CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Çînê aşît çêbû: 28 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşît ket ser otobanê û 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Lubnanê di tûra 11’emîn de jî serokkomar nehate hilbijartin
Li Meclîsa Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomariyê tûra 11’emîn hate lidarxistin. Di vê tûrê de jî ji ber ku namzetan dengên zêde nestendin, serokkomar nehate hilbijartin. -
Çeteyên Tirk 8,4 milyon eûroyên kal û pîrên Elman desteser kirin
Derket holê ku navenda çeteyên sixtekar ku li Elmanyayê bi rêya telefonê kal û pîran dixapîne, Tirkiye ye. Çeteyên Tirk 8,4 milyon eûroyên kal û pîrên Elman desteser kirin. -
YE: Wê nirxandina hemû vebijêrkan ji bo Îranê bê kirin
Komîserê Edaletê yê YE’yê diyar kir ku konsey, tevdîrên sînordarkirinê yên têkildarê Parêzkarên Şoreşa Îslamê jî di nav de, wê nirxandina hemû vebijêrkên di dest de hene bike. -
Helîkoptera Ukraynayê ket: Wezîrek û 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Ukraynayê helîkopterek ket. Di qezayê de Wezîrê Karê Navxweyî Denys Monastyrskiy û alîkarê wî jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û 'Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin' li ser Kûleya Eyfelê
Sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê ya Parîsê hatin nîşandan. -
Li Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşî dêrekê hate kirin: 5 kes hatin kuştin
Li bajarê Kasîndî yê Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşî dêrekê hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. -
Li Nepalê balafir kete xwarê: Herî kêm 40 kes mirin
Li Nepalê balafireke rêwiyan kete xwarê. Herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Bûrkîna Faso êrîşî camiyekê hate kirin, 9 kes hatin kuştin
Li herêma Sahel a Bûrkîna Fasoyê êrîşî camiyeke Ahmedîyyeyê hate kirin. Di êrîşê de 9 kes hatin kuştin. -
Enflasyon li Arjantînê bû ji sedî 95
Li Arjantînê enflasyon ji salên 1990’î heta bi niha ewqas ranebûye. Arjantîn, welatekê ji welatên Başûrê Emerîkayê ye ku enflasyon lê bilind e. -
Kanada dîsa bi gorên zarokan di rojevê de ye
Li cihê dibistaneke kevn a dêrê ya li Kanadayê, zêdeyî 2 hezar hestiyên mirovan ên tê texmînkirin aîdî zarokên xwecihî ne, hatin dîtin. -
Volkana Popocatepetl a Meksîkayê di rojekê de sê caran teqiya
Volkana Popocatepetl a Meksîkayê di 24 saetên dawîn de 3 caran teqiya. Ji ber teqînê xwelî li bajarên derdora volkanê bariya. -
Pergala Tenduristiyê ya Îngilistanê li ber têkçûyînê ye
Li gor bijîşken Îngilîz, ji ber derneketina ji heq a pergala tenduristiyê, jiyana bi hezaran kesan li seranserê welêt dikeve xeteriyê. Ji ber ku hikûmeta Sunak çareseriyeke mayînde nedît, xebatkarên tenduristiyê biryar da ku dest bi grevê bike. -
Bolton: Divê mirov endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya DYE’yê yê berê John Bolton got ku ji ber helwesta Tirkiyeyê ya li ser mijara Rûsyayê divê mirov endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan. -
Îranê cezayê bidarvekirinê da 2 çalakgerên din jî
Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê yê du kesên din erê kir ku tev li xwepêşandanên protestoyî bûne û biryar da ku sê kesên din ji nû ve bên dadgehkirin. -
Ji ber ku di êrîşê de gelek leşkerên Rûs hatin kuştin, nîqaş zêdetir dibin
Rûsyayê diyar kir ku di êrîşeke Ukraynayê de 63 leşkerên wan hatine kuştin. Rayedarên Ukraynayê qala 400 miriyan dike. Tê diyarkirin piştî êrîşê li Rûsyayê nîqaşên navxweyî hatiye destpêkirin. -
Li dijî girtîgeha li ser sînorê Meksîkayê êrîşa çekdarî
Di êrîşa çekdarî ya li ser girtîgehek a li bajarê sînor Jûarez ê Meksîkayê de, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kanadayê kirîna xaniyan li kesên biyan hate qedexekirin
Li Kanadayê piştî Yekşema bê, kirîna xaniyan heta du salan li kesên biyan hate qedexekirin. -
Gandhî yê nû yê Hindistanê: 3 mehan bi 2800 km'yî meşiya
Lîderê muxalîf Rahul Gandhi ji bo wekheviya civakî û aborî ji aliyekî Hindistanê heta aliyê din dest bi meşê kir. Meş 4 meh in dewam dike. -
Li Brezîlyayê serdema Lula ya sêyemîn destpê kir
Luîs Inasîo Lula da Sîlva yê ku di hilbijartinên 30'ê Cotmehê yên li Brezîlyayê de bi ser ketibû, bi awayekî fermî peywira serok dewletiyê dewr girt. -
Xirvatistan daxilê Herêma Eûro û Schengenê bû
Xirvatistan ku welatekê Balkanê ye û endama Yekîtiya Ewropayê ye, eûro qebûl kir û tev li herêma gera bi serbestî ya Schengenê bû. -
Li Kolombiyayê bi 5 komên sereke yên çekdar re peymana agirbestê
Li Kolombiyayê, hikûmeta çepgir bi 5 komên sereke yên çekdar ên li welêt aktîf in re peymaneke agirbestê ya ji bo 6 mehan pêk anî. -
Li Brezîlyayê jineke ji gelên xwecihî bû Wezîra Gelên Xwecihî
Li Brezîlyayê, Serokê Dewletê yê nû Lula, Sonia Guajajara ya ku ji gelê xwecihî ye kir Wezîra Gelên Xwecihî. -
Li Fîlîpînê lehî rabû: 25 kes mirin
Li Fîlîpînê ji ber lehiyê ku roja Noelê rabû, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li DYE’yê bahoza herî xedar a 60 salên dawîn rabû
Li gor rayedaran, ji ber bahoza herî xedar a 60 salên dawîn li DYE’yê, heta bi niha 55 kesan jiyana xwe ji dest daye.