CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindistanê bîlançoya avahiya ku hêrifî giran dibe
Li Hindistanê li aliyê rojava avahiyek hêrifî, heta niha 16 kes mirine. Di nav kavilan de li mirovan digerin. -
Li Efganistanê lehî rabû, herî kêm 30 kes mirin
Li bakurê paytexta Efganistan Kabîlê lehî rabû. Di bûyerê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîlê bombe li çeperên Hîzbûllahê yên li Lubnanê barand
Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer bombe li nuqteyên Hîzbûllahê yên li nêzî sînorê Lubnan-Îsraîlê barand. -
Petrol nema balê dikişîne
Hilberîna petrolê, ji ber bandora xwe ya li ser belavkirina CO2, dibe sedema nerazîbûnan. Lewma gelek şîrketên ku petrolê hildiberînin, biryara kêmkirina razemeniya xwe kirin. Ev jî weke 'petrol nema bi kêr tê' tê şîrovekirin. -
El Qaîde li Yemenê navendeke tenduristiyê firand
Çekdarên bi ser El Qaîde ve li El Baydayê ya li navenda Yemenê navendeke tenduristiyê firandin. Beriya bi deh rojan diransazekî li wê navendê dixebitî hatibû kuştin. -
Li Kongoyê sorik bi dawî bû: 25 mehan 7 hezar zarok mirin
Wezîrê Tendirustiyê yê Komara Kongo ya Demokratîk diyar kir ku li welat şewba sorikê bi dawî bûye, di nava 2 salan de, zêdeyî 7 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir jiyana xwe ji dest dane. -
Talîbanan êrîşî navenda komando ya Efganî kir
Bi kamyoneke bombebarkirî êrîşî baregeheke leşkerî ya dikeve bakurê Efganistanê hate kirin. Li gorî rayedarên Efganî 3, li gor Talîbanan jî 61 kes mirine. -
Li Hindistanê avahî hilweşiya, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike
Li bajarê Mahadê yê li rojavayê Hindistanê, êvara Duşemê avahiyek hilweşiya û bi dehan kes di bin de man. Karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. -
Li Efrîkayê nexweşiya şehtbûna zarokan nema
WHO'yê ragihand vîrûsa polîo ku li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê herî dawî beriya bi çar salan weqa hatin dîtin, li parzemîna Efrîkayê nemaye. -
Li Efrîkaya Başûr derketina ji krîzê dibe ku 5 salan bidome
Li Komara Efrîkaya Başûr ku piştî bi milyonan nexweşên AÎDS'ê niha jî di nava lepên vîrûsa Covîd-19 de ye, tê gotin ku krîza aboriyê ya ji ber şewbê rû daye dibe ku 5 salan bidome û xizaniyê zêde bike. -
Li Lîbyayê agirbesta li ser 'petrolê': Ne bi dilê kesî ye
Agirbesta DYE'yê ya li Lîbyayê diheje, ku li ser 'herikîna petrolê' hatiye ragihandin. Aliyên şer 'xalên agirbestê li gorî xwe şîrove dikin'. -
Li Mûmbaî ya Hindistanê avahiyek hilweşiya
Li bajarê Mûmbaî ya Hindistanê avahiyeke ku ji 47 daîre pêk dihat hilweşiya, bi kêmanî 90 kes mane di bin xirbeyan de. -
Li Fîlîpînê du êrîş: 14 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn
Di êrîşên li girava Jolo ya Fîlîpînê de 14 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn. -
Bahoza Laûrayê li Haîtî bû sedema mirina mirovan
Bahoza tropîkal a bi navê Laûra bandorê li Haîtî û Komara Domînîk dike. Bahoza ku bi navê Marco jî tê naskirin, vediguhere bagerê û ber bi eyaleta Lûîsîane ya DYE'yê diçe. -
Li lengergehan tirsa ji amonyum nîtratê
Piştî teqîda li Bêrûdê, paytexta Libnanê ku Bêrûd serûbin kirî gelek lengergehên navnetewî li ser mijara depoyên amonyum nîtratê dest bi lêkolînê kirin. -
Vê hefteya pêş li Emanê civîna Misir, Urdun û Iraqê li dar bikeve
Şahê Urdunê Ebdulah Elsanî û Serok Komarê Misrê Evdulfetah Elsîsî û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Elkazimî vê di hefteya bê de ji bo gotbêjkirina hevkariya aborî û pêşketina rewşên herêmê vê li Emanê civînekê li dar bixin. -
Li Baselê li dijî dagirkerî û tecrîdê çalakî hate lidarxistin
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Basela Swîsreyê çalakî hate lidarxistin. -
Emîrtiya Ereban û Yewnanistan wê tatbîkateke hevpar li dar bixin
Emîrtiya Ereban a Yekgirtî û Yewnanistan wê hefteya pêş tatbîkateke hevpar a leşkerî li dar bixin. -
Li Iraqê rêze suîkastên nû, hêrs mezin dibe
Li Iraqê rêze suîkastên ku çalakgeran dikin hedef bû sedema tirs û hêrsê. Li Basrayê bi nav heftiyekê de du çalakger hatin kuştin, sê birîndar bû. Hikûmeta ji bo pêşî li van êrîşan bigire soza xwe bi cih neanî. -
Li Kalîforniyayê şewata daristanan didome
Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê şewata di encama brûskan de li daristan derketî didome, 175 hezar kes hatin vegûhestin. -
Li Sûdanê di felaketên lêhiyê de 72 kes mirin
Li Sûdanê ji ber barana bi tund ya di meha dawî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 72 kesan. -
Krîz wê nêzî 100 milyon kesî berbi hejariyê ve bibe
Banka Cîhanê hîşyarî da ku wê hejariya ji ber krîza aboriya ku şewba Covîd-19 çêbûyî, wê ji ya tê texmîn kirin hîn zêdetir bandorê li kesan bike. -
Li Lîbyayê aliyan biryara hilbijartin û agirbestê dan
Aliyên şer ên li Lîbyayê, ragihand ku wê şer li hemû welat bisekinin û biçin hilbijartinê. -
Li peravên Endonezyeyê erd hejiya
Li peravên rojhilat ên Endonezyayê bi himeta 6,9'an erd hejiya. -
Li Çînê faleketên lêhiyê: 100 hezar kes hatin veguhestin
Li başûrê rojhilatê Çînê ji ber felaketên mezin ên lêhiyê, nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin.