CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Xelata Ekonomiyê ya Nobelê dan pisporên muzayedeyê
Xelata Ekonomiyê ya Nobelê dan Paûl Mîlgromê 72 salî û Robert Wîlsonê 83 salî yên ku derbarê optîmîzekirina firotinên muzayedeyê teoriyek çêkiribûn. -
Anketek li Elmanyayê: Dengê partiyên desthilatdar kêm dibe
Li gorî anketa saziya lêkolînê Kantar ku ji bo rojnameya Bîld Zeîtûngê çê kir, partiyên yekîtiya xiristiyan ên li desthilatdariyê (CDU/CSU) popularîteya ku di têkoşîna dijî şewba Covîd-19 de bi dest xistibûn, winda dikin. -
Nerazîbûna Atînayê ya li şandina 'Orûç Reîs': Gefê li aştiyê dixwe
Hikumeta Yewnanistanê jinûve şandina keştiya lêkolîna sîsmîk Orûç Reîs a dewleta Tirk ber bi Derya Spî ve mehkûm kir û destnîşan kir ku ev yek yekser gefê li aştî û ewlehiya heremê dixwe. -
Li Brezîlyayê rêxistinên sûc sûdê ji Bolsonaro werdigirin
Li Brezîlyayê ku bi serokdewletiya Jaîr Bolsonaro re hîn bêhtir mirovan rahiştin çekê, balkêş e ku rêjeya sûc jî zêde bûye. -
Hêzên Lîbyayê wê li Tûnûsê bicivin
Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku wê alîgirên ku li Lîbyayê şer dikin ji bo diyalogê wê ji nû ve di destpêka meha Mijdarê de, li Tûnûsê bicivin. -
Yêrîwan: Tirkiyê êrîşên li ser sivîlan koordîne dike
Rojek piştî agirbesta di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ya li Moskovayê pêkhatî, rêveberiya Yêrîwanê ragihand ku Îsraîl û Tirkiye di bin navê alîkariya mirovî de dron şandine. Li gorî Yêrîwanê, Enqere êrîşên li ser sivîlan koordîne dike. -
Li Idlibê dema konvoya Tirk derbas bû teqîn çêbû
Li gorî saloxan li Idlibê dema ku konvoya artêşa Tirk derbas dibû teqînek çêbûye. -
Li Qerebaxê 107 çeteyên Enqereyê hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Qerebaxê herî kêm 107 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Bernameya Xurekê ya Cîhanê hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin
Xelata Aştiyê ya Nobelê îsal pêşkêşî Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) a Neteweyên Yekbûyî hate kirin. -
Şerê Qerebaxê: Li Moskowayê hevdîtinan dest pê kirin
Hate piştrastkirin ku li ser vexwendina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê ji bo hevdîtinan we biçin Moskowayê. -
Îsraîl û Libnan wê sînorên deryayê gotebêj bikin
Hate ragihandin muzakereyên bi mebesta çareserkirina nelihevkirina derheqê sînoran a Libnan û Îsraîlê wê 14'ê Cotmehê dest pê bike. -
DYE niha jî bi zexta li ser bankayan Îranê tengav dike
Rêveberiya Trûmp ku bi biryar e 'serî li Îranê bide tewandin', niha jî saziyên fînansî û bankayên Îranê xiste lîsteya reş. -
FÎHD: Li Îranê darvekirin bê navber didome
Ferderasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û endamê wê Liga Mafê Mirovan a Îranê têkildarî darvekirinê raporek belav kir. Di raporê de hate gotin ku cezayê darvekirinê pir tê bikaranîn. -
Azerbaycanê dêreke Ermenan a dîrokî bomberdûman kir
Hate diyarkirin ku Azerbaycanê li Qerebaxa Jor dêreke dîrokî bomberdûman kir. -
Trûmp dixwaze heta dawiya salê leşkeran ji Efganistanê vekişîne
Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku ew dixwaze heta dawiya salê leşkerên Emerîkî yên li Efganistanê vekişîne. -
Kujerê Floyd bi kefaletê hate berdan
Polîsê ku George Floyd kuşt, bi berdêla kefaletê hate berdan. -
Her ku krîz giran bû, dewlemend bêhtir dewlemend bûn
Li cîhanê ji ber şewbê krîza aboriyê dewam dike. Di rewşeke wiha de çend hezar milyarderan sermayeya xwe gelekî zêde kirin. -
Li Rûsyayê cebilxaneyek teqiya
Li herêma Ryazan a Rûsyayê di cebilxaneyekê de teqinek çêbû, 10 gund zêdetir hatin valakirin. -
Îran: Sewqkirina terorîstan a herêma Karabaga Serî nayê pejirand
Serokwezîrê Îranê Hasan Rûhanî, got: “Sewqkirina hejmarên diyar ên terorîstên ji Suriyê û herêmên cuda ên li derdora sinorê Îran-Azerbaycanê nayê pejirandin.” -
YE: Divê rêgirî li mudaxeleyên derve ya li Qerebaxê bê kirin
Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser fikarên navneteweyî ya li ser tevlîbûna Tirkiye û Rûsya ya ji şerê li Qerebaxa Jorîn. -
Polîtîkaya êrîşkar a Erdogan wê li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin
Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh ji bo astengkirina êrîşên dewleta Tirk xwest bila parlemento biryarekê bistîne. -
Nîvê nifûsa Qerebaxê koç kir
Ji ber şerê bi Azerbaycanê re û bombardûmana lê hate kirin, nîvê nifûsa Qerebaxê koç kir. -
Dadgeha Yewnan: Berbanga Zêr 'rêxistina sûc' e
Li Yewnanîstanê biryara doza lîderê neo-nazî yê nîjatperest a Partiya Berbanga Zêr hate standin. Dadgehê bi 'rêveberina rêxistina sûc' damezirandêrê Berbanga Zêr ceza kir. -
Seranserî şevê Stepanakert hate bomberdûmankirin
Li Stepanakertê ya ku paytexta Komara Qerebaxa Jor e (Astrah) seranserî şevê ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve hate bomberdûmankirin. -
Li Venezûelayê enflasyon bû ji sedî 844
Li gorî daneyên ji aliyê Bankaya Cîhanê ve hatin weşandin, li Venezûelayê di navbera mehên Çile û Îlonê de enflasyon bû ji sedî 844.1.