CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rêyên hewayî yên Fransa û Elmanyayê ketin grevê
Ji ber greva li rêyên hewayî yên Fransa û Elmanyayê bi sedan seferên balafiran betal bûn. -
Meksîka wê hevkariya xwe ya bi DYA re ji nû ve binirxîne
Hikumet Meksîkayê ragihand ku ji bo ji nû ve nirxandina hevkariya xwe ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re wan biryar standine. -
Meclîsa Fransayê tevî grevê jî pêşnûmeya li ser SNCF'ê qebûl kir
Tevî xwepêşandanên tund ên protestoyî û grevên ku ev hefteyeke li Fransayê têne kirin, pêşnûme qanûna ku şîrketa rêyên hesinî (SNCF) li reqabetê vedike hate qebûlkirin. -
Moskova: Li Dûmayê em rastî şopên çekên kîmyewî nehatin
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku li cihê ku tê gotin rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne, li gorî lêkolînên wan tiştekî wisa pêk nehatiye. Lavrov ji bo êrîşa hewayî ya li dijî rejîmê jî got, ‘gaveke bi xeter e.’ -
Îranê hişyariya ‘peymana nukleerê’ li DYA kir
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku heke DYA ji peymana nukleerê vekişe ew ê ‘poşman bibe.’ -
Talîbanê li Efganistanê êrîş kir: 6 polîs mirin
Li wîlayeta Sar-î Pûl ê li bakurê Efganistanê endamên Talîbanê êrîşî qereqolekê kirin û li vê derê 6 polîs mirin. -
Îran ji ber mirovan ziwa dibe
Li bajarê Galogah ê ser bi Mazandaran ê li rojhilatê Îranê, ji ber mirovan û guherîna avhewayê pirsgirêka avê rû daye. -
Koreya Bakur ji danûstandinên ji bo terikandina nukleerê amade ye
Hate ragihandin ku Koreya Bakur ji bo terikandina nukleerê amade ye bi DYA re nîqaşê bike. -
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser leşkerên Iraqê
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke bombeyî li baregeha leşkerî ya li bajarokê Hedise yê Ambarê kirin. -
'Di kêliya dawî de pêşî li êrîşa li Maratonê hate girtin'
Polîsên Berlînê 6 kesên ku amadekarî ji êrîşeke li beza nîv maratonê dikirin, destgîr kirin. Tê gotin, ku hucreyeke DAÎŞ'ê plan dikir ku êrîşê bike. -
Orban careke din bi ser ket
Li Macarîstanê bang li 5 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Li gorî encamên destpêkê, lîderê mûxafazakar Viktor Orban bi ser ket. -
Lula da Silva hate girtin
Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, ku cezayê wî yê 12 sal û mehek ê ji ber sûcdariya gendeliyê misoger bû, hate girtin. -
Li xeta Enqere-Atînayê çi dibe?
Rageşiya di navbeyna Yewnanîstan û Tirkiyê de zêde dibe. Tirkiye du leşkerên Yewnan ên ku rehîn girtine bernade, rêveberên Atînayê helwesta xwe tund dikin. Sedema krîza van heftiyên dawî çiye? -
Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana însên nekin amûra şantajê
Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras li dijî Tirkiyê, ku du leşkerên Yewnan rehin kirine helwesta xwe hişk kir. Çîpras got, jiyana însên nekin piyon an jî amûra şantajê. -
Li DYA’yê 366 roj ceza ji bo du alîgirên Erdogan hate birîn
Ji doza têkildarî êrîşa parêzvanên Erdogan a Gulana 2017’an a li DYA’yê ya li ser xwepêşandana aştiyane, ji bo 2 alîgirên Erdogan salek û rojek cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Gerîlayên FARC’ê yê berê pêvajoya aştiyê dinirxînin
Gerîlayên berê li mekanên ku ji bo agirbest û danîna çekan li herêmên bejahî yên berê hatibûn avakirin li hev kom bûn. -
Li Libnanê kirîza koçbaran: Wê alîkariyeke 11 milyar dolar bê kirin
Ji bo Libnan a ku malovaniyê ji beşeke mezin a koçberên ji ber şerê navxweyî yên li Sûriyeyê koç kirine dike, di qada navneteweyî de alîkariyeke mezin wê bê pêşwazîkirin. -
Îngîltere li Rojhilata Navîn baregeha leşkerî ya mayînde ava kir
Qralyeta Yekbûyî li Bahreynê yekemîn baregeha leşkerî ya mayînde, vekir. -
Xwendekarên Fransî bi maske û kûçik daxuyanî dan çapemeniyê
Xwendekarên zanîngeha Tolbîacê yên ku polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin û mesaja desteka li Kurdan dan, çalakiyeke balkêş kirin. -
Biryara berdana Puîgdemont hate dayin
Derbarê lîderê Katalan Carles Puîdemont de ku li ser daxwaza Spanyayê li Elmanyayê hate girtin, biryar hate dayin ku bi şertê kontrola edlî bê berdan. -
Lula wê bê girtin
Piştî biryara Dadgeha Bilind Brezîlyayê biryar hate dayin ku Serokdewletê berê Luiz Inacio Lula da Silva bê girtin. -
Spanya polîsên Katalan ên ku îxanet li gelê xwe nekirî dike hedef
Spanya ya ku ji Elmanya nekarî lîderê Katalan Puîgdemont bistîne niha jî dixwaze şefên polîsan ên Katalan mehkûm bike. -
Ewlekariya sînorê navbera DYA û Meksîkayê mijara nîqaşê ye
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump bi hezaran endamên artêşê şand ser sînorê Meksîkayê. Meksîkayê jî nerazîbûneke tund nîşanî van tevdîran da. -
Rê li ber girtina Lûla hate vekirin
Dadgeha Bilind a Brezîlyayê rê li ber girtina serokkomarê berê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva vekir. -
Mirina ji ber mayin û teqemeniyan salên dawî zêde bû
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi wesîleya 4'ê Nîsanê Roja Têkoşîna li dijî Mayinên Bejahî ya Navneteweyî hatin eşkerekirin, hejmara mirovên 3 salên dawî ji ber teqemeniyan mirin bi 2,5 qatî zêde bû.