CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tûnûsê rewşa awarte heta dawiya sala 2023’an hate dirêjkirin
Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku ji sala 2015’an û vir ve didome, bi biryarnameya serokkomariyê heta dawiya sala 2023’an hat dirêjkirin. -
Berxwedana gelê Perûyê bi ser ket
Li Perûyê piştî ku serokkomar Castîllo ji peywirê hate stendin, gelên Perûyê ev du meh in çalakî dikirin. Kongreyê biryar da ku hilbijartinan zûtir bike. -
Deh sal ceza dan destgirtiyên li Tehranê reqisîn
Dadgeha Îranê, deh sal cezayê girtîgehê da du kesên destgirtiyên hev ku li ber avahiyeke sembolîk a Tehranê reqisîn. -
Di êrîşa li Pakistanê de hejmara miriyan derket 100’î
Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li Peşaverê de hejmara miriyan derket 100’î. Piraniya kesên mirin polîs bûn û zêdeyî 225 kes jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê hejmarê miriyan derket 87’an
Di êrîşa xwekujî de ya duh li eyaleta Hyber Pahtunhva ya Pakistanê di dema nimêja nîvroyê de li mizgeftekê hat kirin, hejmara miriyan derket 87’an. -
Li Mizgeftek a Pakistanê teqînek pêk hat: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li mizgeftek a li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat. Hat zanîn ku herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzê 150 kes jî birîndar bûne. -
Li Pakistanê di dema nimêjê de êrîşî mizgeftê hate kirin: Gelek mirî û birîndar hene
Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrîşeke xwekujî pêk hat û li gorî texmînên destpêkê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 90 kes jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê otobus qelibî: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusek di geliyekî de qelibî û 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Piştî êrîşa bi droneyan hêzên Îranê ketin nava liv û tevgerê
Piştî ku doh derengiya şevê bi 3 droneyan êrîşî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya Îranê hate kirin, hêzên Îranê li hinek cihan ketine nava liv û tevgerê. -
Bi droneyan êrîş birin ser baregeheke leşkerî ya Îranê
Doh derengiya şevê bi 3 droneyan êrîşî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya hêzên Îranê hate kirin. -
Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê rawestand
Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Tobîas Bîllstrom, eşkere kir ku Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê ji bo demekê, rawestandiye. -
Li Îranê 55 kes hatin darvekirin 107 kes jî li benda darvekirinê ne
Komeleya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 26 rojan de 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin, li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatine birîn. -
OPCW: Êrîşa kîmyewî ya Dûmayê ji aliyê rêveberiya Şamê ve hat kirin
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir ku di sala 2018’an de êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatiye kirin. -
Di êrîşa li dijî sînagoga Qudisê de herî kêm 7 kes mirin
Polîsê Îsraîlê ragihandin di êrîşa nêzî sînagoga Qidusê de herî kêm 7 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne. Polîsan diyar kirin kesê ku tê îddîakirin êrîşkar e jî hatiye kuştin. -
Li Haîtîyê polîsan êrîşî mala taybet a Serokwezîr kirin
Li Haîtiyê bi sedema ku di meheke dawîn de çeteyan herî kêm 10 hêzên ewlekariyê kuştine, polîsan êrîşî mala taybet a Serokwezîr Arîel Heny kirin. -
Li Tehranê êrîşî balyozxaneya Azerbaycanê hate kirin
Li Tehranê bi çekan êrîşî balyozxaneya Azerbaycanê hate kirin. Di êrîşê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê jiyana xwe ji dest da, du parêzvan jî birîndar bûn. -
Di sala 2022’an de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMME hatiye xistin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) analîza daneyên sala 2022’an eşkere kir. Li temamî dinyayê herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMME hatiye xistin. -
200 zarokên penaber li Îngilistanê winda ne
Derket holê ku piraniya zarokên ku hikûmeta Îngiliz ew li otelan bêyî refaqet hewandine, wenda ne. -
Fransa leşkerên xwe ji Bûrkîno Faso vedikişîne
Hikumeta Fransayê biryar da ku piştî Malî yekîneyên xwe ji Bûrkîna Faso vekişîne. 400 leşkerên Fransayî wê di nava mehekê de Bûrkîna Faso biterikînin. Vekişîna Fransayê wê hevsengiyên li Efrîkaya Navîn biguherîne. -
Li Efganistanê ji ber sermayê 157 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber sir û sermayê li Efganistanê 157 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji sê Hollandayiyan yek jê bi guman li Komkujiya Cihûyan dinihêre
Li Hollandayê lêkolînek di navbera yên piştî sala 1980 çêbûne de hat kirin, ji sedî 23’yê beşdaran got: “Ez bi guman li Holocaûstê dinihêrim.“ Lewma hikûmetê zend û bend badan. -
Li dijî bilindbûna dolar xelkê Iraqî daketin qadan
Ji ber bilindbûna nirxê dolar ya li ber dînarê Iraqî rê li ber xwepêşandanên girseyî yên gel vekir. Li paytext Bexda û Dîwaniyê gel daketin qadan û daxwaz kir ku nirxê dolar dakeve. -
YE dixwaze gelek penaberan dersînor bike
Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku kesên daxwaza wan a penabertiyê nehatiye qebûlkirin, vegerînin welatê ku jê hatine. -
Ji ber sûcên li ser gelên xwecihî wê Kanada 2,8 milyar dolar tazmînatê bide
Komek gelên xwecihî yên Kanadayê di sala 2021’an de doz vekiribûn û diyar kiribû hikumetê li dibistanên leylî qirkirina çandî kiriye. Kanadayê ev sûc qebûl kir û wê 2,8 milyar dolar tazmînatê bide. -
Li Perûyê protesto didomin
Li Perûyê piştî ku serokkomar ji aliyê kongreyê ji peywirê hate stendin, protestoyan dest pê kir. Heta niha di şerê di navbera polîs û gel de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî hatine destgîrkirin.