Li Îsraîlê bi sed hezaran kes li dijî reforma dadgeriyê daketin qadan
Li Îsraîlê bi sed hezaran kes li dijî reforma edlî ya hikumetê ku cihê nîqaşê ye, cara 27'an daketin qadan.
Li Îsraîlê bi sed hezaran kes li dijî reforma edlî ya hikumetê ku cihê nîqaşê ye, cara 27'an daketin qadan.
Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê û gelek bajarên din êvara Şemiyê cara 27'an xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.
Li gorî amadekaran, li paytext Tel Avîvê 180 hezar kes daketin qadan. Li gorî hefteyên beriya niha tevlîbûn zêde bû.
Piştî ku dawiya meha Adarê hate ragihandin ku 'navber' ji hewldanên qanûnîkirina reformê re hatiye dayin, danûstandinên bi muxalefetê re bi ser neketin. Hikumeta rastgir li gel nerazîbûnan jî wê projeyê bixe rojeva parlamentê û ji nû ve bikeve nava liv û tevgerê.
Li gorî pêşnûmeyê, derfetê dadgeriyê yê li ser mijara biryardana têkildarî 'maqûltiya' biryarên hikumetê ji holê radike. Ev hikum wê bi taybetî bandorê li tayînkirina wezîran bike.