Li DYE’yê li dijî nîjatperestiyê daxwaza wekheviyê kirin
Li DYE’yê li dijî cihêkarî û tundiya polîsan li Washîngtonê bi hezaran kes ên çalakî kirin daxwaza wekheviyê kirin.
Li DYE’yê li dijî cihêkarî û tundiya polîsan li Washîngtonê bi hezaran kes ên çalakî kirin daxwaza wekheviyê kirin.
Yekşem borî piştî reşikê bi navê Jacob Blake ji aliyê polîsan ve ji piştê ve 7 gule lê reşand in û giran birîndar bû û şûnde xwepêşandan ji nû ve destpê kir. Piştî bûyerên bi kuştina George Floyd a di meha Gulanê ya ji aliyê polîsan ve, di çalakiyên li dijî tundiya polîsan a ji nû ve bû rojev de rojên borî mirin çêbûn.
Li Eyaleta Wîsconsîn di xwepêşandanên bi gulereşandina polîs a li Jacob Blake yê reşikê Emerîkî û şûnde destpêkir û mezin bû, gumanbarê 17 salî ku di van xwepêşandanan de di encama gulereaşndinê de 2 kes mirin hate girtin. Dihate fikirîn ku bûyer hewldana qetlîamekê ye, Kyle Rîttenhoûse yê 17 salî têkildarî kuştina 2 kesan û birîndarkirina kesekî bi ‘di asta yekem de bi zanabûn a ji qetilkirinê’ hate darezandin û girtin.
Li dijî nîjatperestiyê li paytexta DYE’yê Washîngtonê bi hezaran kes meşiyan. Çalakî bi rasthatina salvegera 57’an a axaftina Martîn Lûther Kîng a ‘Xeyalekî min heye’ ê ku sembola têkoşîna ji bo mafê wekhev ê reşikane pêk hat.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku bi salan e sozên ku wekheviyê didin lê heta niha tiştek pêk nehatiye, bi taybet bang hate kirin ku polîs dawî li tundiya reşikan bîne. Malbata Jacob Blake ê di tuniya polîsan de giran birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin jî tevlî çalakiyê bû û axivîn.