CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rîo de Janeîro teslîmî çeteyan hate kirin
Li Rîo de Janeîro ya Brezilyayê serweriya komên krîmînal berfireh dibe. Bi Bolsonara re çete serwerî nîvî bêhtir ê bajêr bûn. -
Li Gîneyê di hilbijartinên serokkomariyê de Condê bi ser ket
Li Gîneyê di hilbijartinên serokkomariyê de Alpha Condê yê 82 salî bi ser ket. Lê belê encamên hilbijartinê pêwîst e ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve bê erê kirin. -
NATO mîsyona xwe ya li Iraqê bi hêz dike
Mutefîkên DYE’yê jibo bihêzkirina mîsyona xwe ya NATO ya li Iraqê lihev kir, Washîngton di mijara yek alî ya vekişîna hem ji Iraq û hem jî ji Efganistanê hişyar kir. -
Doza Stûttgartê: Em Kurd bûn û me nekarî bêdeng bimana
Veysel S., ku daxwazname dayî dadgeha doza ku siyasetmedarên Kurd li Stûttgartê ya Elmanyayê dihate darizandin, got ez Kurd bûm û min nekarî ku li bara êrîşên dirindê bêdeng bimama. -
Peymana Libyayê, banga DYE’yê û sabotaja Erdogan
Li Libyayê alî li ser agirbesteke mayinde û demildest li hev kirin. Li gorî peymanê divê leşkerên kirêkirî derkevin. Washîngtonê xwest ku leşkerên kirêkirî vekişin. Erdogan hewl da ku agirbestê sabote bike. -
Pentegonê Tirkiye hişyar kir: Wê encam giran be
Pentegon dewleta Tirk a berî demeke kin sîstema parastina esmanî S-400 a ji Rûsyayê kirîbûn ceriband hişyar kir û destnîşan kir ku wê bandorên giran li têkiliyên bi Tirkiyeyê re bike. -
Artêşa Malî gundekî di destê çeteyan de bû, kontrol kir
Hêzên dewletê yên Malî ragihandin ku wan gundekî nifûsa xwe 2 hezar kes e ji destê çeteyan derxistine. -
Ji ber qirêjiya hewayê 500 hezar zarokên nûza mirin
Li gorî lêkolîneke li DYE'yê 2019'an di serî de li Hindistan û Efrîkaya jêra Sahrayê 476 hezar zarokên nûza kuştin. -
Fîlîstîniyan piştî 103 salan doz li Brîtanyayê vekirin
Fîlîstîniyan doza tazmînatê li Deklarasyona Balfoûrê vekirin ku beriya 103 salan Brîtanya Mezin bi rêya vê peymanê destûr da avabûna dewleteke Îsraîlê. Fîlîstînî îdîa dikin ku ev peyman bûye sedema êş û azaran. -
Li Idlibê 6 ji wan fermande, 15 çeteyên HTŞ’ê hatin kuştin-NÛ BÛ
Li Rojavayê Idlibê êrîşeke ya bi dronan li ser çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku di civînê de bûn pêk hat. -
Li Endonezyayê hezana axê: 11 karkerên madenê mirin
Rayedarên Endonezyayî diyar kirin ku ji ber sedemê hezana axê ya di encama barana zêde de çêbûyî, 11 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. -
Miftiyê Şamê di encama êrîşeke bombeyî de mir
Miftiyê Şamê Adnan Alafyûnî di encama êrîşeke bombeyî ya li ser wesayîta wî jiyana xwe ji dest da. -
Artêşa Efganistanê ji hewayê êrîşî Talîbanê kir
Artêşa Efganistanê ji hewayê êrîş bir ser Talîbanê. Zarok jî di nav de 12 kes mirin û 14 kes birîndar bûn. -
Li Kolombiyayê protestoyên li dijî hikumetê didome
Li Kolombiyayê li dijî hikumeta Ivan Dûqûe ya rastgir greva giştî ya 4’emîn hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî grevê bûn. -
Îran sîstema parastina hewayî ya 'xwecihî' diceribîne
Piştî ku rejîma Îranê ragihand ku ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bûye, Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo sîstema parastina hewayî ya 'xwecihî' biceribîne, dest bi tetbîqatên leşkerî kirin. -
Li Nîjeryayê çi dibe?
Li Nîjeryayê, di xwepêşandanên dijî rêveberiya nebaş a welêt û tundiya polîsan de herî kêm 12 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. -
Atîna: Enqere bi 'fantaziyên emperyalîst' tevdigere
Serokwezîrê Yewnanîstanê Kirîakos Mîçotakîs dema ku bi Serokkomarê Qibri û Misirê re li Lefkoşayê axivî, got Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî bi 'fantaziyên emperyalîst e' tevdigere. -
Li Lîbyayê herî kêm 15 koçber xeniqîn
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Çarşemê di keştiyekê de ya li peravên Lîbyayê noqî binê avê bû, herî kêm 15 koçber xeniqîn. -
Endamên NATO'yê lêçûnên leşkerî zêde dikin
Endamên NATO'yê yên li Ewropayê û Kanadayê, lêçûnên leşkerî îsal jî zêde kirin. -
Êrîvan: Çareseriyek dîplomatîk nîne; an serkeftin an têkçûn!
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan diyar kir ku li ser mijara şerê li Qerebaxa Jor bi Azerbaycanê re çareseriyek dîplomatîk ne gengaze û banga çûyîna çeperan li xwebexşan kir. -
Di êrîşa Îsraîl a li Sûriyeyê de 3 milîsên Îranê hatin kuştin
Di êrîşa hewayî ya ji aliyê Îsraîlê ve ya li herêma Kûneytra ya Sûriyeyê de 3 endamên koma Hîzbûllah a Îran wê destek dike, hatin kuştin. -
Hê jî 545 zarokên koçber ên ji malbatan qût kirin winda ne
Hê jî ti agahiyek ji 545 zarokên ku dema ketin DYE’yê ji malbatên wan hatin qûtkirin, nayên girtin. -
Li Efganistanê bi kêmanî 25 leşker mirin
Di kemîna tê texmînkirin de ku ji aliyê Talîbanan a li eyaleta Takhar a Efganistanê pêk hat, bi kêmanî 25 leşker hatine kuştin. -
Hêzên dewletê yên Nîjeryayê gelek çalakger kuşt
Li Nîjeryayê ji bo rêveberiyeke baş û li dijî şîddeta polîsan xwepêşandan zêde bûbûn. Tê diyar kirin ku hêzên dewletê gelek çalakger kuştiye. -
Li Fransayê operasyonên dijî Îslamiyên radîkal didome
Li Fransayê Kolektîfa Şêx Yasîn jî di nav de wê gelek saziyên têkilî Îslamiya radîkal werin girtin.