CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Zanyaran hişyarî dan: Cîhan ziwa dibe, dibe çol
Servîsa zanistiyê ya Komîsyona Ewropayê diyar kir ku 75 ji sedî yê rûyê erdê bûye çol û xera bûye. Eger tedbîr neyên girtin ev rêje dibe ku sala 2050'î bibe 90 ji sedî. -
Li Endonezyayê şewat: Bi dehan keştiyên masîgiran şewitîn
Li girava herî tûrîstîk a Endonezyayê, li bendergeha Baliyê şewat derket. Ji ber şewatê bi dehan keştiyên masîgiran şewitîn. -
Li Erebîstana Siûdî êrîş li benda kontrolê hate kirin
Li Erebîstana Siûdî, roja Yekşemê li bendeke kontrolê ya hêzên ewlekariyê êrîşek hate kirin. Ji ber şer 4 kes mirin. -
Li Japonyayê herî kêm 100 kes ji ber baranê mirin
Hejmara mirovên ji ber baranê li rojavayê Japonyayê mirin zêde bû. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 100 kes mirine. -
Îtalya wê êdî penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin qebûl neke
Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî got, wê êdî penaberên li Derya Spî têne rizgarkirin qebûl nekin. Salvînî diyar kir ku sînorên welatê wan ji hemû tîmên alîkariyê yên navneteweyî hatiye girtin. -
Li Taylandê 6 zarok hatin rizgarkirin
Operasyona rizgarkirina zarokan didome, yên ku li Taywanê di şikeftekê de ev 15 roj in asê mane. Îro 6 zarok hatin rizgarkirin. -
Li Tûnûsê 6 endamên ewlehiyê hatin kuştin
Li bakurê rojavayê Tûnûsê di encama êrîşekê de 6 endamên ewlehiyê hatin kuştin. -
Li Taylandê zarokên di şikeftê de asê mabûn tên rizgarkirin
Li Taylandê operasyona rizgarkirina 12 zarok û antrenorekî futbolê ku ev 15 rojin di şikeftekê de asê mabûn, dest pê kir. Di qonaxa yekem de 2 zarok hatin rizgarkirin. -
Li Japonyayê ji ber rabûna lehiyê zêdeyî 60 kes mirin
Li bakurê rojhilat ê Japonyayê ev çend roj in bê navber baran dibare. Ji ber baranê lehî rabû û tê gotin ku herî kêm 60 kes ji ber lehiyê mirine. -
Norwêcê Somaliyekî 32 salan li Norwêcê bû dersînor kir
Polîs û Daîreya Koçberan a Norwêcê karekî din ê sosret kirin û Josof Ahmed Îsmaîl ê Somaliyî ku 32 salan li Norwêcê bû, dersînor kirin û şandin Tazmanyayê. -
Li Şîkagoyê li dijî rakirina çekan çalakî hate kirin
Li bajarê Şîkago yê DYA'yê, ji ber ku mirov dikarin bi hêsanî çekan rakin û ji ber vê yekê jî gelek mirov dimirin, çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. -
Plana Merkel li gelek bajaran hate şermezarkirin
Plana nû ya bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer ve hate amadekirin û deriyê welêt li penaberên nû digire, li gelek bajaran bi xwepêşandana hate şermezarkirin. -
Ji bo zarokên Taylandî dem kêm e
12 zarok û antrenorekî futbolê du hefte ne li şikefteke li binê avê ya li bakurê Taylandê asê mane. Ji bo rizgarkirina wan demeke kin heye. Asta oksîjenê ku li şikeftê hindik maye û baran astengiya herî mezin e. -
Li Japonya ji ber barana zêde 49 kes mirin
Ji ber barana zêde ya li bakurê rojhilatê Japonyayê herî kêm 30 kes mirin. Rêveberan diyar kir ku îro wê herî kêm 1.9 milyon kes bên veguhestin. Televîzyona NHK’ê jî ragihand ku herî kêm 49 kes mirine. -
Piştî peymana li Derayê bi hezaran kes vedigerin
Piştî ku rejîma Sûriyeyê û komên çekdar li herêma Derayê li hev kirin, bi hezaran kesên sivîl vedigerin malên xwe. -
Îranê elektrîka Iraqe birî li Hewlêrê protestoya elektrîkê
Îranê elektrika Irqaqe birî. Gel ji bo ku hikûmet çareserî nabîne dest bi proestoyan kir. -
Li Japonyayê ji ber baranê gelek kes mirin
Li rojavayê Japonyayê çar roj in baran dibare. Ji ber hezaz û lehiyê herî kêm 7 kes mirin û 1,6 milyon kes jî hatin tehliyekirin. -
Li Tehranê 8 kesên ‘bi DAÎŞ’êre têkildar’ hatin darvekirin
Li Îranê 8 kesên ku têkildarî êrîşa ser mozoleya Humeynî û parlamentoyê, ku 2017’an pêk hatibû, li Tehranê hatin darvekirin. -
Li Kolombiyayê bi hezaran kes li dijî cînayetan meşiyan
Li Kolombiya, li gelek bajaran bi hezara kes ji bo gelek lîderên civakî yên ku hatin kuştin meşiyan -
Hollandayê du endamên sefaretxaneya Îranê dersînor kir
Hollandayê du kesên ku di sefaretxaneya Îranê de bi akredite bûn dersînor kir. -
Di navbeyna YE’yê û Japonya de peymana bazirganiya serbest
Yekîtiya Ewropa (YE) û Japonya bi peymana bazirganiya serbest armanc dikin ku bacên gumrikê 95 ji 100’î rakin. -
Li Quebecê ji germa 54 kes mirin
Li eyaleta Quebecê ya Kanadayê ji ber germahiya zêde 54 kes mirin. -
Li DYA’yê bi hezaran penaberên zarok ji malbatên xwe dûr in
Li DYA’yê dawî li wê gavê anîn ku penaberên li girtîgehê ne, ji zarokên wan werin qutkirin lê dîsa jî hê 2 hezar zarok nedane malbatên wan. -
Li Derayê lihevkirin: Komên çekdar teslîm bûn!
Piştî bombebarana hêzên Sûriye û Rûsyayê li Derayê, komên çekdar û Rûsya carek din rûniştin ser maseyê muzekereyê. Hate ragihandin ku komên çekdar teslîm bûne. -
Li Pakistanê 10 sal ceza li serokwezîrê berê hate birîn
Li Pakistanê ji ber nelirêtiyê 10 sal cezayê girtîgehê li serokwezîrê berê Navaz Şerîf hate birîn.