CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kongoyê di nava 6 mehan de 1300 kes mirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk di nava şeş mehên destpêkê yên salê de 1300 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine kuştin. -
Leşkerên Emerîkî yên li Ewropayê: Pompeo diçe 4 welatan
Hate ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo wê hefteya bê serdana welatên Ewropayê bike yên ku leşkerên xwe yên ji Elmanyayê vekişîne li wan welatan bi cih bike. -
DYE wê ambargoya çekan a Îranê bibe KENY'yê
Rêveberiya DYE'yê ku lê rawestiyaye zexta li ser Îranê domdar bike ji bo ambargoya çekan a li ser Tehranê dirêjtir bike xwe kar dike ku pêşnûmeyeke nû li ser KENY'yê deyne. -
Germahiya global ji nexweşiyên şewbê bêhtir metirsîdar e
Li gorî lêkolînekê, eger pêşî li germahiya global neyê girtin, ji nexweşiyên şewbê bêhtir wê mirov ji ber germê jiyana xwe ji dest bidin. -
Xisar li nîvê Beyrûdê bû, 300 hezar kes bêmal man
Li paytexta Lubnan Beyrûdê, ji ber teqînên roja Sêşemê yên li bendergehê derdora 300 hezar kes bêmal man. -
Lubnan di şînê de ye: Hejmara miriyan 100 derbas kir
Li paytexta Lubnan Beyrûdê, di teqînên roja Sêşemê de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 100 derbas kir. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin. -
Li dijî Lukaşenko sê jin namzet in
9'ê Tebaxê li Belarûsê wê hilbijartinên serokdewletiyê bibin, li dijî Lukaşenko yê ku ev 26 sal in desthilat e 3 namzetên jin jî hene. -
Li Beyrûdê teqîn: 73 kes mirin, 3.700 kes birîndar bûn
Li paytexta Lubnan Beyrûdê, ji ber teqînên ku doh piştî nîvro rû dan, 73 kes mirin, 3.700 kes birîndar bûn. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin. -
Li Beyrûtê du teqînên mezin pêk hatin: Gelek kes mirin û birîndar bûne
Li herêma perav a paytexta Lubnan Beyrûtê tu teqînên bihêz pêk hatin. Gelek kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûne. -
Li bakurê Yemenê felaketên lêhiyê: 17 kes mirin
Li Yemen a ku ji bi ber sedema şer, krîza mirovahiyê ya herî giran a cîhanê lê heyî, vê carê felaketa lêhî lê rabû, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li nêzîkî Tehranê li herêma sinayî şewat
Li nêzî peytexta Îranê Tehranê li herêmeke sinayî ji ber sedeme ku hê zelal nebûye şewat derket. -
Germahiya global: Li Alpê bi dehan golên nû çêbûn
Pisporê xwezayê Jean-Pîerre Martînot diyar kir ku ji ber germa global li Alpê cemed dihele û li wîlayeteke Fransayê bi dehan gol çêbûne. -
Boko Haram êrîşên xwe yên li dora Gola Çadê zêde dike
Li bakurê Kamerûnê çeteyên Boko Haram êrîşek kirin. Di vê êrîşa çekdarî de herî kêm 16 kes mirin. -
Li Pencabê 98 kes ji ber alkola sixte mirin
Li eyaleta Pencabê ya bakurê Hindistanê di rojên dawîn de 98 kes ji ber alkola sixte mirin. Derbarê vê skandalê 25 kes hatin destgîrkirin. -
DAÎŞ'ê li Efganistanê êriş bir ser girtîgehê: 20 kes mirin
Çeteyên DAÎŞ'êli rojhilatê Efganistanê êriş birin ser girtîgehekê û herî kêm 20 kes qetil kirin. -
Sîntî û Romanên hatin qirkirin, hatin bîranîn
Ji bo roja bîranîna qirkirina Sîntî û Romanan ku li kampa komkirinê ya Naziyan Aûschwîtzê hatin qetilkirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Efganistanê agirbest didome: 300 Talîbanên din hatin berdan
Li Efganistanê bi wesîleya Cejna Qurbanê, agirbesta di navbera hikumetê û tevgera Talîban de berdewam dike. Hikumetê di çarçoveya lihevkirinekê de 300 endamên din ên Talîbanan berda. -
Li Israîlê bi hezaran kesî Netanyahû şermezar kir
Li Israîlê bi hezaran kes, bi sedema ku hêla vîrûs koronayê baş rê ve nebiriye û gendeliyê ji bo ku Serokwezîr Netanyahû şermezar bikin derketin kuçeyan. -
Rastgirên radîkal li Berlînê şow kirin
Li paytexta Elmanyayê Berlînê rastgirên radîkal û girseya ku ji teorîyên komployê bawer dike çalakiyan kirin. Xwepêşandana ku bû şowa rastgirên radîkal bi destwerdana polîsan qediya. -
Bagera Îsaîasê bandor li Florîdayê jî kir
Bagera Îsaîasê ku li Bahamasan bi bandor e, ji doh ve xwe gihandiye peravên eyaleta Florîda ya DYE'yê. -
Serokê Parlementoya Iraqê daxwaza pêkanîna hilbijartina pêşwext kir
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî xwest ku zûtir ji dema ku Serokwezîrê Iraqê diyar kirî hilbijartin were çêkirin. -
Êrîşên li Darfûrê: Herî zêde bandor li ser zarokan dibe
Li Sûdanê ligel ku dîktatoriya El Beşîr ket jî êrîşên qirkirinê yên li Darfûrê didome. Tê diyarkirin ku ev êrîş bandoreke mezin li ser zarokan dike. -
Li DYE'yê ji bo çareseriya krîza aborî li hev nekirin
Ji bo plana xilaskirina aboriyê ya ji bo têkoşîna dijî krîza aborî ya ku li DYE'yê giran dibe Kongreyê û Qesra Spî li hev nekir. -
Dema hilbijartina pêşwext ya Iraqê diyar bû
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da ku sala bê hilbijartina encûmena nûnerên Iraqê pêk bê. -
Li Hindistanê 9 kes ji ber vexwarina dezenfektanê mirin
Li başûrê rojhilatê Hindistanê ji ber ku li dijî koronavîrusê dika girtîbûn, 9 kesên alkol bi dest nexistin ji ber vexwarina jela hîdroalkolîk mirin.