CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê kî jehrê dide xwendekarên keç?
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên jehrî yên li ser dibistanên keçan zêde bûne. Muxalîf nerazîbûnê nîşan didin ku dewlet van êrîşan pêk tîne. Dewlet jî hêzên ji derve sûcdar dike. -
Li Îranê teqîn: 5 mirî, 4 birîndar
Li bajarê Tebrîzê yê eyaleta Azerbaycana Rojhilat a Îranê di encama teqînekê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. -
Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê: Hebûna dewleta Tirk dagirkerî û metirsî ye
Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Iraqê dagirkerî ye û got, "Ji bo ewlehiya neteweyî xeteriyeke mezin e. Divê em wan ji axa xwe derxin." -
WHO: Li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber birçîbûnê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber bêewlehiya tund a xwarinê bi mirinê re rû bi rû ne. -
Têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de wê ji nû ve dest pê bikin
Hat zanîn ku wê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ji nû ve dest pê bikin. -
NY nerazibûn nîşanî qanûna nû ya penaberiyê ya Îngîltereyê da
Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY diyar kir heke Îngîltere li gorî biryara ku stendiye penaberên bi kanal Manşê wê werin welat asteng bike wê ev tişt derbê li hiqûqê bide. -
Li Îranê êrîşên jehrî zêde bûn, çalakiyên protestoyî tên kirin
Li Îranê êrîşên jehrî yên li dijî dibistanên keçan zêde bûn. Li dijî van êrîşên çalakiyên protestoyî tên kirin. -
Li Fransayê bi sed hezaran kes li kolanan in
Ji meha Çileyê vir ve li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê, roja greva neteweyî ya şeşemîn e. Sendîka ji bo domandina grevê nîqaşan dikin. -
DAÎŞ'ê li Diyalayê êrîş kir: 5 kes hatin kuştin
Li gundekî Diyala yê Iraqê, di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAÎŞ'ê de 5 kes hatin kuştin. -
Li Endonezyayê hezaz çêbû: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda ne
Li giraveke Endonezyayê di hezaza ku pêk hat de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî winda bûn. -
Li Efganistanê mêr li zanîngehê vegeriyan, lê li jinan hîn jî qedexe ye
Li Efganistanê ku Talîban lê desthilatdar e, zanîngehan ji bo mêran jinûve destpê kirin. Lê belê ji jin û zarokên keç re hînê qedexe ye. -
Çîn kapasîteya xwe ya leşkerî mezin dike
Çîn ku bi budçeya xwe ya leşkerî piştî Emerîkayê di rêza duyemîn de ye, ji 5'ê Adarê û pê ve budçeya parastinê ji bo sala 2023'an bi asta ji sedî 7.2 zêde kir. -
DYE’yê bi şeş hezar leşkeran bi Taylandê re tetbîqet kir
Ji DYE, Tayland û gelek welatên din ên Asyayê bi hezaran leşker ji bo çend tetbîqetên hevpar, hatin ba hev. -
Serokkomarê Sirbistanê: Ez Kosovayê nas nakim
Serokkomarê Sirbistanê Aleksander Vûcîc, îmzekirina peymana asayîbûna têkiliyên bi Kosovayê re red kir û got ku heta ew serokkomar be ew ê Kosovayê nas neke. -
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Bexdayê ye
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî şeş mehan serdana Iraqê kir û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo gelê Iraqê anî ser ziman. -
Li Îtalyayê keştiya koçberan noq bû: 64 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî bajarê Crotone yê Îtalyayê roja yekşemê keştiya koçberan noq bûbû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 64. -
Li Cape Townê konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’
Li Efrîkaya Başûr a ku welatê Mandela ye konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, li dinyaê aştî û îstîkrar’ dest pê kir. -
Keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 100 kesî fetisîn
Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan a ji Tirkiyeyê ketibû rê noqî avê bû, zêdeyê 100 kesan jiyana xwe ji dest da. -
DAÎŞ'ê êrîş bir ser Xaneqînê: Kesek hate kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş birin ser bajarokê Qereteyê. Di encamê de kesek hate kuştin. Li paytext Bexdayê jî 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li Svazîlandê semînera ‘Edalet ji gelê Kurd re, azadî ji hevrê Ocalan re’
Partiya Komunîst a Svazîlandê (Communist Party of Swaziland-CPS) bi navê ‘Edalet ji gelê Kurd re, azadî ji hevrê Ocalan re’ semînerek li dar xist. -
Keştiya koçberan negihîşt peravê behrê, bi dehan koçber xeniqîn
Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan binav bû, zêdeyê 40 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li peravên Îtalyayê cenazeyên 27 koçberan hatin dîtin
Li herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiyek li peravên bajarê Crotoneyê noqî binê avê bû. Cenazeyên 27 koçberan hate dîtin. -
Hikumeta Kolombiyayê ELN weke rêxistineke çekdarî ya siyasî' nas kir
Li Kolombiyayê, di çarçoveya danûstandinên aştiyê yên nû de ku bi hewldana Serokkomarê çepgir Gustavo Petro hatin destpêkirin, hikumetê statuya 'rêxistina siyasî ya raperîner a çekdar' da tevgera gerîla ELN'ê. -
15 welatên YE’ê: Bila sînor baştir bên parastin
15 welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, li Atînayê hatin ba hev û bang li yekîtiyê kir ku li dijî derbasbûna bi qaçaxî ya koçberan, bila sînor baştir bên parastin. -
DYE û Koreya Başûr sîmulasyona ‘şerê nukleer’ pêşkêş kirin
DYE û Koreya Başûr bi tatbîkateke hevpar sîmulasyona ‘şerê nukleer’ pêşkêş kirin.