CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Iraqê sibê 24 mîlyon hilbijêr diçin ser sindogan
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ragihand ku sibê zêdetirî 24 mîlyon hilbijêr wê deng bidin û banga tevlîbûnê li hilbijêran kirin. -
Kaniyên gundên Sîstan-Belûcîstanê çikiyan
Krîza avê ya li Îranê giran dibe. Li gundên eyaleta Sîstan-Belûcîstanê bi sedan kanî çikiyan. -
Krîza însanî ya li Sûdan a Başûr giran dibe
Li Sûdan a Başûr ku du sal piştî serxwebûna wê şerê navxweyî lê der bû, şer ji nû ve dest pê kir. Vê yekê jî rewşa bi sed hezaran penaberî giran û zehmet kir. -
Puigdemont ji bo Serokatiya Katalonyayê nabe namzet
Rêveberê serxwebûnxwaz ê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont, ji ber ku li sirgûnê ye li Elmanyayê daxuyanî da û got, ew ê ji nû ve nebe serokê herêmê. -
Li Kenyayê ji ber rabûna ava bendavê bi kêmanî 40 kes mirin
Li Kenyayê ji ber rabûna ava bendavê 20 jê zarok bi kêmanî 40 kes mirin. -
Li Somaliyê ji ber êrîşeke bombeyî 11 kes mirin
Li Somaliyê, êrîşeke bombeyî li bazarekê hate kirin. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Kim Jong Un: Hevdîtina bi Trump re wê 'dîrokî' be
Piştî xwerakişîna li hev a salekê, lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un xwe ji bo hevdîtina bi Serokê DYA re amade dike. Jong Un destnîşan kir ku hevdîtin tê payin bê kirin, wê bibe 'şenseke dîrokî'. -
Li Afganîstanê bi himeta 6.2’an erdhejek çêbû
Li Bakurê Afganîstanê bi himeta 6.2 erdhejek çêbû. -
Li Kabûlê êrîş li dijî qereqolan hatin kirin
Li paytexta Afganîstan Kabûlê bi rengekî hevdemî êrîş li qereqolên polîsan hatin kirin. -
Yekîtiya Ewropa, Rûsya û Çîn wê li gorî peymanê tevbigerin
Welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku li gel biryara vekişînê ya DYA jî ew ê li gorî peymana nukleerê ya bi Îranê re tevbigerin. -
Li Riyadê dengê teqîn û moşekan
Hate gotin li paytexta Siûdî Riyadê dengê çar teqînan hatiye,moşekeke ku ji Yemenê hatî avêtin hatiye astengkirin. -
Îsraîlê ji HRW'ê xwest di nava 14 rojan de welêt biterikîne
Rayedarên Îsraîlê ji berpirsyarên herêmî yên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) xwest di nava du hefteyan de Îsraîlê biterikînin. Sedema vê yekê jî desteka HRW ji bo kampanya "Boykotkirina Îsraîlê" ye. -
Zêdeyî 10 milyon kes li sektora enerjiya paqij dixebitin
Bandora enerjiya paqij a ku dikare ji nû ve bê bikaranîn li ser kêmkirina germahiya global tê zanîn. Bi saya razemeniya li vê qadê ku sal bi sal zêde dibe, hejmara îstihdamê jî zêde dibe. -
Hejmara koçberên ji Merîçê derbas dibin zêde bûye
Tevî peymana penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Enqereyê jî, pêla koçberiyê ya ji Tirkiyeyê ber bi Yewnanîstanê ve dewam dike. Bi taybetî, hejmara koçberên ji çemê Merîçê derbas dibin, bi du qatan zêde bû. -
Îsraîl li dijî yekîneyên Îranê yên li Sûriyeyê kete nava alarmê
Îsraîlê îdîa kir ku hêzên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê di nava 'liv û tevgera awarte' de ne û kete nava alarmê. -
Rohanî: DYA li gorî peymanê tev negeriya!
Serokkomarê Îranê Rohanî bi zimanekî tund vekişîna Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp a ji peymana nukleerî rexne kir û anî ziman ku aliyê li gorî peymana tevnegeriya Washîngton bû. -
Trûmp ji peymana nukleer a Îranê vekişiya
Serokê DYA’yê Donald Trûmp anî ziman ku bernameya nukleer a Îranê nehatiye astengkirin û ji bo aştiyê tehdîd e, ragihand ku ji peymana nukleerê vekişiyaye. -
Biryara Trûmp di warê vekişîna peymana nukleerê de ye
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp anî ziman ku biryara Îranê ku wê di saetên pêş de bê eşkerekirin mîsoger e, agahiya ku wê ji peymana nukleerî vekişe parve kir. -
Li Ermenistanê rojeke dîrokî: Namzetê gel bû Serokwezîr
Ji bo dahatûya Ermenistanê rojeke dîrokî hate jiyîn. Piştî çalakiyên protestoyê di parlementoyê de deng hatin dayîn û tekane namzet Nîkol Paşîniyan ji bo serokwezîrtiyê hate hilbijartin. -
Li Afrîkayê li dijî kolerayê wê derziyê li 2 milyon kesî bixin
Li Afrîkaya li dijî kolerayê kampanyaya ku derzîlêxistinê dest pê kir. Heta nîvê Hezîranê wê derziyê li 2 milyon kesî bixin. -
Li Nîkaragûayê çalakiyên li dijî desthilatdariyê
Li Nîkaragûayê, di xwepêşandanên li dijî desthilatdariya Danîel Ortega de şer derket. -
Hîzbûllah û hevalbendên wê di hilbijartinê de bi ser ketin
Di hilbijartina Lubnanê de ku roja Yekşemê pêk hat, Hîzbûllah û hevalbendên wê zêdeyî nîvê wekîlên li meclîsê bi dest xistin. -
Li Hawaîî bi şîdeta 6,9 pileyî erd hejiya
Li eyaleta Hawaîî ya DYA, bi şîdeta 6,9 pileyî erd hejiya. -
Ji ber bertîla ji DAÎŞ’ê re nepeniya li ser Lafargeyê tê rakirin
Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kiribûn, şîrketa Fransiyan a bi navê Lafarge ji bo ku hilberîna xwe bidomîne bertîl dabû çeteyên DAÎŞ’ê. Belgeyên li ser vê şîrketê ew ê radestî dozgeran were kirin ên ku lêpirsînê didomînin. -
Ji bo rizgarkirina bajarê Derna yê Lîbyayê operasyonê dest pê kir
Li Lîbyayê ku ji sala 2011'an dema têkbirina Mûammer Kaddafî û vir ve bê aram e, ji bo rizgarkirina Derna ku bajarê dawî ye di destê çeteyên tund ê Îslamî de ye, operasyoneke mezin dest pê kir.