CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Siûdiyan bi êrîşên hewayî li Hûsiyan dan
Koalîasyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike li dijî Hûsiyên li Yemenê 57 êrîşên hewayî li dar xist. -
El Fetîh û Hamas li dijî ‘îlhak’ê bûn yek
Partiyên Filîstinê El Fetîh û Hamas diyar kirin ku ew li hemberî plana îlhakê ya Îsraîlê bûne yek. -
Şewata li Amazonan gelekî zêde bûye
Li daristanên Amazonê yên Brezîlyayê par zêdeyî 2 hezar carî şewat pê ketibû. Îsal jî meha Hezîranê bû ew meh ku di nava 13 salên dawî de herî zêde şewat bi daristanê ketiye. -
Li Myanmarê erd şemitî: Zêdeyî 100 kes mirin
Li bakurê Myanmarê, li kana jadeyê erd şemitî. Zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Pûtîn reforma destûra bingehîn da qebûlkirin
Revîzyona destûra bingehîn a ku pêşiya vî titşî vedike Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn heta sala 2036’an li ser kar bimîne, bi 77,92 ji sedê dengan hate qebûlkirin. Mûxalefetê ji bo encaman got, ‘derew e.’ -
Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 24 kes mirin
Li eyaleta Gûanajûato ya li navenda Meksîkayê, li dijî navendeke rehabîlîtasyonê ya narkotîkê êrişeke çekdarî pêk hat. Herî kêm 24 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kolombiyayê destdirêjiya li zarokan: 118 leşker hatin tespîtkirin
Li Kolombiyayê, tê gotin ku endamên artêşê ji sala 2016'an ve li dijî zarokan bi sedan carî sûcên zayendî kirine. -
Wezîrên Ewûstûryayî yên ku nîjatperestan ew tehdît kirîn polîs wan diparêzin
Piştî êrîşa faşîstên Tirkan a li Viyana ya hefteya derbasbûyî, wezîrên Ewûstûryayî Karl Nahammer û Susanne Raab ên ku ji aliyê nîjatperestan ve hatîn tehdîtkirin di bin parstina polîsan de ne. -
Li Gazzeyê bi hezaran kes li dijî plana îlhakê meşiyan
Li dijî projeya ku DYE amade kiribû û dixwazin Îsraîl Şerîya Rojava îlhak bike, li bajarê Gazzeyê bi hezaran kes daketin kolanan. -
Îran: Krîza Sûriye bi leşkerî çareser nabe
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, di civîna bi onlîn de ku li gel hevpîşeyê xwe yê Tirk û Rûsya bi mijara Sûriyeyê diyar kir ku ji bo krîza Sûriyeyê leşkerî çareseriyê nanîne. -
Polîsên Îtalyayê dest danîn ser 14 ton amfetamîna DAÎŞ’ê
Polîsên Îtalyayê diyar kirin ku wan 14 tona amfetamîna DAÎŞ’ê desteser kirine. Hate diyarkirin ku DAÎŞ’ê li Sûriyeyê ev hilberandiye û ev dike bi qasî 84 milyon hebê Captagonê. -
Volkswagenê projeya fabrîkeya li Tirkiyeyê betal kir
Şîrketa otomotîvê Elmanyayê Volkswagen diyar kir ku wan projeya fabrîkeya li Tirkiyeyê betal kiriye. Berê hatibû diyarkirin wê li vê fabrîkeyê 4 hezar kes bixebitiyana. -
Li Îranê li klînîkekê teqînek pêk hat: Herî kêm 19 kes mirin
Li paytexta Îran Tehranê, li klînîkekê teqîneke mezin pêk hat. Herî kêm 19 kes ji ber teqînê mirin. -
Rûsya li ser pêşniyara S-400 a DYE’yê got: Bê destûra me nikarin
Li ser pêşniyara DYE ya ‘Em ê S-400 ên Tirkiye ji Rûsyayê girtine, bigirin’ dewleta Tirk bêdneg e, li ser vê Rûsya bersiv da. Rûsya got: “Bê destûra me nikarin S-400 bidin welatekî sêyemîn.” -
Li Misirê kaneke bi nirx a zêran hate dîtin
Wezîrê Petrok û Karê Kanan ê Misirê Tarik El Molla da diyarkirin ku li Başûrê welat kaneke bi nirx ya zêr hatiye dîtin. -
Mîrektiyên Ereb: Tirkiye li Libyayê maskeya xwe da erdê
Wezîrê Derve yê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) Enver Gargaş bi sernava 'Tirkiye li Libyayê maskeya xwe da erdê' gotarek ji kovara Fransiz Le Poînt re nivîsî. Gargaş bang li cîhanê kir ku li dijî rola di şer de ya Enqerê ya li Libyayê raweste. -
Kralê Belçîkayê ji bo Kongoyê diyar kir ku ew poşman e
Kralê Belçîkayê di dîroka welat de cara pêşîn ji bo birînên mêtinger ên li Kongoyê diyar kir ku ew poşman e. -
Li Borsaya Karaçiyê êrişa çekdarî: Herî kêm 6 kes mirin
Li dijî Borsaya Karaçî ya Pakistanê êrişeke çekdarî bû. Li gorî agahiyên destpêkê, sivîlek, polîsek û çar parêzvan hatin kuştin. -
Di hilbijartinên Fransayê de pêla kesk
Li Fransayê roja Yekşemê hilbijartinên ji bo şaredariyê hebû. Di tûra duyemîn a hilbijartinê de jîngehparêz di serî de çepgiran jî serkeftineke mezin bi dest xistin. -
Sedema zêdebûna radyasyona Ewropaya Bakur Rûsya tê nîşandan
Fînlandiya, Norveç û Swêdê diyar kiribûn ku radyoaktîvîteya li welatê wan zêde bûye û guman biribûn ser Rûsyayê. Lê Rûsya qebûl nake ku ev tişt ji ber wan pêk hatiye. -
Hilbijartina Serokkomarê Polonyayê ji tûra duyemîn re ma
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Serokkomariyê yên Polonyayê, nîşan didin ku hilbijartin wê ji tûra duyemîn re bimîne. Dûda 42 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 31 ji sedî yê dengan wergirt. -
Mexdûrê kuştina Palme: Divê Swêd lêborînê bixwaze
Halîs Îkîncîsoy ku dema kuştina Serokwezîrê Swêd Olfo Palme kirin stûyê PKK'ê û Kurdan, hatî destgîrkirin û bi salan zext li ser hate kirin, got, ew li bendê ne ku Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze. -
Rûsya û Fransa wê di mijara Lîbyayê de bi hev re kar bikin
Lîderê Rûsya Pûtîn ê li gel Serokkomarê Fransa Macron civiya, ragihandin ku di serî de li ser Lîbya û gelek mijaran amadene ku xebatên hevpar bikin. -
Rêyên Hewayî yên Skandînavyayê 560 pîlot ji kar derxist
Rêyên Hewayî yên Skandînavyayê (SAS) 560 pîlotên li Swêd, Danîmarka û Norwêcê kar dikin ji kar derxist. -
Li Brezilyayê ji bo bi dehan milyon sihayî tenê wezîrek
Li Brezilyayê, ku nêzî nîvê nifûsê sihayî û tevlîhev in, piştî xwepêşandanên dijî nîjatperestiyê cara pêşî wezîrekî siyahî hate ser kar.