CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Xwendekar bi xurtî cihê xwe di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de digirin
Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Amînî destpê kir mehek li pey xwe hişt. Di dema dawî de xwendekarên zanîngehê bi xurtî cihê xwe di çalakiyan de digirin. -
Germbûna global gefê li milyarek zarokî dixwe
Rêxistina civaka sivîl KidsRights diyar kir, ku germbûna gerdûnî bandorê li ser milyarek zarokî dike. -
NY: Li Îranê binpêkirinên mafê zarokan hene
Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Îranê li dijî zarokan binpêkirinên mafan ên giran tê kirin û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir. -
Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê li kanserê mikur hat
Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê Jassem al-Falahî got, qirêjiya ji ber hilberîna petrolê rû dide li Basra û derdora wê sedema bingehîn a zêdebûna rêjeya kanserê ye. -
YE‘yê derbarê ‘polîsên exlaq‘ yên Îranê de biryara pêkanînê da
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê biryara pêkanînê derbarê “polîsên exlaq” yên Îranê û 11 rêveberên ku di tepisandina berxwedanê de cih girtine dan. -
Sê salên dawî hejmara mirovên birçî bi du qatî zêde bû
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku hejmara mirovên ketin bin bandora birçîbûnê, di nava sê salên dawî de bi du qatî zêde bûye. -
Li Yewnanistanê lehî rabû
Li girava Gîrît a Yewnanistanê lehî rabû û herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn
Li gorî daneyên fermî, di êrîşa li ser girtîgeha Evînê de ya li paytext Tehranê, herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn. Li gorî gelek çavkaniyan bîlanço girantir e. -
Li Meksîkayê êrîşa çekdarî: 12 kes mirin
Li eyaleta Gûanajûato ya li navenda Meksîkayê li barekê êrîşa çekdarî çêbû. Di encamê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn. -
Ji girtîgeha Evînê ya li Tehranê dengê çekan hat
Ji girtîgeha Evînê ya li paytexta Îran Tehranê dengê çekan hat. -
Li Îranê bi dehan zarok hatin qetilkirin, bi sedan hatin destgîrkirin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di dema serhildanan de ku nêzî meheke dewam dikin bi dehan zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi sedan jî hatin destgîrkirin. -
Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
Di tûra duduyan a dayîna dengan li Parlamentoya Iraqê de, Letîf Reşîd ji sisêyan duduyê dengan girt û bû serokkomar. -
Rûniştina parlamenta Iraqê bi êrîşa roketan destpê kir: 10 kes birîndar bûn
Wekîlên Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar li hev kom bûn. Beriya destpêkirina civînê, bi roketan êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin. 10 kes birîndar bûn. -
Berxwedana civakî ya li Îranê dewam dike: Herî kêm 201 kes hatin qetilkirin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Bi taybetî li warê Jîna Emînî li Sineyê hêzên dewletê êrîşeke giran birin ser xwepêşandêran. -
Li Fransayê krîza benzînê
Li Fransayê ji ber ku xebatkarên rafîneriya petrolê dest bi grevê kirine, krîza peydakirina benzînê didome. -
Desteya Giştî ya NY biryara îlhakê ya Rûsyayê şermezar kir
Piştî ku Rûsyayê diyar kiribû wê herêmên Herson, Zaporijya, Donetsk û Lûhansk îlhak kiriye, Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê biryara Rûsyayê şermezar kir. -
Li Swîsreyê ji bo girtina serçavê xwe ceza tê
Li Swîsreyê ji bo girtina serçavê xwe ya jinekê û ya jî girtina ser çavê xwe ya alîgirekê/e fûtbolê ceza tê. -
Li Kolombiyayê zêdeyî 220 kesan ji ber teqemeniyan jiyana xwe ji dest dane
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, diyar kir ku di nav pênc salên dawîn de li Kolombiyayê ji ber teqemenî, mayin û bermayiyên wan 229 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar 709 kes jî birîndar bûne. -
Lubnan û Îsraîlê li hev kirin
Lubnan û Îsraîl di bin sîwana DYE'yê de ji bo diyarkirina sînorê deryayî û çavkaniyên gazê yên li rojhilatê Derya Spî bi kar bînin, peymaneke 'dîrokî' mohr kirin. -
Parlamentoya Iraqê wê ji bo ‘hilbijartina serokkomar’ li hev bicive
Parlamentoya Iraqê, piştî krîza siyasî ya bi mehan e berdewam e, ji bo hilbijartina serokkomar wê roja Pêncşemê bicive. -
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ligel êrîşên giran ên dewletê jî serhildan di roja 26’an de didome. -
Li DYE’yê bahoza Ianê: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li DYE’yê yek ji bahoza herî giran a di dîroka nêz de pêk hat. Di bahoza Ianê de 107 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Serokwezîrê Malezyayê parlemento fesh kir
Serokwezîrê Malezyayê Îsmaîl Sabrî Yaakob diyar kir wî parlemento fesh kir. Serokwezîr diyar kir ji bo pêşiya hilbijartinê ya di meha Mijdarê de parlemento fesh kiriye. -
Li Venezûelayê hezaz: 25 kes mirin, 52 jî winda ne
Li eyaleta Araguayê ya li bakurê Venezûelayê, ji ber hezazê herî kêm 25 kes mirin. 52 kes jî winda ne. -
Li Nîjeryayê keştî noqî avê bû, 76 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Anambra ya ku li başûrê rojhilatê Nîjeryayê ye, Îna borî keştiyek noqî avê bûbû. Hate diyarkirin heta niha di keştiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dane.