CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Qerebaxê 4 leşkerên Ermen hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Qerebaxê (Artsah) çar leşkerên Ermen ji aliyê hêzên Azerî ve hatin kuştin. -
Bîst sal bi şûn de cardin li DYE’yê kes bi tayê ketine
Saziyên tenduristiyê yên rayedar ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ragihand ku bîst sal bi şûn de dîsa kes li DYE’yê bi tayê ketine. -
Li Îsraîlê dahata Cihûyan ji sedî 51 ji yê Ereban zêdetir e
Li gorî lêkolîneke Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya li Îsraîlê, dahata Cihûyan ji sedî 51 ji yên Ereban zêdetir e. -
Li Bakurê Rojhilatê Efrîkayê 60 milyon mirov di bin gefa birçîbûnê de ne
Bernameya Xurekan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) diyar kir li Bakurê Rojhilatê Efrîkayê 60 milyon mirov di bin gefa birçîbûnê de ne. -
Li gorî Frontexê Atînayê guh neda daxwaza alîkariya koçberan
Saziya Sînor a Ewropî Frontexê da xuyakirin ku, rayedarên Yewnanî ji bo karesata keştiyê ya li Yewnanistanê ku herî kêm 82 kes mirin û bi sedan jî winda bûn, guh neda daxwaza alîkariya koçberan. -
Bûyera Wagner tam neqediyaye
Li Rûsyayê di navbera du rojan de yekîneyeke bi pere ya taybet a Wagner, serî hilda. Rojnamevan Aykan Sever diyar kir bûyer bisekine jî wê bandora vê meseleyê bidome. -
Swîsre bûye navenda sîxurên Rûs û Çînî
Li gor servîsa îstixbaratê ya Swîsreyê, piştî şerê Ûkraynayê reqabet di navbera hêzên mezin de yekcar zêde bûye û Swîsre ku gelek rêxistinên navneteweyî lê ne, ji bo Rûsya û Çînê bûye cihê sîxuriyê. -
Danîmarka wê F-16’yên xwe ji texmînan zûtir ji destê xwe derîne
Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê balafirên xwe yên şer ên ji cureya F-16 yên Emerîkî 2 sal pêştir ji destê xwe derîne. Hate diyarkirin ku hinek ji van wê ji Ûkraynayê re bên dayîn. -
Elmanya amade ye ku 4 hezar leşkeran bişîne Lîtvanyayê
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Borîs Pîstorîûs diyar kir ji bo ku ew baskê rojhilat ê NATO’yê xurt bikin, amade ne 4 hezar leşkeran bişînin Lîtvanyayê. -
Li Rûsyayê çi qewimî
Koma Wagnerê ya paramîlîter a li Rûsyayê piştî kuk serî li ber Moskowayê hilda, şefê komê ji nişka ve biryara vekişînê da û qebûl kir ku sirgûnî Belarûsê bibe. -
Aloziya di navbera Wagner û artêşa Rûsyayê de zêde dibe
Koma çeteyên bi pereyan dixebitin li hemberî artêşa Rûsyayê rabûn. Ev geşedan wekî hewldana darbeyê tê dîtin. -
Li Îngilistanê bi hezaran bijîşk dikevin grevê
Li Îngilistanê ku rewşa aboriyê ne baş e û her tişt gelek buha bûye, bijîşk xwe amadeyê ketina grevê dikin. -
Ji Lîbyayê heta Tirkiyeyê nelirêtiya ‘bûrsê’ îfşa bû
Rayedarên Lîbyayê piştî nerazîbûnên bûyî sedema îfşayên têkildarî bûrsên “comert” ên li Tirkiyeyê ku gelek xizmên rayedarên payebilind ên dewletê jê sûd digirin, lêpirsîn da despêkirin. -
Mal û milkên serokwezîrê berê yê Iraqê Kazimî hate desteserkirin
Mal û milkên serokwezîrê berê yê Iraqê Mûstafa Kazimî hate desteserkirin. -
Li peravên Tûnisê 3 penaber xeniqîn, 12 winda ne
3 keştiyên ku penaber tê de bûn dema dixwestin ji başûrê Tûnûsê biçin Ewropayê, noqî avê bûn. 3 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 penaber jî winda ne. -
Li Hondûrasê di girtîgeha jinan de şer çêbû: 50 jin hatin kuştin
Li Hondûrasê ya ku yek ji welatê Emerîkaya Navîn e, di girtîgehê de şer çêbû û nêzikî 50 jin hatin kuştin.Serokê Dewletê Xîomara Castro ji ber van bûyeran Wezîrê Ewlekariyê Roman Sabîllon ji peywirê stend. -
Rapor: Rejîma Tirkiyeyê otorîter e, neteweperestiya olî û yek olê ferz dike
AED ku organîzasyoneke katolîk e diyar kir ku sala 2023’yan ji her sê welatan li yekê azadiya olî di bin xeteriyê de ye û Tirkiye, wek rejîmeke otorîter pênase kir ku yek olê dike navgîn û pê polîtîkaya neteweperestiya olî xurt dike. -
Şer li Sûdanê dijwar dibe
Li Sûdanê ku welatekê xizan e, şer gur dibe. Pevçûn li Hartûm û Darfûrê dijwar bûne. -
Hemwelatiyeke Elman a ku jineke Êzidî kiribû kole, hate mehkûmkirin
Li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê jineke DAÎŞ’î ya ku hemwelatiya Elmanyayê ji ber ku jineke Êzidî kiribû kole û bûye hevkara qirkirinê cezayê girtîgehê yê 9 salan lê hate birîn. -
Li restoranteke li Çînê teqîn: Herî kêm 31 kes mirin
Li bajarê Yînchûan ê Çînê, beriya Festîvala Keleka Ejderha li restorantekê teqînek çêbû. Herî kêm 31 kes mirin. -
Li Romayê ji bo Dîno Frîsullo merasîma bîranînê hat lidarxistin
Di salvegera 20’emîn a Dîno Frîsullo de li Romayê ji bo bîranîna wî merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
DYE'yê yekemcar li ser destavêtinê pêkanîn ferz kir
DYE'yê roja Sêşemê li ser destavêtinê û sûcên zayendî yên di dema şer de, pêkanîn ferz kir. Pêkanîn li ser Sûdan a Başûr û serçeteyên DAÎŞ'ê hatin ferzkirin ku ji hovîtiya li dijî Êzidiyan berpirsyar in. -
Hikûmeta Fransayê tevgereke derdorparêzê fesh kir
Hikûmeta Fransayê ya ku bi şîddet diçû ser çalakiyên protestoyê carê jî tevgera derdorparêz a bi navê Les Soulèvements de la Terre (SLT) fesh kir. -
Ji bo xwe bide ber sînor, wê Fransa 130 milyon Eûro bide Tûnûsê
Fransayê, da xuyakirin ku wê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberiya bi qaçaxî de, 26 milyon Eûro milyon bide Tûnûsê. Yekitiya Ewropayê jî dabû zanîn ku wê 105 milyon Eûro bide. -
Nîv milyon kes ji Sûdanê reviyane, du milyon kes bûne koçber
Ji Serkomîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê bi hezaran kes ji welêt reviyane û nêzîkê du milyon kes mexdûrên koça navxweyî ne.