CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Etîyopyayê di protesto û şeran de herî kêm 239 kes mirin
Li Etîyopyayê piştî kuştina hunermendekî navdar çalakiyê protestoyê hatibû lidarxistin. Hefteya borî di van şer û protestoyan de herî kêm 239 kes mirin. -
NY: Li Kongoyê sivîl dibin hedefa şer
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Komara Demokratîk a Kongoyê (RDC) her sal bi hezaran sivîl di şer de tên qetilkirin. -
Li Japonyayê lehî rabû: Herî kêm 55 kes mirin
Li Japonyayê ji ber lehiyê herî kêm 55 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên navîn ên welêt baraneke dijwar heye. -
ELN agirbesteke du alî ya ji bo sê mehan pêşniyar kir
Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) ya ku tevgera gerîla ya Kolombiyayê ye, ji ber koronavîrusê agirbesteke dualî ya ji bo sê mehan pêşniyarî hikumetê kir. -
Piştî 40 sal diyar bû ku êrîşeke rastgiran e
Li Elmanyayê beriya çil salan êrîşek pêk hatibû û di encamê de 12 kes miribûn, bi fermî hate qebûlkirin û êrîş ji hêla Naziyên rastgirên radîkal ve hatiye kirin. -
Li Yemenê zarok dimirin NY fonan jî nade hev
Ji ber şerê navxwe li Yemenê bi milyonan zarok birçî û nexweş in, civaka navnetewî alîkariya hewce nade hev. -
Wekîlên Îranê li dijî Rûhanî pêvajoya ezîlê dan destpêkirin
Wekîlên Îranî di mijara rêveberiya krîzê ya Serokkomar Hasan Rûhanî dixwazin lêpirsîn bikin. Ev biryar dikare heta ezîlkirina Rûhanî jî biçe. -
Raportora NY: Kuştina Suleymanî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Raportora Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li ser înfazên bêdarizandin dixebite, diyar kir ku kuştina generalê Îranî Kasim Suleymanî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. -
Li Fransayê kabîneya nû: Macron xwe nêzî rastgiran kiriye
Li Fransayê piştî guhertina serokwezîr tê dîtin ku di kabîneya nû de xeta Sarkozy derdikeve pêş. -
Ji ber lêhiya li Japonyayê bi dehan kes mirine
Ji ber lêhiya zêde ya li başûrê rojava yê Japonyayê bi dehan kes mirine. -
Îranê 'bajarên fuze yên binê erdê' ava kiriye!
Şefê Hêzên Deryayî yên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li seranserê peravên Kendavê "bajarên fuzeyan ên binê erdê" ava kirine û ev yek ji bo dijminên Îranê bûye "kabûs". -
Li Iraqê roket avêtin leşkerên DYE’yê
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, roket avêtin balefirgeha nêzî leşkerên Emerîkayê lê ye. Di 24 saetên dawîn de bû cara duyemîn ku roketan diavêjin. -
Îsraîlê peykeke nû ya sîxurê şand ezmên
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, wan peykeke sîxuriyê ji baregeheke li navenda welêt şandine fezayê. Li gorî medya Îsraîlê, armanc ji şandina vê peykê ew e ku karibin liv û tevgera Îranê bişopînin. -
Bi bombekirina baregeha El Vattiye peyam dan Hûlûsî Akar
Baregeha El Vattiye ku dewleta Tirk dixwaze li Lîbyayê ji xwe re bike baregeheke mayinde, doh bi şev ji aliyê 'balafirên nayê zanîn' ve hate bombekirin. Bomberdûman piştî serdana Hûlûsî Akar pêk hat. -
Neonaziyan gefa kuştinê li rêvebera Partiya Çepgir xwar
Neonaziyên ku xwe weke berdewama NSU bi nav dikin, ku heta niha 9'ê jê koçber, 10 kes kuştine, gefa kuştinê li Alîkara Serokta Giştî ya Partiya Çepgir Janîne Wîssler xwar. -
Li Îranê di hefteyekê de teqîna sêyemîn
Li başûrê rojavayê Îranê li santraleke elektrîkê teqîneke mezin pêk hat. -
DYE û Talîban vê carê li ser aboriyê hatin ba hev
Sefîrê DYE yê Efganistanê Zalmay Kahalîlzade bi Talîbanan re dîsa civiyan. Aliyan ragihandin ku di civînê de fersendên aboriyê nîqaşkirine. -
Li Jeponyayê ji ber baranê bi deh hezaran kes hatin veguhestin
Ji ber barana zêde a li başûrê Jeponyayê bi deh hezaran kes hatin veguhestin, 13 kes winda ne. -
Kesên bi çek li Maliyê bi kêmanî 30 gundî qetil kirin
Li gelek gundên ji pêkhateyên Dogon a navenda Maliyê hemwext êrîş li ser hatin kirin, di êrîşan de bi kêmanî 30 gundî hatin kuştin. -
Nûnerê Polîtîkaya Derve ya YE’yê diçe Tirkiyeyê
Di demekê de nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyeyê de zêde dibe Nûnerê Polîtîkayên Derve ya YE’yê Josep Borelle 6’ê Tîrmehê diçe Tirkiyeyê. -
Ji ber hezîna axê ya li Myanmarê 166 kes mirin
Li Myanmarê ji ber hezîna axê ya li kanên kevirên kesk ê bi qedir bi kêmanî 166 kes mirin, xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê jî hê dewam dike. -
Macron Serokwezîrekî nû anî ser kar
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku hikûmetê îstîfa kir Jean Castes anî ser serokwezîrtiyê. -
Çînê tetbîqat kir, Pentagonê nerazîbûn nîşan da
Dewleta Çînê li dora komgiravên li derya Çînê ya Başûr dest bi tetbîqatê kir. Pentagonê nerazîbûn nîşan da û hişyarî da ku karên bi vî rengî wê rewşa li herêmê bêhtir aloz bike. -
Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
Serokwezîrê Fransayê Edoûard Phîlîppe îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanûel Macron kir. Macron îstifaya wî qebûl kir. -
Hestiyên berxwedêrên Cezayîrê tên radestkirin
Hestiyên lîderên berxwedana Cezayîr ku di sedsala 19'an de li dijî mêtingeriyê têkoşiyan û hatin qetilkirin, îro radestî welatê wan tên kirin.