CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Karkerên fabrîqeyan li Belarûsê ketin grevê
Li dijî hilbijartina Aleksandr Lûkaşenko ya dîsa li Belarûsê bû serokkomar, di çarçoveya çalakiyên protestoyî de, xebatkarên fabrîqeyan dest bi grevê kirin. -
Piştî teqîna li Beyrûdê, hikumeta Iraqê hin tedbîr wergirt
Desteya Deriyên Sînor a li Iraqê ragihand ku deriyê Um Qesir ê li Besrayê ji berhemên ku zû agir pê dikevin vala dikin. -
Akar û Guler dîsa çûn Lîbyayê
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Artêşa Giştî ya Tirk Guler dîsa çûn Lîbyayê. Cara berê dema ku rayedarên Tirk çûbûn Lîbyayê êrîşî baregeha Vattiyeyê hatibû kirin. -
Li Somaliyê cîhadîstên Şebab êriş birin ser otelekê: 11 kes mirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, cîhadîstên Şebab ên ser bi El Qaîdeyê êriş birin ser otelekê. Di êrişê de 11 kes hatin kuştin. -
Li peravên Yewnanistanê erdheja bi 5.1 pileyî
Li peravên girava Îdra ya Yewnanistanê bi asta 5.1 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê, tiştek bi kesî nehatiye. -
Bi saya tîrêjên rojê ava deryayê wê bibe ava vexwarinê
Zanyaran parzûngehek çêkirin, ku ev parzûngeh bi rêya enerjiya ji rojê di nava 30 deqeyî de ava şor a deryayê dike ava vexwarinê. -
Li Somaliyê çeteyên Şebabê êrîşî otelê kirin
Li Somaliyê çeteyên Şebabê êrîşî otelê kirin, herî kêm 5 kes mirin. Rayedarên hikumetê jî hatine kuştin. -
Li Elmanya û Qibrisê Cejna Vejînê hate pîrozkirin-NÛ BÛ
Li Elmanya û Qibrisê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Li Bangkokê nêzî 10 hezar kes tevlî çalakiya demokrasiyê bûn
Li Bangkoka paytexta Taylandê nêzî 10 hezar kes tevlî çalakiya ji bo protestokirina hikumetê û ji bo reforma rejîma kraliyetê bûn. -
Li Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Meschedeya Elmanyayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi kelecanî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ala netewî ya Kurdan a Kesk, Sor, Zer hildan jor. Li Munîhê jî pîrozbahî hate kirin. -
Li Sûdanê ji ber lehiyê 63 kes mirin
Li Sûdanê ji meha Tîrmehê û vir ve ji ber lehiyê 63 kes mirin. -
Fransayê êrîşên Tirkiyê şermezar kir
Fransayê bombebarankirina dewleta Tirk a dagirker ya herêma Sîdekanê şermezar kir û tekz kiriye ku ew ê li pişt Iraqê bin. -
Li DYE’yê dibe nêzî 40 milyon kes bêmal bimînin
Li DYE’yê li gorî lêkolînekê dibe nêzî 40 milyon kirêdar, di mehên li pêşiya me de ji ber nedana kirêya malê, metirsî heye ku bê mal bimînin. -
Efganistanê dest bi berdana 400 endamên Talîbanê kir
Rayedarên Efganistanê dest bi berdana 400 girtiyên Talîbanê kir. Bi berdana girtiyan re tê payin ku hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin. -
Nûnerên 15 welatên Ereb û Efrîqayê wê li ser gefên Tirkiyeyê bicivin
Nûnerên 15 welatên Ereb û li Efrîkayê ji bo gefên Tirkiyeyê nîqaş bikin wê li Misirê bicivin. -
Li Belarûsê bi qasî 7 hezar çalakger hatine destgîrkirin
Li Belarûsê piştî hilbijartina serokkomariyê di çalakiyên protestoyê de roja Çarşemê 700 kes hatin destgîrkirin. -
Fransa li Rojhilatê Behra Spî hêza xwe ya leşkerî xurt dike
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ji ber ku Tirkiye li Rojhilatê Behra Spî xebatên xwe yê sondajê ya derqanûnî zêde kiriye, wê Fransa jî hêza xwe ya leşkerî xurt bike. -
Wesayitên bi elektrîkê dixebitin, zêde dibin
Kêmbûna maliyeta wesayitên bi elektrîkê dixebitin, dibe sedem ku ev wesayit hîn bêhtir bên bikaranîn. Li Îtalyayê ev yek eşkere bû ku nepêkan nîne. -
YE wê roja Înê ji bo Tirkiyeyê bicive
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê wê roja Înê bi awayekî awarte bicive. Civîn wê li ser Tirkiye û Belarûsê be. -
Cîhana Ereban dewleta Tirk şermezar kir
Parlementoya Ereban, li dijî êrîşên dewleta Tirk banga ‘çalakiyên lezgîn’ li Konseya Ewlekariya NY’ê kir. -
Helwesta aliyên siyasî yên Iraqê ya li dijî Tirkiyê zêde dibe
Piştî destdirêjiya Tirkiyê ya li ser navçeya Bradost a Başûrê Kurdistanê ku di encamê de du fermandarên payebilind ên Iraqê jiyana xwe ji dest dan, piraniya hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji Bexdayê xwestin ku helwest nîşan bide. -
Li Sûdana Başûr di navbera sivîl û leşkeran de şer: 127 kes mirin
Li bakurê Sûdana Başûr di navbera ciwanên civakeke herêmî yên ku nedixwestin çekê xwe teslîm bikin û leşkeran de şer çêbû. Di van şeran de 127 kes mirin. -
Konseya Kendavê li ber daxuyaniyên dewleta Tirk rabû
Konseya Hevkariyê ya Kendavê daxuyaniyên Tirkiyê yên li dijî Îmarat şermezar kir û bi gotina "Ewlekariya me parçe nabe" hişyarî da Tirkiyeyê. -
Li Port Sûdanê eşîr bi hev ketin: 25 kes mirin
Li bajarê Port Sûdanê ku duyemîn mezintirîn bajarê Sûdanê ye, di şerê navbera eşîran de herî kêm 25 kes mirin, 87 kes jî birîndar bûn. -
Yewnanistanê di mijara Tirkiyeyê de daxwaza civîneke bilind kir
Piştî ku Tirkiyeyê keştiya sondajê şand rojhilatê Derya Spî, Yewnanistanê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku li ser mijarê bi rengekî lezgîn civîneke bilind pêk bîne.