Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li rojavayê Rûsyayê bager: 8 kes mirin û 27 jî birîndar bûn

Ji ber bagera ku li rojavayê Rûsyayê li qada kampekê ket, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes jî birîndar bûn.

Serokê Şaredariya Yoshkar-Olayê Evgeny Maslov got, "Li gorî agahiyên herî dawî ketine destê min, ji ber bagera duh 8 kes mirine."

Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku nêzî 100 xebatkarên rizgarkirinê ji bo paqijkirina bermahiyên kampeke li nêzî Gola Yalçikê hatine wezîfedarkirin. Li gor daxuyaniya wezaretê di bagerê de 27 kes jî birîndar bûne.