Ji Koreya Bakur biryara ‘aboriya modern û sosyalîst’

Rêveberiya Koreya Bakur bi biryareke surprîz ragihand ku ji roja Şemiyê û wir ve ew ê dawî li ceribandinên moşekên balistik bînin û tesîsa ceribandinê ya nukleerê girtine.

Koreya Bakur diyar kir ku ji niha û şûn de wê siyaseteke nû bidin ber xwe ew ê ‘aboriyeke serbixwe,modern û sosyalîst’ deyin.

Lîderê Koreya Bakur Jong Un got, ‘’Ji 21’ê Nîsanê û vir ve wê ceribandinên moşekên nukleerê û balistik ên navparzemînî yên Koreya Bakur werin sekinandin’’. Lîderê Koreya Bakur got tesîsa ceribandinê ya nükleere peywira xwe temam kiriye, ji bo ku bidin çespandin ku ew ê li ser soza xwe ya sekinandina ceribandinên bimînin wê vê tesîsê bigirin.

Jong Un got gelê Koreya bakur ji bo ku bombeya atomê çêbibe xwe birçî hiştiye,hêdî hêdî xebitiye û got, ‘’ew dixwazin dinyayeke wiha ava bikin ku dinya ji nükleere were paqijkirin.’’

Lîderê Koreya Bakur got dive partiya karker û hemû netew li ser ‘pêşvebirina aboriya sosyalîst’ raweste û got, ‘’Ev, xeta stratejîk a nû ya partiyê ye’’. Lîderê ciwan got, ‘’Armanca me ew e ku em aboriya netewî geş bikin, em wê bînin asta rabûnê, aboriyeke serbixwe, modern û sosyalîst ava bikin.’’

Partiya Karker a Koreya Bakur ji bo ku vê qonaxa nû gotûbêj bikin roja Înê civiyabû.

Balkêş e ku ev daxuyaniya Jong Un beriya civîna bi hevtayê wî lîderê Koreya Başûr Mon Jae-În e, piştî vê civînê Hezîranê lîderê Koreya Bakur û Serokê DYA’yê Donald Trûmp wê li hev rûnin.

Trûmp li ser daxuyaniya Jong Un got, ‘’Ji bo Koreya Bakur û cîhanê agahiyeke pir baş e’’ û got, ‘Pêşketine pir mezin e.’’  Trûmp her wiha got ew bê sebr  ku bi Jong un re rûne.