CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Pakistanê şape rabû: 48 kes mirin
Li Pakistanê ji ber barana mûsonê ya li rojavayêbakur ê welêt şape rabû, heta niha 48 kes mirine. -
Li Lîbyayê agirbesta ji bo biserhevhatina eniya Îxwan!
Pisporên Ereb piştî biryara agirbestê ya li Libyayê pevçûna desthilatê ya li eniya Îxwan nirxandin. Pisporan gotin, ev qelş zû bi zû wê neyê girtin, lê heta ku dewleta Tirk eniya Îxwan bi ser hev de bîne wê agirbest bidome. -
Atînayê bersiv da: Heta keştiyên Tirk venekişin, alozî naqede
Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê, îdîayên li ser danûstandinên bi Tirkiyeyê re derewandin û careke din destnîşan kir ku wê ji şertê xwe yê vekişîna hemû keştiyên şer ên Enqereyê tawîzê nedin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî leşkerên Iraq û Heşdî Şehbî kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Pîrahmet ê Duzxurmatu ya Iraqê êrîşî hêzên Iraq û Heşdş Şehbî kirin. Leşkerek mir û yek jî birîndar bû. -
YE piştgirî da Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî
Yekîtiya Ewropayê piştgirî da Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya ku DYE zext lê dikir. -
Madûro ji YE û NY'ê daxwaza çavdêran ji bo hilbijartinê kir
Hikumeta Venezûelayê ji bo hilbijartinên giştî yên 6'ê Kanûnê bang li Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku çavdêran bişînin. -
Îsraîl wê cenazeyên Fîlîstîniyên ku kuştiye radest neke
Hikumeta Îsraîlê ragihand, cenazeyên Fîlîstîniyên ku di şerê dijî hêzên ewlekariyê û xwepêşandanan de hatine kuştin wê êdî radestî malbatên wan neyên kirin. -
Washîngtonê dest ji rakirina bîrdariyên koledaran berda
Şaredariya paytexta DYE'yê Washîngton DC, hewldana xwe ya ji bo rakirina bîrdariyên koledaran, bi bandora rêveberiya Trûmp betal kir. -
Li Kamerûnê êrîş: 9 kes hatin kuştin, 14 jî birîndar bûn
Di êrîşeke întixarî de ku li gundeke yê Kamerûn ku koçber lê sitirîbûn pêk hat, 9 kes mirin, bi kêmanî 14 kes jî birîndar bûn. -
Rêxistina Efûyê: Li Îranê êşkenceyên giran li çalakgeran hate kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê piştî çalakiyên protestoyê yên par û heta niha êşkence li gelek çalakgeran hatiye kirin û cezayê giran ê girtîgehê li sedan kesan hatiye birîn. -
Hikumeta Efgan ji bo danûstandinan 200 Talîbanên din jî berda
Hikumeta Efgan ji bo bi Talîbanê re dest bi danûstandinan bike, 200 endamên din ên Talîbanê berda. Rêveberiya Kabîlê ji bo danûstandinan heyetek şand Dohayê. -
Pentagon: Çîn dibe ku ji aliyê leşkerî ve DYE'yê li pey xwe bihêl
Wezareta Parastinê ya DYE'yê Komara Gel a Çînê sûcdar kir ku hewl dide kapasîteya xwe ya nukleerî bi du qatî zêde bike û hejmara fuzeyên balîstîk ên bi serikên nukleerî zêdetir bike. Wezaretê diyar kir, Çîn dibe ku artêşa Emerîkayê li pey xwe bihêle. -
DYE'yê ambargoya li ser Qibrisê sivik kir
Rêveberiya DYE'yê di rewşeke wiha de ku rageşiya Tirkiyê û Deryaya Spî geş dibe ambargoya çekan ku ev ji 30 salî zêdetir e didomîne, sivik kir. -
Macron ji bo serweriya Iraqê bi NY'yê wê gav bavêje
Hate ragihandin Macron ê ku vê sibehê wê were Bexdayê bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser serweriya Iraqê wê gavan bavêje, îhtîmala ku êrîşên dagirker ên Tirkiyê wê bibe hedef zelal dibe. -
Ji bo dawî li şêrê Israîl û Hamasê were peyman
Rayedarên Israîlî û Hamasê ya ku li Şerîda Xazeyê desthilat e, ragihandin ji bo ku şerê vê meha dawî bidawî bibe li hev kirine. -
Pêşnûmaya li ser çeteyan hate vetokirin
DYE dixwest ku çeteyên hatine Sûriye û Iraqê vegerin welatên ku jê hatine, pêşnûmaya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dixwest çeteyan piştî ku li van welatan cezayê xwe kişandin û vegerin, veto kir. -
Li du restorantên EEY teqîn pêk hat
Li bajarên Dûbaî û Abû Dabî yên Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) li du restorantan teqîn pêk hat, kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn. -
Macron diçe Bexdayê
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di vê pêvajoyê de ku aloziya di navbera wan û Tirkiyeyê de zêde dibe wê biçe serdana Bexdayê. -
Hikumeta Sûdanê bi tevgerên serhildêr re li hev kir
Di navbera hikumeta Sûdanê û gelek tevgerên serhildêr re li paytexta Sûdan a Başûr Cûbayê peymana aştiyê hate îmzekirin. -
Artêşa Misirê: 77 ‘tekfîrperwer’ hatin kuştin
Artêşa Misirê diyar kir ku wan li dijî ‘hucreyên terorîst’ operasyon li dar xistine û 77 ‘tekfîrperwer’ kuştine. -
Tirkiye gefa ‘şer’ li Yewnanistanê dixwe
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavûşoglû gefa şer li Yewnanistanê xwar. Yewnanistan jî balê dikişîne li ser bikaranîna mafê serweriyê ya Atînayê û dibêje ku bikaranîna wê mafê girêdayî vetokirina Tirkiyeyê nîne. -
Li Berlînê ciwanên Kurd û Elman li dijî Neonaziyan meşiyan
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li dijî faşîzma Neonaziyan meşek hate lidarxistin. Çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê jî tevlî çalakiyê bûn. -
Serbazekî Fransayê bi nokertiya ji bo Rûsyayê tê sûcdarkirin
Serbazekî Fransayê ku li navendek a NATO’ya li Îtalyayê, bi nokertiya bi Rûsyayê re hate sûcdarkirin. -
Fransa: Ji bo diyalogê divê Tirkiye xwe ji aloziyan vekêşe
Fransayê bertek nîşanî “helwesta mezinkirina pirsgirêkan” a dewleta Tirk a li Rojhilatê Behra Spî da û diyar kirin ku ji bo diyalogê pêwîst e “dawî li zêdekirina pirsgirêkan bîne.” -
Alîgirên Naziyan niha jî bi navê 'dijberiya li maskeyan' sor dibin
Rastgirên tund ên li Elmanyayê, çalakiyên xwe yên "rabûna li ber bikaranîna maskeyan" radîkal dikin. Çalakger roja Şemiyê hewl dan bikevin hundirê avahiya parlamentê. 300 kes hatin destgîrkirin.