4 Fîlîstînî hatin qetilkirin
Leşkerên Îsraîlê êrîş bire ser 'Meşa Vegerê ya Mezin' a Filistîniyan û 4 Filistînî kuştin.
Leşkerên Îsraîlê êrîş bire ser 'Meşa Vegerê ya Mezin' a Filistîniyan û 4 Filistînî kuştin.
Di roja 4'an de, ya 'Meşa Vgerê ya Mezin' a Filistîniyan de, leşkerên Îsraîlê li gel reşand, 4 kes hatin kuştin û 465 kes birîndar bûn.
Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne; Saad Abdel-Majîd Abû Taha (29), Mohammed Îbrahîm Ayoûb (15), Ahmed Rashad Daboûr Althamna (24) û Ahmed Nabûl Akel (25) ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşan de, ya li dijî 'Meşe Vegerê ya Mezin', ku Filîstînî jê re dibêjin, 'Roja Xaka Filîstiyan, heta niha 38 kes hatine kuştin.
Îsraîlê di 30’ê Adara 1976’an de dest danîbû ser gelek zeviyên Fîlîstiniyan. Komên Fîlîstinê ku vê rojê weke ‘Roja Xakê’ bi nav dikin û beriya çend rojan banga tevlîbûna ‘Meşa Vegerê ya Mezin’ kirîbû û gel jî danê sibê ve berê xwe da sînor.