CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bahoza qeşayê: Milyonek Kanadayî bê ceyran man
Li Kanadayê ji ber bahoza qeşayê zêdetirî milyonek kes bê ceyran man. -
Îsraîlê başûrê Gazze û Lubnanê bombe kir
Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê û Xeta Gazzeyê bombe kir. -
Dewleta Tirk ji aliyê revandina mirovan ve di rêza duyemîn de ye
Freedom House ku navenda wê li Washîngtonê ye diyar kir ku dewletên mirovan ji derveyî welat direvînin zêde dibin û destnîşan kir ku Çîn û Tirkiye ji van dewletan ên sereke ne. Saziyê xwest, pêkanîn li ser van dewletan bêne ferzkirin. -
200 roj ji ser xwepêşandanên li Îranê derbas bû
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj ji ser çalakiyên protestoyê derbas bû. Li gorî parêzvanên mafên mirovan herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. -
Pisporên NY’ê: Rayedarên Başûrê Sûdanê sûcên giran kirine
Koma pisporên serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Başûrê Sûdanê yek ji wan walî, gelek rayedarên payebilind li dijî sivîlan sûcên giran kirine û divê werin darizandin. -
Fînlandiya roja Sêşemê wê bibe endamê 31’emîn ê NATO’yê
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku Fînlandiya wê roja Sêşemê 4’ê Nîsanê bibe endamê 31’emîn ê NATO’yê. -
Bexda û Hewlêr li hev kirin: Hinartina petrolê dîsa dest pê dike
Piştî biryara Dadgeha Hakemê ya Navneteweyî, di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser rawestandina hinartina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê lihevkirinek pêk hat. Hat ragihandin ku hinartin wê roja Duşemê ji nû ve dest pê bike. -
Li DYE'yê ji ber bahozê 21 kes mirin
Li herêmên başûr û rojhilat-navîn ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber ba û bahozê herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Destheqê herî kêm li Îngilistanê ji sedî 9,7 zêde bû
Li Îngilistanê, wê ji 1’ê Nîsanê û pê ve destheqê herî kêm ji sedî 9,7 zêde bibe. -
Wê Trûmp derkeve pêşberî dadgehê
Serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp tê sûcdarkirin ku di sala 2016’an de bêdengiya stêrkeke pornoyê bikire. Cara pêşîn e ku wê serokek derkeve pêşberî dadgehê. -
Deynê giştî yê Elmanyayê tu car wiha pir nebûye
Li gor daneyên ku Ofîsa Daneyan a Federal eşkere kirin, dawiya sala 2022’yan deynê bi giştî li Elmanyayê, bû 2,37 trîlyon Eûro. -
Rêxistina Efûyê: Li Îranê êşkence heye, edalet nîne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salan e têkildarî Îranê ragihand ku li vî welatî êşkence, bêedaletî û bêcezahiştin heye. -
Li Ekvadorê hezaz: 11 kes mirin, 67 kes birîndar bûn
Li başûrê Ekvadorê ji ber hezazê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn. -
Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket
Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket. Herî kêm 39 koçberan jiyana xwe ji dest da, 29 koçber birîndar bûn. -
Li DYE’yê êrîş birin ser dibîstaneke seretayî: 3 jê zarok 6 kes hatin kuştin
Li eyaleta Tennessee ya DYE’yê êrîş birin ser dibîstaneke seretayî û di encama êrîşê de 3 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrîşkar li cihê bûyerê hate kuştin. -
Li Kabûlê êrîşa xwekujî
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li nêzî Wezareta Karên Derve êrîşa xwekujî hate kirin. Di encamê de herî kêm 6 sivîl mirin. -
Li Îsraîlê biryara 'greva giştî ya lezgîn' hat dayîn
Sendîkaya herî mezin a navendî ya Îsraîlê ragihand ku ew ê dest bi "greveke giştî" bikin da ku pêşnûmeya reforma edaletê ya ku di meclîsê de tê nîqaşkirin û welat parçe kiriye, bidin sekinandin. -
Li Iraqê qanûna nû ya hilbijartinê xizmeta partiyên mezin dike
Di sala 2019 'an de Parlamentoya Iraqê vegera li sîstema hilbijartinê ya ku beriya tevgera dijî hikûmetê hebû erê kir. Partiyên mûxalîf bi fikar in ku bi vê qanûnê re tine bibin. -
Herî kêm 29 koçber li peravên Tunusê jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li peravên Tunusê gelek keştî noqî avê bû û herî kêm 29 koçber jiyana xwe ji dest dane. -
Li Emerîkayê ji ber ba û babîsokê 26 kes mirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ba û babîsok rabû. Ji ber karesatê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşa DYE'yê de herî kêm 19 kes mirin, Îranê nerazîbûn nîşan da
Di êrîşên hewayî yên DYE'yê de yên li ser komên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê hate kirin, herî kêm 19 kes mirin. Îranê bi gotina 'êrîşa terorîstî' nerazîbûn nîşan da. -
ÛNÎCEF: Bi milyonan zarok di xetereyê de ne
Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî kir ku fon ji bo alîkariya bi Yemenê re neyê veqetandin, dibe ku bi milyonan zarok rû bi rûyê rîska têrnexwarinê bibin. -
Hemû sektora veguhastinê ya Elmanyayê wê roja Duşemê dest bi grevê bike
Çalakiyên wiha bi hevparî li Elmanyayê pir kêm çêdibin. Ver dî û EVG ku sendîkayên xebatkaran e, bi civîneke çapemeniyê bang li xebatkaran kir ku dest bi grevê bikin. -
Tanzanya: 5 kesan ji ber vîrusa Marbûrgê jiyana xwe ji dest da
Wezîriya Tenduristiyê ya Tanzanyayê, roja Sêşemê da xuyakirin ku ji ber nexweşiya Marbûrgê ku dişibe Ebolayê, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes derman dibin. -
Li Efganistan û Pakistanê erd hejiya: Herî kêm 12 kes mirin
Li Efganistan û Pakistanê erdhejeke giran qewimî. Hate ragihandin ku herî kêm 12 kes mirine.