CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Aliyên Lîbyayê li ser nexşeya rê li hev kirin, hilbijartin wê bê kirin
Di encama danûstandinan de yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê hatin kirin, aliyan li hev kirin ku di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartin bê kirin. -
Li Urdunê hilbijartinên giştî pêk hat
Li Urdunê bi tevlîbûneke gelekî kêm, hilbijartinên giştî pêk hat. -
YE ji bo perwerdekirina meleyan dixwaze enstîtuyê ava bike
Yekîtiya Ewropayê (YE) israr dike, ku ji bo meleyên li mizgeftên welatên endam wezîfeyê bike, enstîtuya perwerdeyê bê avakirin. -
Li Meksîkayê rojnamevanekî din hate kuştin
Li Meksîkayê, rojnamevan Îsrael Vasqûez ku ji rojnameya bi navê El Salmantîno re dixebitî, hate kuştin. -
Danûstandinên Lîbyayê: Bidawîbûna destwerdana derve girîng e
Neteweyên Yekbûyî, ji danûstandinên navbera aliyên Lîbyayê xweşbîn e. Tûnis ku malovaniyê ji van hevdîtinan re dike, destnîşan dike ku ji bo aştiyê, bidawîbûna destwerdana derve girîng e. -
Têkildarî Qerebaxê peyman hate îmzekirin
Serokê Ermenistanê diyar kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bîne wî mohra xwe daniye binê peymaneke 'bi êş'. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê 'hêza aştiyê' li herêmê bê bicihkirin. -
Azerbeycan a helîkoptera Rûs xist, lêborîn xwest
Azerbeycanê erê kir ku li Ermenistanê helîkoptera Rûsya ya ketî ji aliyê wan ve hatiye xistin û lêborîn xwest. -
Li Ermenistanê helîkopterekî Rûsya kete xwarê
Hate ragihandin ku li nêzî sînorê Qerebaxa Jor helîkopterekî Rûsya ketiye xwarê û 2 kes jî mirine. -
Fikra NY ji bo hevdîtinên li ser Lîbyayê erênî ye
Alîyên li Lîbyayê da ku ji bo hilbijartinê nexşerêyekê çêbikin wê roja Duşemê li paytexta Tûnûsê dest bi hevdîtinan bike. Tê diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî bi erênî li van hevdîtinan dinihêre. -
Bagera Etayê berê xwe da Kubayê
Bagera Eta ku li gelek welatên Amerîka Navîn bû sedema mirina derdora 200 kesî, roja Yekşemê gihîşt Kubayê. Tê payin ku bager di ser Atlantîkê berê xwe bide Florîdayê. -
Li Gurcistanê bi deh hezaran kesî xwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin
Li Gurcistanê bi deh hezaran kes roja Yekşemê daketin qadan û xwestin ku hilbijartin ji nû ve bê kirin. -
Bîden bû serokê DYE’yê
Senator Joseph Bîden ê DYE’yê di hilbijartina Seroktiyê de bi ser ket. -
DYE'yê rêxistineke Misilman a Çînî ji lîsteya reş derxist
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand ku wan rêxistina Etîman a Misilman a Çînî ji lîsteya 'rêxistina terorê'' derxistine. -
Ji ber bagera Etayê 170 kes an mirin an jî winda bûn
Bagera Etayê li Emerîkaya Naverastê didome, heta niha bû sedem ku 170 kes bimirin an jî winda bibin. Bobeltaê bandor li sed hezaran kesî kir. -
Girêdayî êrîşa li Viyanayê li Elmanyayê avêtin ser malan
Piştî 4 roj li ser êrîşa ji aliyê sempatîzanek ê DAÎŞ’ê li paytexta Ewûstûrya Viyanayê hatî lidarxistin, girêdayî vê êrîşê li Elmanyayê di ser malan de girtin. -
Di hilbijartinên Serokatiyê yên DYE'yê rewş hîn jî nediyar e
Ji bo serketiyê hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê diyar bibe encamên jimartina dengên li 5 eyaletan divê. -
Li Fransayê mafê koç û welatîbûnê bûye mijara nîqaşê
Li Fransayê ku meha dawî bûye hedefa êrişên cîhadîst, hikumetê ragihand ku wê ji bo astengkirina koça neqanûnî gavan biavêje. Muxalefeta rastgirî jî dixwaze di mijara koça qanûnî de jî tedbîrên tund bên girtin. -
Serokkomarê Kosovayê yê îstifakirî Taçî li Laheyê hate girtin
Serokkomarê Kosovayê Haşîm Taçî ku ji ber sûcê şer doz lê hate vekirin, piştî ku îstifa kir teslîmî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bû. Taçî hate girtin. -
Li Bakurê Idlibê baregehên artêşa Tirk hatin bombebarankirin
Balafirên şer ên rejîma Sûriyê baregehên dewleta Tirk a li Bakurê Idlibê û derdora wê bombe kir. Di encama bombebaranê de gelek kuştî û birîndarên sivîl çêbûn. -
Li Kamerûnê êriş li 4 dibistanan bû
Hikumeta Kamerûnê ragihand, li herêma bi Îngilîzî diaxive ku navbera serhildêrên 'cihêkar' û Hêzên ewlekariyê de şer diqewime, du rojên dawî êriş li 4 dibistanan bûn, 6 mamoste û 10 xwendekar hatin revandin. -
Fransa: Li dijî Tirkiyê hemû alternatîf li ser mêze ne
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean- Yves Le Drîan diyar kir ku peywendiyên di navbera Fransa-Tirkiyê ji rêjeyek nayê pejirandin derbas kiriye û tevgerên wê “gef” in, hemû alternatîfên li dijî Tirkiyê li ser mêze ne. -
El Xerbî: Erdogan wê bi ser nekeve
Serokê Giştî yê Civat-Komeleya Rojnamevanan a Erebistana Siûdî Naser El Xerbî destnîşan kir ku Erdogan wê negihêje armanca xwe. -
Aliyên li Lîbyayê ji bo bicihanîna agirbestê li hev kirin
Heyetên leşkerî yên aliyên Lîbyayê, ji bo bicihanîna agirbestê li ser nexşeyeke rê li hev kirin. -
Di destê sivîlan de zêdeyî 850 milyon çek hene
Li gorî projeya lêkolînê ya bi navê Small Arms Survey, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Bilind a Navneteweyî û Pêşveçûnê ve hate meşandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm milyarek çek tên bikaranîn. Ji sedî 85 ê van çekan di destê sivîlan de ne. -
Êrîşa li Viyanayê DAÎŞ’ê girte ser xwe
Êrîşa ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê 2’ê Cotmehê ku 4 kes hatin qetilkirin, çeteyên DAÎŞ’ê girte ser xwe.