Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li New Yorkê ji bo Rojava çalakî hate kirin

Li bajarê New Yorkê yê DYE’yê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Bi banga komeleyên Kurdan a Emerîkayê (AKA), Emmergency Commîttee For Rojava û Cîty Kurd li Ûnîon Sqûare Parkê ya li New Yorkê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Rojava û êrîşa ku di 20’ê Hezîranê de li dijî rêveberiya Qamişloyê hate protestokirin.

Çalakvanan sloganên ku dewleta Tirk protesto dikin berz kirin û banga parastina Rojava kirin.