CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber protestoyan li Îranê kesekî din jî hate darvekirin
Ji ber tevgera gel a ku ji 16’ê Îlonê û vir ve li Îranê didome, kesekî din jî hate darvekirin. -
Nelirêtiya li Konseya Ewropayê: 4 kesên li Belçîkayê destgîrkirî, hatin girtin
Li ser îhtimala nelirêtiya Katarê di Konseya Ewropayê de, li Belçîkayê bi ser malan de hat girtin. Ji nav yên destgîrkirî 4 kes hatin girtin. Ji girtiyan yek jê Alîkara Serokê Konseya Ewropayê Eva Kaîl e. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” 87 roj li pey xwe hişt. -
Li Parlamentoya Ewropayê lêpirsîna nelirêtiyê hat kirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser nelirêtiya ku welatekê Kendavê kiriye de, 4 kes li Belçîkayê hatin destgîrkirin. -
Li dijî darvekirina Şekarî nerazîbûn
Li dijî darvekirina kesekî ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî beşdarî çalakiyan bûye, nerazîbûn zêde dibe. -
Îranê Shekariyê di çalakiyên protestoyî de girt, bi dar ve kir
Îranê ragihand ku Mohsen Shekariyê di çalakiyên protestoyî de girtiye bi dar ve kiriye û da zanîn ku ev kesê yekemîn e ku ji ber çalakiyên protestoyî ji aliyê Tehranê ve hatiye bidarvekirin. -
Xwişka Xamneyî li ber desthilata birayê xwe rabû
Xwişka Rêberê Komara Îslamî ya rejîma Îranê Elî Xamneyî Bedrî Hisên Xamneyî rexneyên tund li birayê xwe girt û xwe ji desthilata birayê xwe da alî û bang li hêzên dewletê kir ku dest ji çekê berdin, cih li gel xelkê bigirin. -
Talîban li ber çavên xelkê 27 kes dan ber qamçiyan
Li Efxanistanê 27 kes li ber çavên gel hatin qamçîkirin. -
YE’yê ketina Schengenê ya Hirvatistanê erê kir lê ya Romanya û Bulxaristanê red kir
Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku serokatiya wê ya serdemê Çekya dike, ji ketina Schengenê ya Hirvatistanê re got erê lê Bulxaristan û Romanya red kirin. -
Anarşîstên Yewnan êrîşa li dijî wesayîtên Sefaretxaneya Îtalyayê li xwe girtin
Anarşîstên li Yewnanistanê êrîşên li dijî du wesayîtên Sefaretxaneya Îtalyayê li xwe girtin. -
Li Tûnûsê bi hezaran firinan dest bi grevê kir
Li Tûnûsê bi hezaran firin ji bo hikûmet tazmînata wan bide ketin grevê. -
Eûtelsatê, weşanên Press TV’yê rawestandin
Operatora peykan a Ewropayê Eûtelsat, piştî danekirinên Yekîtiya Ewropayê yên bi ser Îranê weşanên kenala nûçeyan a Îranê Press TV ya bi Îngilizî rawestandin. -
Guterres: Mirovahî li hemberî xwezayê veguherî çeka tunekirinê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya civîna COP15'ê di merasîmekê de ya li Montrealê axivî û diyar kir ku mirovahî xwezayê wekî çopê bi kar tîne. -
Li Îranê cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din hat birîn
Daraza Îranê, cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din birî. -
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî didome
Roja Duşemê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî dest pê kir. Greva giştî di roja 2’an de li gelek bajaran didome. -
Li Efganistanê êrîşa bombeyî: Herî kêm 7 kes mirin
Li bajarê Mezar-i Şerîf ê li bakurê Efganistanê, li hemberî xebatkarên şîrketeke petrolê êrîşek hate kirin. Herî kêm 7 kes mirin. -
Li Sûdanê di navbera leşkerên derbeker û sivîlan de peymanek hat îmzekirin
Li Sûdanê di navbera rêvebirên leşkerî yên di encamê derbeyê de hatin ser desthilatdariyê û sivîlan de ji bo dawîkirina krîzê peymanek hat îmzekirin. -
SIPRI: Şîrketên çekan hîn bêhtir firotin
Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), 100 şîrketên çekan ên herî mezin, firotina çekan di asta ji sedî 1,9 de zêde kirine. -
Li Endonezyayê metirsiya ji ber Volkana Semeru zêde bû
Li Endonezyayê ji ber metirsiya Volkana Semeru hişyarî hate dayîn. -
'Êrîşên Tirkiyeye metirsî ye li ser xelkê herêmê û binpêkirina serweriya Iraqê ye'
Berdevkê Operasyona Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî bal kişand ser metirsiya êrîşên Tirkiye ya li ser xaka Iraqê û got, ev vekirî binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û metirsiyê li ser jiyana xelkê herêmê dike. -
NY: Arash Sadeghî û girtiyên nexweş divê bêne berdan
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiyê ya parêzvanê mafên mirovan Arash Sadeghî bi fikar in ku li girtîgeheke Îranê tê girtin û bang kir, ku Sadeghî û girtiyên din ên nexweş tavilê bêne berdan. -
Ji her şeş zarokan yek jê di nav şer de mezin dibe
Li gorî raporek a saziya parastina zarokan Save the Chîldrenê, ji her şeş zarokan yek; ango nêzê 450 milyon zarok li herêmên bi şer mezin dibin. -
Li Efganistanê li medreseyekê teqîn: Herî kêm 16 kes mirin
Li bajarê Aybakê yê li bakurê Efganistanê, li dibistaneke quranê teqînek pêk hat. Herî kêm 16 kes mirin. -
Li Misrê mûmyayên bi zimanê zêr hatin dîtin
Arkeologên li Misrê mûmyayên ku zimanên wan hatî jêkirin û li şûna vê pêlên zêr ên bi şeklê zimanan hatiye bi cih kirin, keşif kirin. -
Li Pakistanê êrîşa xwekujî: 3 mirî, 23 birîndar
Li rojavayê Pakistanê li hemberî polîsên ku li ber tîma derzîkirina zarokan bû, êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 3 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn.