CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Swêd ji bo qayîlkirina Enqereyê Makeqanûna xwe li dijî Kurdan diguherîne!
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobîas Bîllstrom got ku ew ê di çarçoveya gotûbêjên “Endamtiya NATO’yê“ bi dewleta Tirk re ku li dijî Kurdan tên kirin, serdana Enqereyê bike. -
'Divê hikumeta Iraqê di mijara avê de zextê li Tirkiyeyê bike'
Parlamenterê Bloka Ehlî Wast daxuyaniyek da û bang li gelê Iraqê kir ku malên Tirkiyeyê boykot bike û di mijara dosyaya avê de jî divê hikûmet zextê li Tirkiye-Îranê bike. -
Bûyerên kuştin-xwekuştinê li Iraqê zêde bûne
Li gorî salên bihurî, ji serê sala îsal heta niha bi kêmanî 700 bûyerên kuştin-xwekuştinê li Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine. Ji ber sansûra li ser bûyerê li Başûr mirov nikare amarên zelal bi dest bixe. -
Talîbanê vê carê park û bexçe li jinan qedexe kir
Talîban ku bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê timî di rojevê de ye, vê carê jî park û bexçeyên li paytext Kabûlê li jinan qedexe kir. -
Li Rojhilat grev û çalakî, li Îranê xwepêşandan dewam dikin
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî gef û êrîşên hêzên dewleta Îranê dewam dikin. -
Li gorî generalê Emerîkî Rûsya û Ûkraynayê bi sed hezaran ji hev kuştin
Serokê Fermandariya Giştî yê DYE'yê Orgeneral Mark Milley got, di şerê Ûkraynayê de Rûsyayê zêdeyî 100 hezar kuştî û birî dane. Xisara artêşa Ûkraynayê jî di heman astê de ye. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber dewam dikin
Li gel domandina xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê hêzên dewletê li gelek deveran êrîşî çalakvanan dikin û dixwazin çalakiyan bidin sekinadin. -
195 zarok ji ber şirûbên biguman jiyana xwe ji dest da
Wezareta Tenduristiyê ya Endonezyayê ragihand ku hejmara zarokên ku piştî şirûbên tibî yên madeyên bi zirar di nav de bi kar anîn, êşa gurçikan pê re çêbûn, gihîşt 324’an û 195 jê jiyana xwe ji dest da. -
Balafira rêwiyan li Gola Victoriaya ket: Herî kêm 19 kes mirin -NÛ BÛ
Li Tanzanyayê balafireke rêwiyan ji ber rewşa hewayê yê xirab li Gola Vîctoria ket, herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dan 23 rêwî jî hatin rizgarkirin. -
Li Bochûmê civîna Kurd-Ereb: Diyaloga navbera her du gelan wê kûrtir bibe
Li bajarê Bochûmê yê Elmanyayê, ji bo danasîna nirxên “xweşbînî û jiyana hevpar” a di navbera Kurd û Ereban de û ji bo roteyeke înteraktîftir çêbibe, civînek hate lidarxistin. -
300 rojnamevan û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin. 300 hunermend û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî zextan dan. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel destwerdanê didomin
Xwepêşadanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gel êrîş û destwerdana hêzên dewletê bênavber dewam dikin. Di encama êrîşa hêzên Îranê de xwendekar Nesrîn Qadir jiyana xwe ji dest da. -
Rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat girtin
Hêzên Îranê, rojnamevan Nazîla Marûfiyan a roportaj bi bavê Jîna Emînî re kir li Tehranê destgîr kir û şand Girtîgeha Evînê. -
Raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' di roja 50'î de ye
Çalakiyên şermezarikrinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kete roja 50'î. Li gel qetilkirina bi sedan kesî û girtinê jî gel li ser piyan e. -
Kore yên Başûr û Bakur bi sedan balafirên şer li hember hev rakirin
Koreya Başûr ragihand ku wan tespît kirine ku Koreya Bakur 180 balafirên şer xistiye nava liv û tevgerê û weke bersiv jî wan 80 balafirên şer amade kirine. -
Serokwezîrê berê yê Pakistanê di sûîkastekê de birîndar bû
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han li bajarê Lahorê di mîtîngekê de, di êrîşekê de birîndar bû. -
13 jê zarok 20 penaber di behrê de xeniqîn
Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû. 13 jê zarok 20 penaber xeniqîn. Herî kêm 30 penaber jî winda ne. -
‘Destdirêjiyê Tirkiyeyê zêde bûye, divê pêşî lê bên girtin’
Li ser êrîş û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê helwest tên nîşandan. Serokkomarê Iraqê Reşîd li Komkara Ereban got: “Bendavên Tirkiye û Îranê li ser ewlehiya Iraqê bûne metirsî.” -
Xwendekar li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan e
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di xwepêşandanan de xwendekar bi roleke diyarker radibin. Li gorî daneyên dawî yên Saziya Mafên Mirovan a Îranê heta niha 277 kes hatine qetilkirin. -
Rûsya wê ‘delîlên’ têkildarê êrîşê bide Îngilistanê!
Rûsya wê têkildarê êrîşa ku servîsên îstixbarata Îngilîz li Kirimê li dijî keştiyên Rûs pêk anî, “delîlan” bide Sefaretxaneya Îngilîz. -
Li gorî Erebistana Siûdî, Îran xwe ji bo êrîşê amade dike
Li gorî îstîxbarata ku Erebistana Siûdî bi DYE'yê re parve kir, Îran amadekariyê dike ku Qraliyeta Siûdî bombe bike. DYE'yê jî diyar kir ku ew ê ji bo parastina hevalbendên xwe 'teredût' neke. -
Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev
Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev. Pyongyangê zêdeyî 10 fuze avêtin, yek ji wan sînorê deryaya navbera herdu welatan derbas kir. -
Piştî ku li Îranê tundiya polîsan hat dîtin, lêpirsîn hat destpêkirin
Piştî dîmenên ku hatin dîtin, polîsên Îranê bi awayekî hovane li kesekî dixin û gelek caran bi motorsîkletê di ser wî re derbas dibin, lêpirsîn hat destpêkirin. -
Bolsonaro hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye
Serokkomar Jaîr Bolsonaro yê zêde rastgir ê di hilbijartina roja Yekşemiyê ya Brezîlyayê de bi bin ket, hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye. Alîgirên Bolsonaro, rê girtin. -
Rûsya: Kraliyeta Yekgirtî sabotaja li hemberî xeta boriya gazê koordîne kir
Li gorî Qesra Kremlînê Kraliyeta Yekgirtî di meha Îlonê de êrîşa li dijî xetên boriyên gazê yên Nord Stream 1 û 2 koordîne kiriye.