CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li San Francîsco cara pêşî ye ku jineke reşik dibe şaredar
Li bajarê San Francîsco yê DYA’yê cara pêşî jineke reşik dibe şaredar. -
Ji bo Ewropiyan pirsgirêka herî mezin ‘koç’ û ‘terorîzm’ e
Li gorî lêkolîneke ku li welatên YE’yê hatî kirin koç û terorîzm mîna du pirsgirêkên herî sereke û girîng têne dîtin. -
Şerê li Yemenê: Di roja duyemîn de 30 kes mirin
Li Yemenê, ji ber operasyona leşkerî ya Koalîsyona Ereb a li dijî milîsên Hûsî, heta niha bi dehan kes mirine. -
Îran: Em piştgiriyê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Qendîlê
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê General Ebûlfazil Şîkarçî diyar kir ku îddîayên Tirkiyeyê yên ku dibêje Îran piştgiriyê dide êrîşên li Qendîlê ne rast in. -
Rûsya dixwaze temenê malnişînbûnê zêdetir bike
Hikûmeta Rûsya temenê malnişînbûnê ku ev 90 sal in weke xwe ye, dixwaze zêdetir bike. -
Li Marsê bager rabû, pêwendiya bi robotê NASA’yê re qut bû
Li gerstêrka Marsê bagereke mezin a tozê rabû. Ev bager, wê hemû gerstêrkê dorpêç bike. Ji ber vê bagerê pêwendiya bi robotê Cûrîosîty qut bû. -
Li Kerkûkê êrîş çû ser navenda polîsan
Li Kerkûkê êrîşeyek bombeyi birin ser navenda polîsan, di êrîşê de sivîlek mir, 3 sivîl û 2 polîs birîndar bûn. -
Li Venezûelayê bi dehan mûxalîfên din hatin berdan
Rêveberiya Nicolas Maduro ragihand ku bi dehan mûxalîfên din hatine berdan. -
Qeşa li Antarktîkayê 5 salên dawî gelekî zû heliya
Cemeda li Antarktîkayê ku 90 ji sedî yê qeşa li tevahiya cîhanê li wir e, van pênc salên dawî qat bi qat zû dihele. -
NY, pêşnûmeya ku Îsraîlê mehkûm dike pejirand
Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşnûmeya ku Îsraîlê ji ber kuştina bi dehan kesî li Şerîda Xezayê mehkûm dike, pejirand. -
Li Yemenê bi deh hezaran sivîl ji cih û warê xwe bûn
Li Yemenê, bi operasyona Koalısyona Ereb a li dijî bajarê El Hudeyde re bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn. Tê texmînkirin ku krîza însanî girantir bibe. -
Piştî Brexîtê hejmara kursiyên li Parlementoya Ewrûpayê guherî
Piştî ku Brîtanya ji Parlamentoya Ewrûpayê veqetiya hejmara parlementeran kêm bûbûn. Parlementoyê pêşnûmaya têkildarî rêjeya nû qebûl kir. -
Li Koreya Başûr serketina mezin a hilbijartinê
Piştî peymana di navbeyna Koreya Bakur û DYA’yê de li Sîngapûrê hate îmzekirin, di hilbijartinên Koreya Başûr de Partiya Demokrat a li ser kar e serketineke mezin bi dest ve anî. -
Koalîsyona Ereb li Hudeydê operasyon da destpêkirin
Li Yemenê Koalîsyona Ereb bi ser bajarê Hudeydê de ku di kontrola milîsên Husî de ye, operasyon dane destpêkirin. -
Sadr û Koalîsyona Fetîh li hev kirin
Li Iraqê hewldanên ji bo avakirina hikumetê dewam dikin. Muqteda El Sadr ku di hilbijartina 12'ê Gulanê de bi ser ket, bi Koalîsyona Fetîh re li hev kir. -
NÛ BÛ-Li Parîsê bûyera dîlgirtinê bi dawî bû
Li paytexta Fransa Parîsê bûyera kesê bi çek ê ketî avahiya kargehekê û herî kêm 2 kes dîlgirtibû, pişt girtina polîsan a êrîşkar bi dawî bû. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe zêde kirin
Li herêma Dêrazorê ya Sûriyeyê û li Bûkemalê ya ku li ser sînorê Iraqê ye, şer girantir dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê di 8’ê Hezîranê de êrîşeke mezin dan destpêkirin. -
Di hevdîtina Trûmp-Kîm de peymana pakbûna ji nukleerê
Serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Qoreya Bakur Kîm Jong-ûn hevdîtineke dîrokî pêk anîn û di hevdîtinê de hevpeymanek hate mohrkirin. -
Trûmp: Sekinandina nukleerê ew ê gelekî zû dest pê bike
Di navbera serokê DYA’yê Donald Trûmp û serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de civîneke dîrokî hate kirin. Trûmp diyar kir ku ew ê sekinandina xebatên nukleerê gelekî zû dest pê bike. -
Civîna dîrokî: Trump û Kim Jung civiyan
Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kum Jong-un li Sîngapûrê bi hev re civiyan. -
Li Nîkaragûayê bi tundî dest li xwepêşandanan hate werdan
Li Nîkaragûayê ku xwepêşandanên li dijî hikumetê lê dewam dikin, tê gotin ku di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de şerekî dijwar qewimiye. -
Bala cîhanê li ser hevdîtina Donald Trump-Kim Jong-un e
Civîna bilind a navbera Serokê DYA Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, wê îro li Sîngapûrê pêk were. -
DYA qanûnên xwe yên li ser penaberiyê dişidîne
Rêveberiya DYA ku li dijî koçberiya ji Meksîka û welatên Amerîka Navîn helwesteke tund nîşan dide, di qanûnên xwe yên penaberiyê de guhertinên nû kir. -
Li Kabûlê êrîş: 12 mirî, 31 birîndar
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li pêşiya avahiya wezaretekê êrîşeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 12 kes mirin. -
ELN'ê ji bo hilbijartina tûra duyemîn agirbest ragihand
ELN ku li Kolombiyayê tevgera dawî ya aktîf a gerîla ye, ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê bi rengekî yek alî agirbest ragihand.