CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li gorî Pekînê DYE dixwaze Hûaweî ji holê rake
Wezareta Karê Derve ya Çînê diyar kir ku DYE dixwaze Hûaweiyê ji holê rake. -
Êrîşa li ser jinên Kurd di rojeva Swêdê de ye
Komeleya Jinan a Rosayê û aktivîstên TJA'yê di rojeva Parlamentoya Swêdê û rojeva medyayê de ne. -
Tûrîzma Navnetewî li bin da: Zirar wê 1 trîlyonî derbas bike
Sînordarkirinên ku di çarçoveya tedbîrên şewbê ya li ser asta giştî cîhanê de tên girtin, herî zêde li sektora tûrîzmê da. Fikar heye ku biqasî 120 mîlyon kes bêkar bimîne. -
Serbestiya bikontrol dane kesê girîng ê ETA'yê
Yek ji kesê navdar ê ETA'yê Josu Ternere, ku Spanya li gel atmosfera aştiyê jî bi helwesta tolhildêr ji Fransayê dixwest, bişert tê berdan. -
Belarûs, 32 şervanên Rûs hatin destgîrkirin
Li gorî medyaya dewletê Belarûsê, 32 şervanên Rûs ên girêdayî koma Wagner a leşkerên taybet ên Rûs hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku armanca wan bêîstîkrarkirina welat e. -
DYE wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne
DYE’yê diyar kir ku wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne û wê wan li Belçîka û Îtalyayê bi cih bike. -
Di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Iraqê de 2 leşkerên bi paye hatin kuştin
Çeteyên DAÎŞ’ê li eyaleta Enbarê êrîşî artêşa Iraqê kir, 2 leşkerên bi paye mirin, 2 jî birîndar bûn. -
Başûrê Yemenê dev ji xweseriyê berda
Serhildêrên li başûrê Yemenê dev ji xweseriya ku îlan kiribûn berda û ragihandin ku amadene li gorî peymana Riyadê tev bigerin. -
Ên ku ji Ebolayê difilitin xweragiriya wan diguhere
Li gorî lêkolînekê ên ku ji hêla Ebolayê filitîne pergala wan a xweragiriyê di maweya dirêj pir diguhere. -
Tetbîqata Îranê: Li keştiya Emerîkayê ya maket hate xistin
Hêzên Îranê li kendavê ya Başûrê welat di dema tetbîqata leşkerî de bi fuzeyan li keştiyeke balafiran a Emerîkî ya maket hate xistin. -
Xwepêşandanên protestoyî yên li Iraq destpê kirin
Xwepêşandanên protestoyî yên li Iraqê demek bû ji ber pandemiya Covîd-19 rawestiyabûn, dîsa ji nû ve destpê kirin. -
Fransa li dijî sûcên li Kurdên Êzidî lêpirsîneke ya qirkirinê da destpêkirin
Di derbarê çeteyekî DAÎŞ’ê de ku li Rojava li dijî mirovahiyê sûc kiriye, hat ragihandin ku li Fransayê ji ber ku sûcê qirkirinê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. -
Bûlgaristan: Bila Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere
Wezîra Karê Derve ya Bûlgaristanê Ekaterîna Zaharîeva bang li Tirkiyeyê kir ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. -
Li Darfûrê 60 kes hatin kuştin
Bûroya Koordînasyonê ya Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand li eyaleta Darfûra Rojava li gundekî kesên çekdar 60 kes kuştine, 60 kes jî birîndar kirine. -
Di xwepêşandanên Bexdayê de 2 çalakvan mirin
Di şerê navbera xwepêşandan û hêzên ewlekariyê yên li Qada Tehrîr a paytexta Iraq Bexdayê rû da de, 2 çalakvan mirin. -
Li Venezûelayê xwepêşandana sutemeniyê: kesek mir
Di çalakiye li bajarekî dikeve rojhilatê Venezûelayê de ji ber nebûna sutemeniyê xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxitin. Di xwepêşandanê de kesek mir û kesek jî birîndar bû. -
Li Karolîna ya Bakur di 45 salan de 7600 siyahî eqîm kirine
Derkete holê ku li bi taybetî li Karolîna ya Bakur ya DYE'ye di navbeyna salên 1929-1974'an de polîtîkaya eqîmkirinê li ser siyahiyan kirine. Di lêkolînê de ya li ser mijarê ev rewş were qirkirinê hate dîtin. -
Polonya dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe
Li Polonyayê hikûmeta rastgir a radîkal dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe, ku ev peyman têkilî tundiya li ser jinê peymana Ewropayê ye. -
Li Stockholmê hikumeta Etiyopyayê hate protestokirin
Etnîka herî mezin ê welatê Etiyopya yê Oromoyî ji bo êrîşa hikumetê ya li dijî xwepêşandaran protesto bikin, li du navendên Stockholma paytexta Swêdê çalakî lidarxistin. -
Baregeha Besmaye ku êrîş li ser hate kirin radestî hêzên Iraqî kirin
Leşkerên Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku roja Înê 4 katûşa li baregeheke leşkerên Emerîka ya dikeve başûrê Bexdayê ketine. Piştî vê navenda leşkerî ya Besmaye radestî hêzên Iraqî hate kirin. -
Fransa wê demê Cezayîrê lêkolîn bike
Fransa ya ku nêzî 130 salî Cezayrî weke mêtingeh bikar anî, dixwaze pirsgirêkên bi vî welatî re dijî çareser bike. -
Fransa: Feza êdî ji milkê hevpar derketiye
Artêşa Fransayê feza weke qadekî stratejîk fermî kir. Li gorî artêşa Fransayê feza êdî ne “Milkek hevpare.” -
Li Efganistanê danûstandin û şer bi hev re dimeşin
Li Efganistanê ku Talîbanê bi şert qebûl kiriye ku bi hikumetê re danûstandinan bike, di êrişeke hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîlê yek ji damezrînerê Hamasê berda
Îsraîlê yek ji damezrînerê Hamasê yê tevgera Îslamî ya Filistînî ku ev 16 meh bû bi awayek îdarî girtibû, berda. -
Daraza Kanada peymana penaberan a bi DYE'yê re betal kir
Daraza Kanada peymaneke bi DYE'yê re ku ji salên 2000'î û vir ve sazkar e û serlêdana penaberan zehmet dike, betal kir.