CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pêwîstiya bi milyonan mirovên li Sahelê bi alîkariya xwarinê heye
Li herêma Sahelê ku mîna şerîdekê ji rojhilatê parzemîna Afrîkayê dest pê dike û ber bi rojava ve dewam dike, ji ber ziwatî û şer, bi milyonan mirov di rewşeke xetere ya birçîbûnê de ne. -
Mîstûra hewl dide hevdîtinên Cenevreyê bide destpêkirin
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê roja Înê nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra biezimîne. -
Trûmp piştrast kir ku şefê CIA'yê serdana Koreya Bakur kiriye
Serokê DYA'yê piştrast kir ku şefê CIA'yê Mîke Pompeo bi dizî serdana Koreya Bakur kiriye û lîderê welêt dîtiye. -
Ji ber grîbê 13 hezar kes li Fransayê mirin
Hêla grîbê ku zivistanî li Fransayê dest pê kiribû û heta nîvê Nîsanê dom kir, bi dawî bû. -
Bombeyek li navenda Berlînê hate dîtin
Li înşaeteke nêzî gara trenê ya li navenda paytexta Elmanya Berlînê bombeyek hate dîtin. Şênî wê ji herêmê bên derxistin. -
Çalakiyên protestoyî yên li dijî Sarkisyan dewam dikin
Li dijî Serokkomarê berê yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan ku bi erkên zêdekirî bûye Serokwezîr, li paytexta Ermenîstan Erîvanê xwepêşandan têne lidarxistin. -
DYA û Koreya Bakur li hev rûniştin
Hate gotin beriya ku Serokê DYA’ê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un hev bibînin, ku plana wê hatiye girêdan Hezîranê hev bibînin, hevdîtinên bi ‘asteke pir bilind’ çêbûye. -
Rûhanî: Îran naxwaze êrîşî cîranên xwe bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, niyeta wan nîne ku êrîşî cîranên xwe bike, lê wê her şêwe çekên ku pêwîstiya wan ji bo parastinê pê heye çêbikin. -
Li Japonyayê kesên ku bi zorê hatine stewrkirin ji bîr nabin
Salên 50’î li Japonyayê bi hezaran kes bi yasaya ‘parastina ojenîk’ bi darê zorê hatin stewrkirin. Ev kes hê jî tişta ku bi wan hate kirin ji bîr nakin. -
Meclîsa Fransayê reforma rêyên hesinî qebûl kir
Pêşnûme qanûna li ser rêyên hesinî ku ev çend hefte ne li Fransayê bi grevan tê protestokirin ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve hate qebûlkirin. -
Macron li parlamenterên YE’yê re li ser dahatuya YE’yê axivî
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parlamena Ewropayê ji edede der 2 saetan bi parlamenteran re dahatuya YE’yê gotûbêj kir. -
Fransa: Guman heye li Dûmayê şopên çekên kîmyewî were tine kirin
Li gorî Wezareta Karê Derve yê Fransayê gumanên mezin hene ku li Dûmayê şopên çekên kîmyewî were tine kirin. -
Şêniyên Îsfahanê ji ber krîza avê daketin qadan
Welatî û cotkarên bajarê Îsfahanê yê Îranê, ji ber krîza avê ev çend roj in çalakiyan dikin. -
Rêyên Hewayî yên Fransayê dîsa kete grevê
Danûstandinên ji bo mafên xebatkarên Rêyên Hewayî yên Fransayê duh ji nû ve dest pê kirin. Ji ber grevê jî yek ji sê parên seferên balafiran ên îro betal bûn. -
DYA û Brîtanyayê Rûsya bi êrîşa sîber sûcdar kirin
DYA û Brîtanyayê hişyarî dan ku Rûsya hewl dide êrîşa sîber bibe ser saziyên cemaweriyê. -
Piraniya mirovên ji tayê dimirin zarokên kêmî 5 salî ne
Her sal 450 hezar kes li gelemperiya cîhanê ji ber tayê jiyana xwe ji dest didin. Piraniya van jî zarokên kêmî 5 salî ne. -
Flaman û Katalan piştgiriya hev dikin
Flamanên li Belçîkayê ku alîgirê cihêbûnê ne, têkiliyên xwe yên bi gelê Katalan re ku daxwaza serxwebûnê ji Spanyayê dike, bi pêş ve dibin. -
Kremlîn dixwaze diyalogê bi Washingtonê re deyne
Rûsya ligel ku têkiliyên wê yên bi DYA’yê re xerab bûye, dixwaze ku di navbera herdu welatan de diyalog pêk were. -
Macron: DAÎŞ biqede teahûdên leşkerî jî diqedin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, der barê mijara hebûna leşkerî ya li Sûriyeyê, rêveberên Parîs û Washingtonê li hev kirine. -
Moskowa pêşnûmeya welatên rojava ya li ser Sûriyeyê lêkolîn dike
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew pêşnûme biryareke DYA, Fransa û Îngilîstanê ya li ser Sûriyeyê pêşkêş kirine lêkolîn dikin. -
Serokê berê yê FBI: Ji aliyê sincî ve Trump ne hêjaye ku Serok be
Serokê berê yê FBI James Comey destnîşan kir ku Serokê DYA Donald Trump ji aliyê sincî ve ne hêja ye ku Serok be. -
Teleskopa nû ya NASA'yê dest bi vedîtina gerstêrkên nû dike
Ajansa Fezayî ya Amerîkayê (NASA), ji bo gerstêrkên ku jiyan lê heye tespît bike, teleskopa xwe ya nû dixe nava liv û tevgerê. -
DYA û Fransayê gotin ku wê li Sûriyeyê bimînin
Qesra Spî diyar kir ku mîsyona hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê wê dewam bike. Serokkomarê Fransayê jî ragihand, ku wan DYA di vê mijarê de qanih kirine. -
Celebên navdar ên heywanan diqelihin
Endamê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Franck Courchamp ji rojnameya 20 Minutes a Fransayê re axivî û diyar kir ku 10 celebên heywanên li cîhana rojava navdar in diqelihin. -
Rageşiya li Şerîa Rojava dewam dike
Hêzên Îsraîlê avêtin ser gelek cihên li Şerîa Rojava. Tê gotin, li Kampa Penaberan a El-Arubê şerekî dijwar qewimiye.