê bi sed hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê derketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Karker û kedkaran daxwazên xwe gotin. -
Li Îranê ligel ku qedexe bû jî karker daketin qadan
Li Tehranê ligel ku destûr ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re nehate dayîn, karker daketin qadan. -
Li Ermenîstanê hişyariya ‘tsûnamiya siyasî’
Wekîlê muxalîf Nîkol Paşîniyan ku ku li Ermenîstanê pêşengiya protestoyan dikir, got Parlamento wî neke serokwezîr wê ‘’tsûnamiya siyasî’’ çêbibe. -
Ji ber qirêjiya hewayê her sal 7 milyon kes dimirin
Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) ji ber qirêjiya hewayê her sal 7 milyon kes dimirin. -
Yekîtiya Ewropa: Îsraîlê hîn li ser Îranê delîl pêşkêş nekiriye
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Îsraîlê li ser îdîayên xwe ku dibêje 'Îran li gorî peymana nukleerê ya 2015'an tevnagere' hîn delîl pêşkêş nekiriye. -
Brîtanya jî ji sozên Îranê yên li ser nukleerê bawer nake
Bi îdîaya bernameya nukleerî zextên li ser Îranê zêde dibin. Brîtanyayê îdîa kir ku li ser niyeta Tehranê ew timî bi fikar in. -
Skandala hêkan li Elmanyayê dîsa rû da
Hate ragihandin ku li nava hêkên ku li marketên sereke yên li Elmanyayê têne firotin bakteriya salmonellayê hatiye dîtin. -
Britanyayê biryara astengkirina Brexitê da parlementoyê
Li Brîtanyayê Meclîsa Mezin ên Brîtanya, biryara astengkirina derxistina ji YE’yê da parlementoyê bê ku welat bi Brûkselê re li hev bike. -
Çeteyên DAÎŞ'ê komkujiya li Kabûlê li xwe girt
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên xwekujî yên li paytexta Afganîstan Kabûlê hatin kirin li xwe girt ku di encamê de zêdeyî 20 kes mirin. -
Li Kabûlê ji ber du êrîşan 21 kes mirin
Li paytexta Afganîstan Kabûlê ji ber du êrîşan 21 kes mirin. -
15 koçber xeniqîn
Ji koçberên Afrîkayî ku hewl didan ji Cezayîrê biçin Spanyayê cenazeyê 15 kesan hatin dîtin. -
Partiya desthilatdar a Ermenîstanê namzet nîşan nade
Partiya Komarê ya Ermenîstanê ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentê yên 1'ê Gulanê wê namzet nîşan nede. -
Li Spanyayê bi deh hezaran kes li dijî destavêtinê daketin qadan
Bi deh hezaran kes li Spanyayê daketin qadan û biryara dadgeriya Spanyayê ku destavêtina li jinekê ji nedîtî ve hate, şermezar kirin. -
Gelê Katalonyayê ji bo girtiyên siyasî bi destê hev girt
Li Katalonyayê bi hezaran kes ji bo siyasetmedarên xwe yên li Spanyayê dîl hatine girtin çalakiya 'zincîra ji mirovan' li dar xistin. -
Talîbanê bajarokek xist bin kontrola xwe!
Li Efganistanê tevgera Talîbanê, li bajaroka bi navê Kalaye Zal a li ku bakurê welat, buroyên walîtiyê û gerînendetiya emniyetê xist bin kontrola xwe. -
Fillistîniyên ku hatin kuştin bûne 45
Leşkerên Israîlê gule li çalakiyê reşandin, ku çalakvanan dixwestin mafê penaberan were naskirin da ku vegerin. Di encama gulereşandinê de 4 Filistîniyên dî jî hatin kuştin. -
Hûsiyan 8 moşek avêtin Erebîstana Siûdî
Li Yemenê Hûsiyan ragihand ku 8 moşek avêtine Erebîstana Siûdî. -
Li Bakurê Myanmarê dîsa şer dest pê kir
Li bakurê Myanmarê di navbeyna artêşê û serhildêran de şer dîsa dest pê kir, bi hezaran kesî malên xwe berdan. -
Li Yemenê êrîşa hewayî, gelek kes hatin kuştin
Li Yemenê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Husiyan êrîşeke hewayî pêk anî. Hate gotin gelek Hûsîyên çekdar hatine kuştin. -
Li Avûstûrya li dijî nîjadperestan operasyon
Li Avûstûryayê li dijî komeke rastgir ku li dijî koçberan xebatan dikin operasyon hate kirin û hate ragihandin ku bi ser gelek nîjadperastan de girtine. -
Merkel li ser peymana nukleerê ya Îranê hate ser xeta Trûmp
Merkel ku ev 3 sal in peymana nukleerê ya bi Îranê re diparêze, piştî ku bi Trûmp re rûnişt got, Peyman ‘’ji bo ku Tehranê sînordar bike têrê kêm e’’.