CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şefê polîsan ê Katalan hate berdan
Dadgeriya Spanyayê biryara berdana midûrê emniyetê yê katalan da ku têkildarî referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê bi 'serhildanê' dihate sûcdarkirin. -
Ji ber volkaneke li Efrîkayê bi milyonan kes di bin xetereyê de ne
Li Efrîkayê volkana Nyîragongo dîsa çalak bûye. Tê diyarkirin ku ev yek ji volkana herî bi xetere ya dinyayê ye û bi milyonan kes di bin xetereyê de ne. -
Paşînyan: Armanca Erdogan qirkirin e
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Erdogan çek daye Azerbaycanê û got ku “Ji ber ku ew dixwaze qirkirineke din pêk bîne.” -
Li Fransayê operasyon; komele wê bên girtin!
Li Fransayê, piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty li naverastê bi serjêkirinê hate kuştin, serê sibehê li hemberî bi dehan kesî operasyon hate kirin. -
Di hilbijartinên Bolîvyayê de Arce yê nêzî Morales bi ser ket
Di hilbijartinên Serokkomariyê de yên li Bolîvyayê ku dawiya vê hefteyê hate lidarxistin, namzetê çep Lûîs Arce yê nêzî Serokkomarê berê Evo Morales bi ser ket. -
Fransa li dijî Îslama siyasî tedbîrên tund distîne
Li Fransayê, piştî ku serê mamosteyê bi navê Samûel Paty hate jêkirin, hikumetê danî ber xwe ku hin komeleyên weke 'dijminên komarê' pênase dike, bigire. Her wiha dersînorkirina bi sedan Îslamiyên radîkal jî xiste rojevê. -
Parlementerê Kirimê, ji bo Kîevê Tirkiye hişyar kir
Yurî Gûempel ê endamê parlementoya Kirim a girêdayî Rûsyayê diyar kir, ku pejirandina tevlîbûna Tirkiyê ya “Platforma Kirim” ê wê bibe “Xetayek stratejîk.” -
Li Bolîvyayê hilbijartina serokkomariyê
Piştî ku Evo Morales dan îstîfakirin gelê Bolîvyayê piştî salekê ji bo hilbijartina serokkomar çûn ser sindoqan. -
Rêxistinên Italî ji bo Rêberê Gelê Kurd tevgeriyan
Li bajarê Bologna yê Italyayê ji hêla Rete Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek hate lidarxistin. -
Erdogan hewl dide li Fransayê jî demografiyê biguherîne!
Parlamenterê herêma Val d'Oîse ya Fransayê Françoîs Pûpponî yê sosyalîstê berê diyar kir ku rejîma Erdogan ji bo bandorê li siyaseta li welatê wan bike, torên xwe xistiye nava liv û tevgerê. -
Li gorî Îranê, ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû
Îranê ragihand, ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya peymana nukleerê de bi dawî bûye. -
Li Parîsê sîteyeke mirovên Neandertal hate dîtin
Li qiraxa çemê Seîne yê paytexta Fransa Parîsê, sîteyeke mirovên Neandertalê hate dîtin. -
Li Bexdayê buroya PDK’ê şewitandin
Li paytexta Iraq a Bexdayê buroya PDK’ê ji aliyê kesên nêzî hêzên Heşdî Şebî ve hat şewitandin. -
Li Fransa êrîş: Serê mamostayê dîrokê hate birîn
Li Fransayê di saetên şevê de kesê ku serê mamostayekî dîrokê birî, ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
Li Yewnanistanê bertekên li dijî mudexeleya Tirkiyê ya li Qerebaxê
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîasê ku serdana paytexta Ermenistanê Êrîvanê kirî, bertekên xwe nîşanî tevlîbûna dewleta Tirk a şerê li Qerbaxa Jor da. -
Ozcan: DYE bi Bîden re wê were ser eyarê berê
Nûnerê HDP'ê yê Washîngtonê Giran Ozcan diyar kir bi Bîden re wê DYE li eyarên berê vegere û têkiliyên bi Tirkiyê re wê kambaxtir bibin. -
Paşînyan: Tirkiyeyê Azerbaycan dehf da
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Tirkiyeyê Azerbaycan ji bo şer dehf da û destnîşan kir, ku agirbest jî ji ber heman sedemê bi cih nehatiye anîn. -
‘Welatên cîranê Lîbyayê divê hîn çalak bin’
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drîan ku serdana Cezayîrê kir, ji welatên cîran xwest ku di mijara Lîbyayê de hîn bêhtir çalak bin. Cezayîrê jî ragihand ku ew ji navbeynkariyê re amade ye. -
Ji ber baranê li Hindistanê bi kêmanî 30 kes mirin
Ji ber barana dijwar û lêhiyê ya li başûrê Hindistanê bi kêmanî 30 kes mirin. -
Parîs û Berlîn nerazîbûn nîşanî ‘provakasyonên’ Tirkiyeyê da
Frans û Elmanya nerazîbûn nîşanî ‘provakasyonên nayên qebûlkirin’ ên dewleta Tirk a li Behra Spî da, destnîşan kir ku li diyalogê nevegerin wê pêkanînan werin sepandin. -
Serokkomarê Kirgizistanê îstifa kir
Serokkomarê Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov, bi hêviya ku dawî li kaosa siyasî ya piştî hilbijartinan rû da, îstifa kir. -
Azerbaycan bombe li Ermenistanê barand, şer giran dibe
Azerbaycan ku pişta xwe dispêre Tirkiyeyê ragihand ku wan li navendeke fuzeyan a li Ermenistanê xistine. Metirsî heye ku ev rewşa nû şer girantir bike. -
Li Efganistanê bi deh hezaran kes ji şer direvin
Li Başûrê Efganistanê ev serê çend rojan e ku şerekî giran heye. Bi deh hezaran kesan malên xwe berdan. -
Peymana bêçekdarbûna nukleer bidawî dibe
Peymana bêçekdarbûna nukleer a di navbeyna DYE û Rûsyayê de New Start serê 2021'ê bidawî dibe lê hê jî di navbeyna du welatan de li ser lihevkirina peymanê ti lihevkirin çênebûye. -
Li Maliyê 12 leşker hatin kuştin
Di êrîşa li Maliyê pêk hat de 12 leşker hatin kuştin.