CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Geliyê Cûelgamûros ê Spanyayê kolandin destpê dike
Li Geliyê Cûelgamûros ê Spanyayê, pisporên Tipa Edlî wê roja Duşemê dest bi kolandinê bikin û li ser cenazeyên kesên di dema şerê navxweyî de hatin kuştin lêkolînan bikin. -
Iraqê, bang kir ku malbatên DAÎŞ’î yên li Kampa Holê li welatên xwe bên vegerandin
Iraqê, bang li civaka navneteweyî kir ku malbatên DAÎŞ’î yên welatiyên wan in û li Kampa Holê dimînin, bişînin welatên wan û got ku kamp bûye jêderka terorîzmê. -
Îran û DYE, bi navbeynkariya Ummanê hevdîtinan dikin
Dîplomatekê Îranî, got, rast e ku bi navbeynkariya Ummanê, Tehran û Washîngton bi taybetî li ser guhartina bi hev a girtiyan hevdîtinên neyekser dikin. -
Silvio Berlusconi mir
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi ku yek ji dewlemendan bû, di 86 saliya xwe de mir. -
Li Îranê polîsê ku zarokek kuşt, bi wesayitê hate kuştin
Xizmê zarokekî ku di dema serhildana “Jin jiyan azadî” ya Îranê de hat kuştin, polîsê ku dihat gotin ku sûcdar bû bi wesayîta xwe pêl kir û ew kuşt. -
Di dîroka NATO’yê de tetbîqata herî mezin a hewayî
Tetbîqatek mezin a hewayî bi beşdariya nêzî 250 balafirên leşkerî û 10 hezar kesên ji 25 welatên endamên NATO’yê tê lidarxistin. -
HRW li ber peymana YE'yê ya li ser koçberan rabû
Rêxistina Şopandina mafên Mirovan ragihand, peymana li ser rêveberiya koçê û prosedurên penaberiyê ku di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de hate mohrkirin, wê bibe sedema kiryarên neyînî yên li dijî penaberan. -
Xaminey: Bi Rojava re li hev kirin pêkan e
Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî got ku eger binesaziya nukleer ya welêt jê bandor nebe, dibe ku Îran li ser bernameya nûkleer bi Rojavayê re li hev bike. -
Li Fîlîpînan xwelî û gaza bi jehr ji devê volkan fûriya
Ji volkanê Mayon ê li Fîlîpînan xwelî, tehtên ji êgir û gaza bi jehr fûriya. Bi hezaran kes ji ber vê metirsiyê ji herêmê hatin veguhastin. -
Li Sûdanê heman piştî agirbesta 24 saetan şer destpê kir
Li Sûdanê, heman piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan şer ji nû ve destpê kir. -
Zarokên li Kolombiyayê winda bibûn li daristanên Amazonê hatin dîtin
4 zarokên ku bi ketina balafira yek motorê li daristanên Amazonê winda bibûn hatin dîtin. Zarokên ku ji destpêka Gulanê ve winda ne, hate hînbûn ku bi xwarina fêkiyan sax man e. -
Serokkomarên Fransa û Îranê li ser xweşkirina têkiliyên herdu welatan axivîn
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî bi rêya telefonê axivîn û li ser xweşkirina têkiliyên navbera herdu welatan nîqaş kirin. -
Li Sûdanê agirbesta 24 saetan hat ragihandin
Artêşa Sûdanê û hevkarê wê yê berê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) a paramîlter li ser agirbesta 24 saetan li hev kirin. -
Dûmana şewata li Quebecê bandor li 100 milyon Emerîkiyan kir
Dûmana şewatên mezin ên li Kanadayê gihişt DYE’yê û bandor li ser 100 milyon kesî kir. -
DYE, di bazirganiyê de her ku diçe kêm dike
Wezareta Bazirganiyê ya DYE’yê ragihand ku valahiya bazirganiyê di meha Nîsanê de zêde bûye. -
Eûbarometre: Eleqeya ji bo hilbijartinên PE’yê zêde bûye
Hêj ku salek ji hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê re maye, li gor rapirsînekê eleqeya ji bo hilbijartinan zêde bûye. -
Li Kuweytê encamên hilbijartinê hate eşkerekirin: Jin qet tune
Di nava deh salên dawîn de li Kuweytê heft caran hilbijartin hate kirin. Jinek bi tenê jî nekete parlementoyê. -
Li Haîtiyê berê lehî rabû piştre jî erd hejiya
Li Haîtiyê berê lehî rabû piştre jî erd hejiya. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. -
Li Fransayê nêzî milyonek mirov daketin qadan
Li Fransayê, karker û kedkar li dijî reforma teqawîtiyê careke din daketin qadan. -
Îranê danasîna yekemîn fuzeya xwe ya hîpersonîk a balîstîk kir
Dewleta Îranê bi merasîmeke ku serokkomar Îbrahîm Reîsî jî tevlê bû, danasîna yekemîn fuzeya xwe ya hîpersonîk a balîstîk kir. -
Li Kolombiyayê biryara girtina lîderê ELN'ê hate betalkirin
Serdozgeriya Kolombiyayê fermana girtina serfermandarê Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) betal kir, ku hikumet pê re danûstandinan dike. -
Gelê Qûweytê careke din çû dengdanê
Li Qûweytê ku li ser hev krîzên siyasî rû dan, hilbijêr ji bo nûkirina parlamentê dengê xwe careke din didin. -
Li Meksîkayê serketina hilbijartinê ya partiya çep
Li Meksîkayê partiya çep a li ser desthilatdariyê, roja Yekşemê li eyaleta welêt a xwedî nifûsa herî qelebalix, di hilbijartinan de bi ser ket. -
Bîlançoya hezazê ya li Çînê giran bû
Bîlançoya hezazê ya li herêma Sîçûan (Sîchûan) a li başûr rojavayê Çînê giran bû. Hejmara qurbaniyan gihîşt 19 kesan. -
Li Varşovayê nîv milyon kesî hikumeta PîS şermezar kirin
Li paytexta Polonya Varşovayê, nîv milyon kes li dijî hikumeta populîst neteweperest daketin qadan.