Rojnameger Robert Fîsk rehmet kir

Rojnameger û nivîskar Robert Fîsk ê ku di rojnameya The Independent de nûçegihanê Rojhilata Navîn bû, jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rojhilata Navîn ê rojnameya The Independentê Robert Fîsk rehmet kir. Hate diyarkirin ku Fîsk ê 74 salî  roja Înê rakirine nexweşxaneyê û li vir rehmet kiriye.

Fîsk nûçegihanê Rojhilata Navîn a rojnameya The Independentê bû û 30 salan xebitî.  Fîsk şerê DYE yê li Efganistanê û dagirkeriya li ser Iraqê ya di sala 2003’an de jî ji nêz ve şopand û pirtûk nivîsî.