CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Nepalê serokê gerîlayan ê Maoîst bû serokwezîr
Serokê Partiya Komunîst a Maoîst Pûshpa Kamal Dahal bû serokwezîrê nû yê Nepalê. -
Talîban jiyanê li jinan diherimîne: Vê carê jî karkirina jinan li rêxistinên sivîl qedexe kir
Talîban a ku li Efganistanê sînorkirina maf û azadiya jinan didomîne, vê carê jî karkirina jinan di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de qedexe kir. -
Koma herî mezin ku ji FARC’ê veqetiya, agirbest ragihand
Koma herî mezin a ku di sala 2016’an de bi nepejirandina peymana aştiyê ya bi hikûmeta Kolombiyayê re têkoşîna çêkdarî domand, heta 2’ê Çileyê agirbest ragihand. -
Li Cemsera Bakur û Antarktîkayê pileya germahiyê bilind dibe, cemed zêde dihele
Qeşa li derdora Antarktîkayê, ji destpêka sala 2022'an û vir ve asta herî kêm de ye. Îsal li herdu cemseran rêjeya germahiyê gelekî bilind bûye. -
2 sal cezayê girtîgehê li sekretera 97 salî ya kampa Naziyan hate birîn
Ji ber ku Irmgard F. (97) di navbera salên 1943-1945’an de li kampa komkirinê ya Stûtthof a Naziyan sekreterî kiriye, du sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Li Malezyayê ax heziya: 8 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Malezyayê roja Înê ax heziya. Li gorî bîlançoya dawîn 8 jê zarok bi giştî 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Sudanî: Em qebûl nakin tu welatek gefê li Iraqê bixwe
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di lûtkeya Bexdayê ya li Urdunê dest pê kir de axivî û got: “Em qebûl nakin tu welatek gefan li Iraqê bike.“ -
Agir bi xeta boriya gazê ya Rûsyayê ket
Hat ragihandin ku li Komara Çavûşistanê ya girêdayê Rûsyayê agir bi xeta boriya gazê ketiye û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Iraqê li gundekî 8 sivîl hatin qetilkirin
Li gundekî bakurê paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşeke çekdarî de 8 sivîl hatin kuştin. -
Hollandayê ji ber rola xwe ya di koletiyê de lêborîn xwest
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte li ser navê dewleta Hollandayê ji ber ku rola wan di koletiyê de heye û heta niha didome, lêborîn xwest. -
OGB: Divê pêşî li şerê bixwîn yê dewleta Tirk bê girtin
OGB'ê diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk ên ji dawiya meha Mijdarê û vir ve dest pê kiriye, rewşa ewlekarîya li Sûriye û derdora wê xerabtir kiriye û bang li dewleta Tirk kir ku dev ji provokasyonên xwe yên li dijî herêmê berde. -
Lîderê komunîst Sîson jiyana xwe ji dest da
Serok û damezrênerê Partiya Komunîst a Filîpîniyan (CPP) Jose Marîa Sîson, di temenê xwe yê 83 salî de jiyana xwe ji dest da. Sîson piştevanek ê têkoşîna gelê Kurd bû. -
Koreya Bakur du moşekên din ên balîstîk avêt
Hat ragihandin ku Koreya Bakur du moşekên din ên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye. -
Li Tûnisê tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran dengê xwe dan
Li Tûnisê, di hilbijartinên parlamentê de ku ji erkên xwe bêpar hatiye hiştin, tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran çûn dengê xwe dan. -
Li zindana Kerecê girtiyek hate qetilkirin, 50 jî birîndar bûn
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li gorî agahiyên bi dest xistine li ser nerazîbûnên girtiyên li Girtîgeha Kerecê ya li ser darvekirina hevalên wan, hêzên ewlekariyê êrîş birine ser girtiyan, girtiyek qetil kirine, 50 jî birîndar kirine. -
Li Belçîkayê greva giştî hate lidarxistin
Li Belçîkayê bi daxwaza zêdekirina hêza kirînê li gelek sektoran greva giştî hatin lidarxistin. Li Brukselê nêzî 20 hezar kes daketin qadan. -
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nêzî 3 meh in dewam dikin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi pêşengiya jinan 89 roj in çalakî têne lidarxistin. Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî gel li qadan e. -
CPJ: Tirkiye di lîsteya rojnamevanên girtî de di rêza 4’emîn de ye
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) diyar kir di sala 2022’an de gelek rojnamevan hatine girtin û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye di nav wan 5 welatan de ye ku herî zêde rojnamevan girtî ye. -
UNICEF’ê ji bo zarokan 2,6 milyar dolar alîkarî xwest
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF, ji bo bikaranîna pêdiviyên zarokên li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Başûr 2,6 milyar alîkarî xwest. -
Li Elmanyayê bi ser malên jîngehparêzan de hat girtin
Polîsên Elman girt bi ser malên endamên “Nifşê Dawîn’’ de. Nifşê Dawîn kolektîveke jîngehparêz e ku li gelek herêman e. -
Sînorê Venezûela-Kolombiyayê bi temamî tê vekirin
Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir ku sînorê wan ê bejahî yê bi Kolombiyayê re ji 1'ê Çileyê û pê ve wê temamî bê vekirin. -
Balafirên şer ên Çînê ketin herêma parastina hewayî ya Taywanê
Wezareta Parastinê ya Taywanê danê sibê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 18 balafirên H-6 ên bi kapasîteyên nûklerî jî di nav de 21 balafir ên Çînê, ketine qada parastina hewayî ya Taywanê. -
DYE fuzeyeke hîpersonîk ceriband
Artêşa Emerîkayê diyar kir wan ji bo ceribandinê fuzeyeke hîpersonîk avêtine. -
Li Zambiyayê li kêleka rê cenazeyê 27 koçberan hate dîtin
Li Zambiyayê cenazeyê 27 koçberên ji Etîyopyayê li kêleka rê hate dîtin. Tê diyarkirin ev koçberan ji ber ‘birçîbûn û bêhewatiyê’ jiyana xwe ji dest dane. -
Zêdeyî 11 hezar zarok li Yemenê hatin kuştin an jî birîndar bûn
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve zêdeyî 11 hezar zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku nêzî 4 hezar zarok jî tevlî şer hatine kirin.