Li gorî nûçeya di ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur KCNA û nûçeya ku ajansa Yonhap a Başûrê Koreyê ragihandî, rêveberiya Pyongyangê tesîseke girîng ya wê nukleerê bigre. Tesîsa mijara girtinê dikeve bakurê welat û bi vê ve girêdayî hemû projeyên ceribandina moşekan û nukleerê hate rawestandin.
Girtina tesîsên ceribandina nukleerê xuya dike ku wê rêveberiya Pyongyang ceribandina nukleerê bi qedîne.
Lİ gorî nûçeya KNCA’ yê, biryara ku îşev wê derbasdar bibe di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreyê de hatiye girtin.
Koreya Bakur sala derbasbûyî gelek ceribandina moşekan kirîbû û di meha Îlonê de jî ragihandibû wê ceribandina bombeya atomê bike. Ji ber van ceribandinan Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên din ên rojavayî nerazîbûneke tûnd nîşan dabûn.
Piştî gefên beramberî hev hatibû ragihandin ku di navbera DYA û Koreya Bakur de dest bi muzakerayan hatiye kirin. Herî dawî roja Çarşmeê Dîrektorê CIA Mîke Pompeo ku wê Wezareta Karê Derve yê Amerîka dewr bigre, ragihandibû ku muzakere ji aliyê serokê Koreya Bakurê Kîm Yong-ûn ve hatiye qebûl kirin.
Tê payîn ku Serokê DYA Donald Trûmp û Kîm Yong-ûn di meha Gulanê de bicivîn.