Li Venezûelayê enflasyon bû ji sedî 844

Li gorî daneyên ji aliyê Bankaya Cîhanê ve hatin weşandin, li Venezûelayê di navbera mehên Çile û Îlonê de enflasyon bû ji sedî 844.1.

Bankaya Cîhanê ragihand ku tenê meha Îlonê enflasyon ji sedî 27.9 zêde bû.

Hate ragihandin ku enflasyon di navbera mehên Çile û Îlonê de gihîşt ji sedî 844.1.

Tevî ku li Venezûelayê rezervên petrolê yên girîng hene, krîza herî giran a dîroka modern lê heye. Veneûela veguherî welatekî welê ku enflasyona herî bilind a cîhanê lê heye. Li pey hev heft caran kete resesyonê.