Meclîsa Korsîkayê, piştî rûniştina derasayî ya bi du rojan, li ser projeyeke xweseriyê li hev û din nekir. Du proje ji bo dengdanê hatin pêşkêşkirin. Yek jê neteweparêzan pêşkêş kir ku piraniya wan li ser li hev kir, yek jî mixelefeta rastgir pêşniyaz kir. Wê her du proje pêşkêşê hikumeta Fransayê û Macron bên kirin.
Dawiya meha Sibatê, têkildarê pêşeroja fermî ya giravê ku bi şeş mehan navber hat dayîn û bi şûn de niqaş cardin dest pê bûn, Emmanûel Macron got ku ew amade ne, guherînên dibe ku bibin daxilê projeya reformê bikin. Macron, ji hilbijartiyên Korsîkayî û Wezareta Karên Navxweyî xwest ku pêşniyazekê pêşkêş bikin. Macron xetên xwe yên sor jî cardin gotin: Divê Korsîka di nav komarê de bimîne û ne du katerogiyên welatîbûnê bin.
Piştî niqaşên li Korsîkayê hatin kirin, du proje ji bo dengdayînê hatin pêşkêşkirin. Ji projeya yekemîn re ji 64 kesan 63’yan got erê û piraniya alîgirên otonomiyê ya serokê konseya rêvebir Gîlles Sîmeonî, partiya mixelefetê ya serxwebûnxwaz Core în Fronte û partiya mixelef a xweserîparêz pêşniyaza yekemîn qebûl kir.
Bi vê projeyê, bang ji bo “Naskirina hiqûqî ya gelê Korsîkayê”, “Statuya hevfermî ya zimanê Korsîkayê” û “Statuya niştimanî ya di navbeyna gelê Korsîkayê û axa wê de” tê kirin. Bi pêşniyaza ku li ser li hev hatiye kirin tê xwestin ku ji bo referandûmê bê pêşkêşkirin û wek sernavek ji bo xweseriyê di nav makezagonê de cih bigire.
Koma mixelef Ûn Soffîû 16 dengên xwe li dijî vê projeyê dan. Josepha Gîacomettî ku serxwebûnxwazek e ji Corsîca Lîberayê hatiye hilbijartin, ne got erê ne jî got na.
Nivîsara duduyan ku pêşniyaza koma mixelef Ûn Soffîu Novûyê ye, bang dike ku di perwerdehî û tenduristiyê de tu rêveberî û bac neyê neqilkirin, qanûnên Fransayê li gor Korsîkayê bên adaptekirin. Du komên neteweparêz ev proje red kir. Ji 63 dengan bi tenê 39 deng ji bo pêşniyaza mixelefeta rastgir hatin dayîn.