CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li DYE'yê êrîşa çekdarî: 9 kes hatin kuştin
Li eyaleta Texasê ya DYE'yê, li navendeke bazarê êrîşeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 9 kes hatin kuştin. -
Kosterê SPD’yî: Erdogan peşkê li pêvajoya dayîna biryara siyasî dixe
Parlamenterê Partiya Civakî ya Demokrat (SPD) ê Parlamentoya Ewropayê (PE) Dîetmar Koster, operasyonên dawîn ku Kurd pê tên armanckirin, şermezar kir. -
Li Rûandayê lehî rabû: Zêdeyî 100 kes mirin
Li bakur û rojavayê Rûandayê lehî rabû û zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Belgradê li dibistaneke seretayî 8 zarok û gardiyanek hatin qetilkirin
Li paytexta Sirbistan Belgradê, li dibistanekê 8 zarok û gardiyanek di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin. -
Tirkiye di azadiya çapemeniyê de kete lîsteya 'welatên xeternak'
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023'an de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165'an. -
Li Fransayê bi sed hezaran kes daketin kolanan, şer dest pê kir
Li Fransayê di 1’ê Gulanê de çalakiyên li dijî reforma teqawidiyê derketin pêş. Bi sed hezaran kes daketin kolanan û li gelek deran şer dest pê kir. -
Serokkomarê Îranê diçe Şamê
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê roja Çarşemê ji bo 2 rojan serdana Şamê bike. -
Partiya Çep a Fransayê: Dîktator Erdogan ditirse!
Partiya Çep a Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên hemwext ku di 25'ê Nîsanê de li gelek bajaran pêk hat nerazîbûn nîşan da û got, "Dîktator Erdogan ditirse." -
Li Kenyayê hovîtî: Herî kêm 95 kes ji bo ‘hevdîtina bi Îsa’ ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
Li daristana Shakahola ya li rojhilatê Kenyayê cenazeyê pênc kesên din hate derxistin. Endamên terîqetekê ji bo ‘hevdîtina bi Îsa’ rojî girtibûn û ji ber vê jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin heta niha 95 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îranê Ayetûllahek hate kuştin
Hate ragihandin ku li Îranê rayedarekî payebilind ê olî li bakurê welêt hatiye kuştin. -
Li Sûdanê agirbesta ji bo 72 saetan
Li Sûdanê di şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter ên hevkarê wan ê berê de, bi pêşengiya DYE'yê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin. Lê belê nehate zanîn ku şer sekinî ye yan na. -
Li Kenyayê 51 termê kesên ji tarîqatekê hatin dîtin
Li rojhilatê Kenyayê li daristanekê 51 termê endamên tarîqetekê hatin dîtin. Serokê Dewleta Kenya William Ruto bûyer wekî "terorîstên ku ol bikar tînin” şermezar kir, lê tê gotin ku haya dewletê ji xebatên tarîqetê heye. -
Li Ewropayê lêçûnên leşkerî di asta herî bilind de ne
Li gorî raporekê, lêçûnên leşkerî yên li Ewropayê yên sala 2022'an ji dawiya Şerê Sar û vir ve gihîştiye asta herî bilind. Lêçûn bi taybetî bi şerê Ûkraynayê re zêde bû. -
Bi deh hezaran Îsraîlî li dijî reforma edlî car din daketin qadan
Li paytexta Îsraîl Tev Avîvê bi deh hezaran kes li dijî reforma edaletê ku hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferz kiriye, daketin qadan. -
Qurbaniyên komkujiya Elmanyayê li Namîbyayê tên bibîranîn
Gelên Herero û Namas ku serdema mêtingeriyê ji aliyê Elmanyayê ve hatine qetilkirin, qurbaniyên xwe bi bîr tînin. -
Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome
Li Sûdanê di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de jî, êrîşên çekdarî û bi bombeyan dewam kir. -
UNICEF: Di dema pandemiyê de baweriya bi derziyên zarokan kêm bûye
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di serdema Covîd-19’ê de li seranserê cîhanê bawerî bi derziyên zarokan kêm bûye. -
Li Sûdanê li gel bangên ji bo agirbestê şer dewam dike
Li Sûdanê şerê du generalan ê ji bo desthilatdariyê, li gel bangên ji bo agirbestê dewam dike. Li paytext Hartûmê di roja şeşan de jî bombe qetiyan, şer qewimî. -
Li Yemenê ji ber qerebalixa cejnê 78 kes mirin
Li bajarê Sanayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, di dema belavkirina alîkariyên diravî ya cejnê de ji ber qerebalixê 78 kesan mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn. -
PE’yê yasaya li dijî bêdaristanbûnê erê kir
Piştî Çînê, hêza ku herî pir zerarê dide daristanên tropîkal, Yekitiya Ewropayê ye. Parlamentoya Ewropayê ji bo rê li ber bêdaristanbûnê bigire, yasayek qebûl kir. -
Xebatkarên rêyên hesinî yên Elman cardin dikevin grevê
Sendîkaya xebatkarên rêyên hesinî yên Elman, bang li xebatkaran kir ku ji bo zêdekirina destheq, roja Îniyê cardin dest bi grevê bikin. -
Li Behra Spî keştî noqî avê bû: 15 koçberên Tûnisî winda bûn
Di encama binavbûna keştiya koçberan a li peravên Tûnisê de, hat ragihandin ku 15 koçberên Tûnisî di nava avê de winda bûne. -
Îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe
Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe. -
Li Kanadayê 155 hezar karmend ji bo zêdekirina meaş ketin grevê
Li Kanadayê li hemberî enflasyona zêde 155 hezar karmendan grev dan destpêkirin. -
Li Tûnisê ofîsên partiya Ennahda hatin girtin
Ofîsên partiya Ennahdha (Tevgera Nahda) ku wek AKP’ya Tûnisê jî tê binavkirin, li seranserê welêt hatin girtin. Serokê partiyê jî hat destgîrkirin.