CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Schûlz: Erdogan wê hê bêhtir otorîte bibe!
Li Elmanyayê serokê berê yê SPD ku hevkarê koalîsyonê ye Martîn Schûlz got wê Erdogan piştî hilbijartinan hê bêhtir otorîter bibe. -
Li Elmanyayê nîqaşa ser Erdogan: Tirk entegre nabin
Piştî ku hibijêrên li Elmanya di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe dane Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanya nîqaşa entegrebûnê dîsa dest pê kir. Li gorî partiya Merkel Tirk entegre nabin. -
Di nava 2 rojan de zêdeyî 200 kes li Nîjeryayê hatin kuştin
Li Nîjeryayê di navbera sewalkarên koma etnîkî ya Poller a Misilman û cotkarên Xiristiyan de şerekî dijwar diqewime. Dawiya hefteyê zêdeyî 200 kes mirin. -
Îsraîlê li wesayitekê xist, Hamasê jî roket avêt
Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê li wesayita endamekî Hamasê xist. Tevgera Îslamî ya Fîlîstînê jî roket avêt Îsraîlê. -
Hayabûsa xwe gihand meteor: Wê li çavkaniya jiyanê bigere
Alava lêkolîna fezayî ya Japonyayê Hayabûsa 2 xwe gihand meteorê ku berê xwe dabû. Hayabûsa wê li ser avabûna sîstema rojê û çavkaniya jiyanê agahiyan bide hev. -
Fas: 10 hezar endamên DAÎŞ û El Qaîdeyê li Afrîkayê hene
Wezîrê Karên Derve yê Fasê Nasir Bûrîta got, niha li parzemîna Afrîkayê nêzî 10 hezar 'şervan'ên DAÎŞ û El Qaîdeyê hene. -
YE: Danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re nameşin
28 endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser perspektîfên berfirehbûnê yên yekîtiyê nîqaş kirin û gihîştin wê encamê ku danûstandinên bi Tirkiyeyê re bi pêş e naçin, lewma wê sernavekî nû venebe. -
Albanya û Makedonya wê dest bi danûstandinên endametiya YE bikin
Biryar hate dayin ku danûstandinên ji bo endametiya Makedonya û Albanya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) 'bi şert' dest pê bikin. -
DYA ji bo petrol ji Îranê neyê kirîn bang kir
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) zextê li welatan dike ji bo petrolê ji Îranê nekirin. Bi vê yekê tê xwestin ku îxracata petrola vî welatî heta meha Mijdarê biqede. -
Li Yemenê nava 24 saetan, 55 kes mirin
Di êrîşên nava 24 saetan ên li Yemenê hatin lidarxistin de, herî kêm 55 kes mirin. Di êrîşên li herêma Hûdeyda ya Yemenê de 55 kes mirin. -
Serokê dadgeriya Îranê Larîcanî gefa darvekirinê li çalakgeran xwar
Bi hezaran esnafên li Îranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk dikanên xwe girtin û daketin kolanan. Çalakiya dikandaran di roja duyemîn de didome. Larîcanî gefa darvekirinê li xwepêşanderan kir. -
'Rewşa li Tirkiyeyê dema Pînochet tîne bîra mirovan'
Yek ji çavdêrên Fransayî ku di dema şopandina hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê hatin destgîrkirin, senatora komunîst Chrîstîne Prûnaûd got, rewşa li Tirkiyeyê serdema Pinochet a li Şîlî tîne bîra mirovan. -
Li Îsraîlê dengdana li ser pêşnûmeya qirkirina Ermeniyan betal bû
Pêşnûmeya li ser qirkirina Ermeniyan wê vê Sêşemê li parlamenta Îsraîlê bihata nirxandin. Lê belê ji ber ku hikumet li ber rabû, betal bû. -
Yekîtiya Ewropa pêşî li endametiya welatên Balkanan vedike
Ji bo 6 welatên Balkanan ên namzetên endametiya Yekîtiya Ewroayê ne, hîn demeke nehatiye diyarikrin. Bang hate kirin ku divê yekîtî bi rengekî lezgîn bi van welatan xwe berfireh bike. -
Şermeke din a Ewropayê: Keştiya penaberan hîn li deryayê ye
Piştî koçberên li keştiyeke bi navê Aquarius, welatên Ewropayê dîsa dest bi nîqaşa li ser qebûlkirina keştiyeke bi tenê ku 230 koçber tê de ne, kirin. Bi vî rengî mohra xwe danîn binê şermeke din. -
Li Sûka Mezin a Tehranê xwepêşandanên esnafan mezin dibe
Bi hezaran esnafên li Îranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk dikanên xwe girtin û bi dirûşmên‘Dev ji Sûriye berdin, li rewşa me binêrin’daketin kolanan xwepêşandaneke mezin lidar xistin. -
Li Îranê esnafan dikanên xwe girtin û daketin kolanan
Bi hezaran esnafên li Îranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk dikanên xwe girtin û daketin kolanan. -
Li dijî Erebîstana Siûdî bi fuzeyan êrîş hate kirin
Hêzên parastina hewayî yên Siûdî ragihandin ku pêşî li du fuzeyê balîstîk hatine girtin ku ji Yemenê ber bi Riyadê ve hatin avêtin. Hûsiyan jî diyar kirin ku wan li hedefa xwe xistine. -
Li Nîjeryayê cotkar û sewalkar pevçûn: 86 kes mirin
Li navenda Nîjeryayê ev bi rojan e di navbera cotkar û sewalkaran de pevçûn diqewimin. Herî kêm 86 kesî jiyana xwe ji dest da. -
DYA dibe ku alîkariyê nede komên çekdar ên li Başûrê Sûriyeyê
DYA’yê ji komên çekdar ên li Başûrê Sûriyeyê got ku, “Heke Şam operasyonekê li dar bixe, em ê alîkariyê nedin we.” -
Li Elmanyayê ji ber teqîna li avahiyekê 25 kes birîndar bûn
Li bajarê Wuppertl ê Elmanyayê, ji ber teqîna li avahiyekê herî kêm 25 kes birîndar bûn. -
Ebadî û Sadr tifaq kirin
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî û lîderê olî yê şîa Muqteda Sadr diyar kirin ku wan tifaq kirine. -
Li hemberî serokê Zîmbabweyê sûîqesta bombeyî pêk hat
Li hemberî serokê dewleta Zîmbabve Emmerson Mnangagwa, di dema mîtîngê de êrîşeke bombeyî pêk hat. -
Li Nîkaragûayê ji ber şer 5 kes mirin
Li Nîkaragûayê ji ber şer doh herî kêm 5 kes mirin ku yek jê zarokekî kêmî 15 salî ye. -
Qesabxane li 16 welatan hate şermezarkirin
Parêzvanên mafên heywanan li 35 bajarên 16 welatan daketin qadan û qesabxane şermezar kirin.