CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê ciwanên Kurd û Elman li dijî Neonaziyan meşiyan
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li dijî faşîzma Neonaziyan meşek hate lidarxistin. Çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê jî tevlî çalakiyê bûn. -
Serbazekî Fransayê bi nokertiya ji bo Rûsyayê tê sûcdarkirin
Serbazekî Fransayê ku li navendek a NATO’ya li Îtalyayê, bi nokertiya bi Rûsyayê re hate sûcdarkirin. -
Fransa: Ji bo diyalogê divê Tirkiye xwe ji aloziyan vekêşe
Fransayê bertek nîşanî “helwesta mezinkirina pirsgirêkan” a dewleta Tirk a li Rojhilatê Behra Spî da û diyar kirin ku ji bo diyalogê pêwîst e “dawî li zêdekirina pirsgirêkan bîne.” -
Alîgirên Naziyan niha jî bi navê 'dijberiya li maskeyan' sor dibin
Rastgirên tund ên li Elmanyayê, çalakiyên xwe yên "rabûna li ber bikaranîna maskeyan" radîkal dikin. Çalakger roja Şemiyê hewl dan bikevin hundirê avahiya parlamentê. 300 kes hatin destgîrkirin. -
'Têkildarî tundiya li jinê, dadgerî ketiye şûna kiryar'
Parêzer Cemîl Tûrhalli Balsak bal kişand ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan û got, "Dadgerî ketiye şûna kiryaran û hewl dide sparteyeke rewa ji tundî û kuştina jinê re biafirîne." -
Qêrîna 219 penaberî dawiyê hate bihîstin
Dawiyê alîkarî gihaşte beşek ji wan penaberan re, ku di keştiya Loîse Mîchel de ne û hunermendê kuçeyan ê Ingilîz Banksy ji bo ku penaberan xilas bike ev hiştî kirîbû. -
Li Çînê avahiyek rûxiya: 17 kes mirin
Li Çînê xwarinxaneyek rûxiya, herî kêm 17 kes mirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kesên di bin xirbeyan de jî didome. -
Li Kolombiyayê êrîş: Di 3 hefteyan de 42 kes hatin qetilkirin
Piştî muzakereya aştiyê ya li gel gerîlayên FARC’ê li Kolombiyayê ya ku êrîş li ser gel dewam dike, di nava 3 hefteyên dawî de 9 qetlîamên cuda pêk hatin. -
Li DYE’yê li dijî nîjatperestiyê daxwaza wekheviyê kirin
Li DYE’yê li dijî cihêkarî û tundiya polîsan li Washîngtonê bi hezaran kes ên çalakî kirin daxwaza wekheviyê kirin. -
Bagera Laurayê: Li gelek welatan bû sedema mirinê
Bagera Laurayê ku li Okyanosa Atlantîkê dest pê kirî li gel DYE'yê li Karayîpan jî karîger bû, tenê li Haîtî bû sedema mirina 31 kesî. -
Li Misrê şêwirmendê Îxwan El-Mislêmîn Mehmûd Izet hate girtin
Wezareta Kar û Barên Hundirîn ya Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro şêwirmendê Îxwan El-Mislêmîn Mehmûd Izet ji aliyên hêzên ewlekariyê ve bi operasyonekê hatiye girtin. -
Li Pakistanê baranên bi tund: Herî kêm 38 kes mirin
Li Pakistanê ji roja 27’ê Tebaxê heta niha ji ber baranên zêde yên ku bûyîn sedemê karesatên lêhiyê, herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Îsraîlê careke din bombe li Xezzayê barand
Artêşa Îsraîlê bi hinceta roketên Hamasê careke din bombe li Şerîda Xezzayê barand. -
DYE bi 'têkbirina aramiyê' Çînê sûcdar dike
DYE'yê li ser îdîayên ceribandina fuzeyan a Çînê li Derya Başûrê Çînê daxuyaniyek da û Çîn bi 'têkbirina aramiya herêmê' sûcdar kir. -
Li Nîjerê ji ber lehiyê zêdetirî 45 kes mirin
Li Nîjerê ku bi giştî ziwa ye û baran lê nayê hate ragihandin van rojên dawî ji ber barana zêde lepî rabûye û 45 kes mirine. -
'Rizgariya Ewropayê bi rizgariya Efrîkayê dibe'
Nivîskarê Etiyopyayî Asfa-Wossen Asserate destnîşan kir ku welatên Ewropayê divê dest ji piştevaniya dîktatoran berdin û 'ji bo rizgarkirina xwe' piştgiriyeke xurt bidin pêşveçûna Efrîkayê. -
Parlementoya Yewnanistanê lihevkirina bi Misrê re pejirand
Parlementoya Yewnanistanê, peymana li gel Misrê ya têkildarî Rojhilatê Behra Spî ku dewleta Tirk bi provakasyonan alozî lê derxistî, pejirand. -
Wezîra Parastinê ya Fransayê li Iraqê êrîşên Tirkan nîqaş dike
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo du rojan çû Iraqê. Li gorî medyaya Fransayê di rojeva Parly de DAÎŞ û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heye. -
Rastamala 21 zengînên Rojhilata Navîn 10 milyaran zêde bû
Rêxistina civaka sivîl a li dijî hejariyê OXFAM'ê got rastamala 21 zengînên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ji Adarê û vir ve 10 milyar li xwe zêde kiriye. -
ÛNICEF: Ji sê paran pareke zarokan ji perwerdehiyê mehrûm in
Fona Zarokan a Yekîtiya Neteweyî (ÛNICEF) diyar kir ku li temamî dinyayê şewba Covîd-19’ê bandor li nêzî 1,5 milyar zarokan kiriye û ji sê paran pareke zarokan ji perwedehiyê mehrûm in. -
Wezîra Parastinê ya Fransayê serdana Iraqê kir
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo du rojan serdana Iraqê kir. Hate ragihandin ku serdan di çarçoveya têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de ye. -
Li Komara Demokratîk a Kongoyê 20 kes hatin kuştin
Di êrîşa çeteyên cîhadîst a li ser 3 gundên Komara Demokratîk a Kongoyê pêkanî de, herî kêm 20 kes hatin kuştin. -
Li Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû, Tirkan ew rizgar nekirin
Yekîneyên ewlekariya peravê ya Yewnanê 96 kesên ku ki keştiya li perava girava Herkeyê noqî avê bûn rizgar kirin. Hate ragihandin ku dewriyeyên Tirk ên li qadê hewldan xebatên rizgarkirinê asteng bikin. -
Li Efganîstanê mirina ji ber bobelatê zêdetir dibe
Li bajarê Çarîkarê yê li bakurê paytexta Efganîstanê Qabûlê ji ber barana zêde lehî rabû û bi dehan kes mirin. Tirs ew e ku zêdetir mirov bimirin. -
Fransa: Rojhilatê Derya Spî ji bo Tirkiyeyê ne qada lîstikê ye
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly destnîşan kir ku rojhilatê Derya Spî ji bo hêrsa neteweyî ya Tirkiyeyê "ne qada lîstikê" ye.