CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber teqîna obusa li qurseke ya Quranê 9 zarok mirin
Li parêzgeha Tahar a dikeve bakurê Efanistanê ji ber teqîna obusekî berê li dibistaneke ya qursa Quranê hatibûn bicihkirin, 9 zarok mirin. -
Li Bexdayê êrişeke din a bi roketan pêk hat
Li paytexta Iraq Bexdayê, li hemberî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind êrişeke din a bi roketan çêbû. Ev êriş bû êrişa pêncan a di nava deh rojên dawî de. -
Talîbanan êriş birin ser nuqteyên kontrolê: 18 kes mirin
Tevgera Talîbanê êriş birin ser nuqteyên kontrolê yên li bakurê Efganistanê. Hate ragihandin ku herî kêm 18 hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Talîbanê di nava hefteyekê de zêdeyî 400 endamên hêzên ewlekariyê kuştin yan jî birîndar kirin. -
Li Hindistanê nexweşiyên mûsonê û metirsiya Covîd-19
Tê gotin, nexweşiyên ku li Hindistanê bi demsala mûsonê dest pê dikin, ji ber metirsiya Covîd-19 wê rê li ber bîlançoyeke girantir veke. -
Yewnanistan: Tirkiye ewlekariya herêmî tehdîd dike
Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîsakos Mîçotakîs nerazîbûn nîşanda ku Tirkiye aramniya Behra spî tehdîd dike. -
Koreya Bakur bûroya têkilîbûnê ya Başûr rûxand
Koreya Bakur bûroya têkilbunê ya bi cîranê xwe Koreya Başûr e, a li bajarê Kaesongê, ku li ser sînor, bi êrîşeke hewayî rûxand. -
Di navbeyna Çîn û Hindîstanê de şerê çekdarî: 3 kes mirin
Li Ladakhê, herêma sînor a bakurê Hindistanê bi artêşa Çînê re şerekî tund rû da û li gorî saloxan 2 leşkerên Hindî hatine kuştin. Ji Gulanê ve li herêma navborî du navbeyna di hûtên Asyayê de rageşiyek zêde hebû. -
Goreke komî ya leşkeran a ji dema rejîma El Beşîr hate dîtin
Li Sûdanê goreke komî hate dîtin ku cenazeyên leşkerên di dema dîktatoriya Omer El Beşîr de hatin qetilkirin. -
Komkara Erebî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Komkara Dewletên Erebî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Başûrê Kurdistan da û got: "Destwerdanên Tirkiyê bûye çavkaniya fikaran." -
Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir xwe ji hilbijartinê vekişand
Li Venezûelayê, mûxalefeta rastgir ku piraniya wekîlên parlamentê jê ne, diyar kir ku xwe ji hilbijartinên giştî yên dawiya salê vekişandiye. -
Tê gotin ku Covîd-19 li cihên germ nikare zêde belav bibe
Li gorî lêkolîneke nû ya li ser şewba Covîd-19, bandora nexweşiyê bi germahiya hewayê re dibe ku kêm bibe, lê bi zivistanê re bi rengekî gelekî dijwar dîsa zêde bibe. -
Li Fransayê fuzeya balîstîk a stratejîk hate ceribandin
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly diyar kir ku wan fuzeyeke balîstîk a stratejîk bi rengekî serketî ceribandine û "Çavtirsandiniya nukleerî ya Fransayê" silav kir. -
Li Kabûlê êriş: Herî kêm 4 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li mizgeftekê êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê peyva 'nîjat' wê ji Destûrê were derêxistin?
Li Elmanyayê partiya Keskan xwest ku peyva 'nîjat' ji Destûrê were derêxistin. Li gorî Keskan 'nîjat nînin, mirov hene.'' -
Nexweşên asemptomîk vîrûsê digerînin
WHO (Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê) mecbûr ma ku daxuyaniya xwe ya derbarê, têgerîna nexweşên Covîd-19'ê ên asemptomîk 'pir kêm in' biguherîne. -
DYE wê yekîneyên xwe yên leşkerî yên li Iraqê kêm bike
Rayedarên hikumetên DYE û Iraqê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku DYE wê mehên bê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê kêmtir bike. -
Efrîka: Potansiyela enerjiya rojê nayê bikaranîn
Efrîka li cîhanê ew parzemîn e ku herî zêde potansiyela xwe ya enerjiya rojê heye. Lê belê ev potansiyel gelekî kêm tê bikaranîn. -
Li Swêdê nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP’ê hate dayîn
Hikumeta Swêdê diyar kir nabe ku nûnerên gel ew hilbijartine ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ji peywirê werin stendin. -
Li Çînê ji ber lehiyê zêdeyî 20 kes mirin
Li başûrê Çînê, ji ber baranê lehî rabû û hezaz çêbû. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li deryaya spî bobelata koçberan
Komeke penaber ku dixwest di ser Deryaya Spî re biçe Ewropayê noq bû û 34 kes mirin. -
DAÎŞ’ê li Nîjeryayê qetlîam kir: 69 kes mirin
Di qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê roja Sêşemê li Eyaleta Borno ya dikeve bakurê rojhilatê Nîjaryayê kir de bi kêmanî 69 kes mirin. -
YE: Divê hemû hêzên biyan ji Libyayê derkevin
Fransa, Elmanya, Italya û Yekîtiya Ewropayê xwestin ku şerê li Libyayê raweste û hemû hêzen biyanî vekişin. -
Li Efganîstanê ocaxa madenê hêrifî: 7 kes mirin
Li Efganîstanê li madeneke komirê hêrifî, 7 karker mirin. -
Li gelek welatan peykerên bazirganên koleyan bûne hedef
Ji DYE'yê heta bi Brîtanyayê li gelek welatan helwesta li dijî sembolên polîtîkayên mêtingerî û koledariyê yên sedsala 19 û 20'an bûne hedef. -
SARS-CoV -2 dibe ku zûtir dest pê kiribe
Di lêkolînekê de ya ku li DYE'yê hatî kirin hate gotin pandemiya vîrusa koronayê ku tê zanîn kanûnê derketiye holê, hate gotin dibe ku tebaxê derketibe, otorîteyên Çînê helwesteke tund li dijî vê nîşan dan.