Îsraîl li dijî yekîneyên Îranê yên li Sûriyeyê kete nava alarmê
Îsraîlê îdîa kir ku hêzên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê di nava 'liv û tevgera awarte' de ne û kete nava alarmê.
Îsraîlê îdîa kir ku hêzên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê di nava 'liv û tevgera awarte' de ne û kete nava alarmê.
Li gorî daxuyaniya artêşê, Îsraîl li dijî êrîşeke gengaz a a li ser Girên Golan ku sala 1967'an dagir kiribû û wargehên derdora wê, ketiye nava rewşa alarmê.
Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku yekîneyên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê ketine nava 'liv û tevgereke awarte' û hate xwestin, ku li dijî êrîşeke gengaz a li ser gel, sîstema parastina hewayî bê vekirin. Di daxuyaniyê de ji gel jî hate xwestin ku li gorî pêşniyarên artêşa Îsraîlê tevbigere.
Balkêş e ku daxuyaniya artêşa Îsraîlê piştî axaftina Donald Trump a li ser bidawîkirina peymana nukleerê ya bi Îranê re hat.
Balafirên şer ên Îsraîlê meha bihurî bombe li Sûriyeyê barandibûn û leşker û milîsên Îranî jî di nav de bi dehan kes kuştibûn. Îranê jî gef xwaribû ku wê bersivê bide Îsraîlê.