CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Taylandê keştî noqî avê bû, herî kêm 30 kes mirin
Li peravên girava Phûket a Taylandê keştiyek noqî avê bû û di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Koçberên li Fransa wê êdî bi pîvana 'xwişk-biratiyê' bên parastin
Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê, ji sala 1789'an û vir ve yekemcar e ku 'xwişk-biratiyê' weke pîvanekê qebûl dike. Ev biryar ji bo alîkariya bi koçeran re hate dayin. -
Di navbera DYA û Çînê de şerê bazirganiyê dest pê kir
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sepandinên baca gumrukê ku li dijî Çînê amade kir, xiste meriyetê. Di navbera her du welatan de şerê bazirganiyê dest pê kir. -
Li Meksîkayê depoya fîşekên hewayî teqiya: 19 kes mirin
Li Meksîkayê ji ber teqîna li depoyeke ji fîşekên hewayî, herî kêm 19 kes mirin. -
Li Kanadayê zêdeyî 30 kes ji ber germê mirin
Li eyaleta Qûebec a Kanadayê ku şêniyên wê bi Fransî diaxivin, bi dehan kes ji ber germê mirin. -
Li Nîkaragûayê di xwepêşandanan de zêdeyî 300 kes mirin
Li Nîkaragûayê, xwepêşandanên li dijî hikumetê ev çend meh in dewam dikin. Di xwepêşandanan de ku polîs û çalakger bi hev dikevin, gelek xwepêşandêr mirin. -
Venezûela li dijî ‘dagirkeriya DYA’yê amade ye
Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro li dijî îhtîmala dagirkeriya DYA’yê bang li artêşê kir ku bila her dem amade bin. -
Hucreya Mandela ji bo şevekê tê firotin
Ji bo fînansekirina bernameya alîkariya girtiyên li Başûrê Afrîkayê, hucreya serokê dîrokî yê welat a Nelson Mandela ji bo şevekê derket ber firotinê. -
Li Kolombiyayê sê rojan carekê parêzvanekî mafê mirovan tê kuştin
Li Kolombiyayê li aliyekî danûstandinên aştiyê bi tevgera gerîla re tê kirin, li aliyê din jî êrîş li parêzvanên mafên mirovan tên kirin. Salên dawî 311 parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin. -
Yekîtiya Ewropayê mafê ger û geşta bê vîze guherand
Kesên ku pasaportên kesk û grî bi wan re hene û dixwazn biçin welatên Yekîtiya Ewropayê, wê êdî neçar bimînin ku 'destûra ger û geştê' bigirin. -
Li Bexdayê teqîn
Li Bexdayê 2 teqîn pêk hatin û kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn. -
AP: Trûmp xwest destwerdana leşkerî li Venezûelayê bê kirin
Hate îdîakirin ku Serokê DYA Donald Trûmp ji bo dawî li bûyerên li Venezûelayê bîne xwestiye ku destwerdana leşkerî lê bê kirin. -
Hejmara kesên ji ber teqîna Fûego winda bûn zêde dibe
Li Gûatemalayê, hejmara kesên ku piştî teqîna volkanê Fûegoyê winda bûn, zêde dibe. Tê gotin heta niha 332 kes winda ne. -
Doza ji bo darizandina bi sedan çeteyên Boko Haram dest pê kir
Li Nîjerê ku bi salan terora çeteyên Boko Haram lê rû da, doza ku bi sedan çete lê tên darizandin dest pê kir. -
Tirs û fikar hene ku bûyera li Fransayê mezin bibe
Li Fransayê, piştî ku ciwanek di dema kontrola polîsan de hate kuştin, çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Rayedar bi fikar in ku bûyer mezin bibin û ji bo 'aramiyê' bang kirin. -
Li Sûdanê li dijî konvoya alîkariya mirovî êrîşek pêk hat
Li başûrê Sûdanê li dijî konvoya alîkariyê êrîşek pêk hat û di êrîşê de kesek hate kuştin. -
Li Etiyopa tundiya etnîk: 1.2 milyon kesî koç kir
Li Etîyopya ku gelek komên etnîk lê dijîn ji Nîsanê ve ji ber bûyerên tundiyê li başûrê welêt 1.2 milyon kes neçar ma ku cihê xwe biguherîne. -
Li Bolîvyayê wê li binê avê muzeyek bê çêkirin
Hikumeta Bolîvyayê wê li nava gola Tîtîcacayê muzeyekê çêbike ku bi hezaran berhemên arkeolojîk lê hene. -
Li Endonezyayê keştiyek noq bû: 29 kes mirin
Li Endonezyayê ferîbotek noq bû û herî kêm 29 kes mirin. -
Li Fransayê hejmara întixara polîsan zêde dibe
Li gorî raporeke li Fransayê hate weşandin, hêzên ewlekariyê salên dawî ji ber Rewşa Awarte di nava şert û mercên zehmet de dixebitin û hejmara bûyerên întixarê gelekî zêde bûye. -
Mijara civîna KENY rewşa başûrê rojava yê Sûriyeyê ye
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku xwe li ber dagirkirina Efrînê kerr kiriye, wê sibe li ser şerê li başûrê rojava yê Sûriyeyê bi rengekî lezgîn bicive. -
Awûstûryayê xwest destnedana dîplomatê Îranî bê rakirin
Awûstûryayê xwest, mafê destnedanê yê dîplomatê Îranî bê rakirin ku bi hinceta tevlî plana li dijî mûxalîfên Îranî bûye hatiye destgîrkirin. -
Li Hûdeydeyê di nav du rojan de zêdetirî 50 kes mirin
Li bajarê peravî yê Hûdeyde yê Yemenê di nava du rojên dawî de sîvîl jî di nav de zêdetirî 50 kes mirin. -
Pompeo careke din diçe Koreya Bakur
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Pompeo di çarçoveya projeya 'Paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê' de careke din diçe wî welatî. -
Li Taylandê zarokên ku di şikeftê de mahsûr mabûn, hatin dîtin
Li bakurê Taylandê şikeftek di bin avê de mabû û 12 zarok û antrenorên wan ên fûtbolê di vê şikeftê de mahsûr mabûn. Hate ragihandin ku zarok sax in.