CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Endonezyayê êrîşa bombeyî
Li Endonezyayê, çar xwekujên bombeyî êrîş birin ser qereqoleke polîsan. -
Li Îtalyayê hikumeta M5 û Lîga Bakur ava dibe
Li Îtalyayê zêdeyî du meh bûn hevdîtinên li ser hikumeta koalîsyonê dihatin kirin. Di dawiyê de li hev hate kirin ku tevgera M5 a 'dijberê sîstemê' û Lîga Bakur a nîjadperest hikumetê ava bikin. -
Ji ber êrîşa li Parîsê 2 kesên din hatin destgîrkirin
Ji ber êrîşa roja Şemiyê ya li Parîsê ku kesekî jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Strasbourgê du kesên din bi sedema ku pêwendiya xwe bi êrîşkar re hebû hatin destgîrkirin. -
Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 6 kes mirin
Di êrîşa li bajarê Celalabad yê Afganîstanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Erdogan wê li Londonê bê şermezarkirin
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê biçe Îngilîstanê, wê bi rengekî girseyî bê şermezarkirin. -
Li Endonezyayê 2 kes ji ber êrîşên bombeyî mirin
Li bajarê Sûrabaya yê Endonezyayê, li sê nuqteyan teqîn bû. 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn. -
255 milyon kes ji ber alkol û tûtinê mirin
Li gorî raporekê ku li ser bikaranîna narkotîka qanûnî û îllegal, ji ber alkol û çixareyê 255 milyon kes di nava salekê de mirin. -
DAÎŞ'ê êrîşa li Parîsê li xwe girt
Li paytexta Fransa Parîsê, kesekî bi kêrê êrîşî mirovên li derdora xwe kiribû û ji ber vê êrîşê kesek miribû, gelek mirov jî birîndar bûbûn. Tê gotin ku êrîşkar di dema êrîşê de kire qîrîn û got, "Allahû Ekber". -
Li Parîsê yekî bi kêrê êrîş kir: 2 kes mirin
Li paytexta Fransa Parîsê, yekî bi kêrê êrîş kir. Ji ber êrîşê ku li cihekî nêzî meydana Operayê rû da, tevî êrîşkar 2 kes mirin. -
Piraniya welatiyên Iraqê dengên xwe bikar neanîn
Li Iraqê di asta rekorê de rêjeyeke pir kêm ên welatiyan çûn ser sindoqan û dengên xwe bikar anîn. -
Li Kerkûkê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Di roja hilbijartinê ya ji bo parlementoya Iraqê de li Kerkûkê teqînek pêk hat. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Qahîrê li dijî zêdebûna nirxên metroyan xwepêşandan
Li paytexta Misrê Qahîre, li dijî zêdekirina nirxê metroyê bi xwepêşandaneke ya protestoyê hate lidarxistin. -
Çi hêvî ji hilbijartina Iraqê tê kirin?
Li Iraqê bang hate kirin ku nêzî 24 milyon ji bo dengdanê xwe bikar binin biçin ser sindoqan. Her çendî ev hilbijartin piştî têkbirina DAIŞ’ê hatibe jî, dengdêr ji daxwaz û bangên rêveberan ên aramî, aborî û ewlekariyê bawer nakin. -
Rêjeya dengdana hilbijartina Iraqê kêm bû
Dengdana ku ji bo hilbijartina parlementoyê ku saet 07:00’an de destpê kiribû dom dike. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê anî ziman ku wê demê hilbijartinê dirêj neke, derket holê ku heta saetên nîvroyê rêjeya tevlîbûna dengdanê kêm bû. -
Di êrîşa li ser gundekî yê Bûrnûdiyê de herî kêm 26 kes mirin
Di encama êrîşa ji aliyê komeke bi çek ve ya li ser gundekî dikeve rojavayê bakurê Bûrûndiyê de, herî kêm 26 kes mirine. -
Li Îranê di salekê de zêdetirî 400 hezar kes tên girtin
Serokê Meclîsa Alîkariya Civakî ya Îranê got li Îranê di rojekê de 1200 kes tên girtin. Li welat girtina di nava salekê de zêdetirî 400 hezar kesan e. -
Li Ewropayê amûra lazerê ya herî bi hêz a cîhanê tê hilberîn
Bi desteka Yektîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşxistina amûra ronahiya lazerê ya herî bi hêz a cîhanê projeyeke mezin tê birêvebirin. -
10 hezar şîrketên Elmanyayê bi fikar in
Piştî Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya û şûnde şîrketên Ewropî bi fikar in. 10 hezar şîrketê Elman ên têkiliyê bazirganiyê bi Îranê re hene, nerazî ne. -
NASA helîkopterê dişîne Marsê
Hate ragihandin ku ji bo ku li Marsê lêkolînan bike NASA’yê helîkopterek çêkiriye û ew ê ev helîkopter di Tîrmeha 2020’an de bifire. -
DYA ji bo alîkariya aborî ya ji bo Koreya Bakur amade ye!
Tê payîn ku di navbera lîderên DYA û Koreya Bakur de 12’ê Hezîranê hevdîtinek pêk were, DYA’yê ragihand ku ew amade ne alîkariya bi şert ji bo Pyongyang re bikin. -
Kongo xwe ji rewşa herî xedar a nexweşiya ebolayê re amade dike
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO), ragihand ku li Komara Kongo ya Demokratîk bi metirsiya belavbûna nexweşiya ebolayê re rû bi rû ye, anî ziman ku xwe ji rewşa herî xedar re amade kirine. -
Erdogan diçe Londonê, rêxistinên parêzvanên mafê mirovan nerazîne
Rêxistinên mafê mirovan û saziyên çapemeniya azad, ji beriya serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a hefteya bê ya ji bo Lodonê bang li Serokwezîra Îngilîz Theresa May kirin ku zextê li Erdogan bike. -
Li Kenyayê ji ber baranê 2 gund man di bin avê de
Li girava Rift a Kenyayê piştî barana zêde bendav tejî bû û 2 gund man di bin avê de. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 47 kes mirin, gelek kes winda bûne. -
Li Brûkselê têkildarî peymana nukleerê ya bi Îranê re civînek tê lidarxistin
Nûnera Bilind a Politîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî wê roja Sêşemê Wezîrên Karê Derve yên Elmanya, Fransa, Îngîltere û Îranê re bicive. Rojeva civînê bernameya nukleerê ye. -
Esad: Erdogan piştgirî dide terorîstan
Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad, anî ziman ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dide komên ‘Terorîst’.