CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Tûra 20'emîn a hevdîtinên Astanayê destpê kir
Tirkiye, Rûsya û Îran ku di neçareserkirina krîza Sûriyeyê de weke aktorên bingehîn têne dîtin, bi îdîaya "peydakirina çareseriyê" careke din li Astanayê li hev kom bûn. -
Sê salên dawî hejmara penaberan bi 30 milyon kesî zêde bû
Hejmara koçberan a li cîhanê ku sala 2020'î nêzî 80 milyon kes bû, bi şerê li Ûkrayna, Sûdan û Efganistanê re di nava sê salên dawî de bi 30 milyon mirovan zêdetir bû. -
Talîban ji bo serdana peykerên ku xera kirine pere distîne
Talîbanê ku li Efxanistanê bûye desthilat, li ber du peykerên mezin ên Bûda ku sala 2011’an xera kirin, firoşgeha bilêtan çêkiriye. -
Li Awûstralyayê ji bo mafên Aborîjînan rêya referandûmê vebû
Senatoya Awûstralyayê ji bo ku mafên gelê Aborîjîn di Destûra Bingehîn de were naskirin, rêya referandûma dîrokî vekir. -
Şerê Yemenê: Ji bo pevguhartina girtiyan muzakere tên kirin
Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) de, ji bo pevguhartina girtiyan di nava aliyên şer ên li Yemenê de li Ammanê muzakere tên kirin. -
Malbateke Kurd Mamouchian ku sembola berxwedana Fransayê ye rizgar kiribû
Gora Missak Manouchian ê biyanî û komînîstê berxwedêr ê Ermenî ku piştî qirkirinê ji aliyê malbeteke Kurd ve hatibû rizgarkirin, wê ji Fransayê bibin Pantheonayê. -
Blinken dest bi serdana Çînê kir
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken, bi hêviya sivikkirina aloziya bi Çînê re dest bi serdana du rojan kir. -
Berxwedêrê Ermen wê li Pantheonê bê bicihkirin
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku berxwedêr Ermen Mîssak Manoûchîan ê ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî Naziyan li ber xwe da û bi gulereşandinê hate qetilkirin, di 21'ê Sibata 2024'an de wê li Pantheonê bê bicihkirin. -
Li Brezîlyayê ji ber bahozê 11 kes mirin, 20 kes winda ne
Li başûrê Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 11 kes mirin, 20 kes jî winda bûn. -
Li Sûdanê agirbesta nû ya 72 saetan hat ragihandin
Li Sûdanê bi navbeynkariya Amerîka û Siûdî ji bo agirbesteke nû ya 72 saetan biryar hate girtin. -
Ji Sanayê ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû
Li Yemenê ji paytexta Sanayê ya di bin kontrola Hûsiyan de, ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû. -
Koçkirina YE’yê bi ser Behra Spî re bûye du qat
Frontex ku saziya ewlehiya perav û sînor a Ewropayê ye, da zanîn ku sala 2023’yan koçkirina Ewropayê bi ser Behra Spî re li gor serdema heman a sala çûyî, du qat zêde bûye. -
Li Sûdanê milyonek zarok ji warên xwe bûne
ÛNÎCEF’ê diyar kir li Sûdanê ji meha Nîsanê û vir ve ji ber şerên desthilatdariyê herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne. -
Kuba û Îran têkiliyên xwe xurt dikin
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi wesîleya serdana fermî çûbû Emerîkaya Latîn û Kubayê. Kuba û Îranê diyar kirin ji bo li dijî polîtîkaya êrîşkar a DYE, wê têkiliyên xwe xurttir bikin. -
Li Haîtiyê pêdiviya 3 milyonan zarokan bi alîkariya mirovî heye
Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) diyar kir li Haîtiyê pêdiviya 3 milyonan zarokan bi alîkariya mirovî heye. -
Trajediya koçberiyê ya li Yewnanistanê: 9 bazirgan hatin destgîrkirin
Piştî trajediya koçberan a li Yewnanistanê, 9 kesên ji Misrê ku tê gotin bazirganê mirovan e, hatin destgîrkirin. -
Bi xerabûna Bendava Kahovkayê re, bermayiyên şerekê mezin derketin holê
Piştî xerabûna Bendava Kahovkayê li Ûkraynayê, av ku kişiya û bermayiyên derketin holê, hat diyarkirin ku dibe ku şopên şerekê kevintirîn ên di dîrokê de bin. -
Germahiyê di meha Hezîranê de rekor şikand
Li gorî servîsa Ewropayê ya têkildarî guhertina avhewayê Copernîcûsê, destpêka Hezîranê germahiyê rekor şikand. -
Li peravên Yewnan mirovahî binav bû: Bi sedan kes winda ne
Li peravên Nîvgirava Poloponez a Yewnanistanê, keştiye ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Herî kêm 79 kes mirin. Di keştiyê de zêdeyî 700 kes hebûn, bi sedan kes winda ne. Ji sala 2014'an û vir ve li Derya Spî 20 hezar koçber xeniqîn. -
Bîlançoya li peravên Yewnanîstanê giran bû: Nêzî 80 kes koçber jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî nîvgirava Peloponez a Yewnanistanê keştiyeke koçberan binav bû. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştine nêzî 80'ê kesan. -
Hejmara kesên ku li peravên Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dan bû 32
Li peravên Peloponez a Yewnanistanê hejmara kesên ku ji ber keştiya wan noqî avê bû jiyana xwe ji dest dan, bû 32. -
Li nêzî peravên Yewnanistanê 17 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî girava Peloponez a li başûrê rojavayê Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bû û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
UNHCR: 110 milyon kes bi zorê ji cih û warê xwe bûn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku hejmara mirovên bi zorê ji cih û warê xwe bûne bi 110 milyon mirovî rekoreke nû şikandiye. -
Li Ekvadorê jineke ku hatibû diyarkirin jiyana xwe ji dest daye, di tabûtê de hişyar bû
Li Ekvadorê jina bi navê Bella Montoya (76) a ku li nexweşxaneyê hatibû îlankirin jiyana xwe ji dest daye, di tabûtê de hişyar bû. -
Li Kubayê lehî rabû: 3 kes mirin, bi hezaran kes hatin veguhastin
Li herêmên rojhilat û navîn ên Kubayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm 3 kes mirin, bi hezaran kes jî hatin veguhastin.