Li Pakistanê di dema nimêjê de êrîşî mizgeftê hate kirin: Gelek mirî û birîndar hene

Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrîşeke xwekujî pêk hat û li gorî texmînên destpêkê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 90 kes jî birîndar bûn.

Di dema nimêja nîvro de li herêma Xetên Polîsan a bajêr li dijî mizgeftê êrîşeke xwekujî hat kirin. Di êrîşa bombeyî de mizgeft jî zirareke mezin dît û bi dehan kes birîndar bûn.

Ajansên nûçeyan belav kirin ku, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 90 kes jî birîndar bûne.

Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.